🎵
ŞARKI SÖZÜ

Heqî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hewar hewar hewar
hewara me Xwedê
gidî gelo Heqîkê mi sekinî li Diyarbekira şewitî li derê depûxanê li nava mêra
tu sêr bike talîm dikir, qise dikir fena şêra hewar hewar hewar hewara Xwedê
reben ez im talîm dikir, qise dikir fena şêra
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji min û Heqîkê minê delal mekin
yeka hatî serê mi û Heqîkê delal
bira neyê serê tu canika hay tu camêra
hewar hewar hewar
hewara me Xwedê
Lo lo Heqiyo sibe bû mi dî Heqîkê mi sekinî
li Diyarbekira şewitî li derê depûxanê lo bi terazin e
gelî gundî cînarno tu dêhna xwe bidê
belkî agir bigre dîwa Diyarbekira şewitî, şewat were bine Heqiyo mi ji te ra nego vê sibengê tu cara
tu esker î, tu cahil î, tu xişîm î
li nav heval û hogirê xwe da nesekine lo nepesine mi ji te ra nego vê sibengê nebê yeka malxirabo yeka fenanî kubara şêrîn dosta min e
xort û bendê Diyarbekira şewitî,
pêxwasê Diyarbekir pir gelek in li xwe meke bi dujmin e yekê di kuçekî da kevirekê di bin çenga te bixîne
tuyê bêjî kubara şêrîn bû sebebê hey qetla min e
hewar hewar hewar hewara me Xwedê

Ez tim û tim cara li nava qîz û bûkê Diyarbekir li mihela jorîn, li mihela jêrîn
li Tîflîsê disekinim ji qîz û bûka ra dibêjim
gelî qîz û bûka Heqîkê delal berdilkê hey dilê min e
hewar hewar hewar
hewara me Xwedê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.