Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Herê Lê Delaliyê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Herê Lê Delaliyê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman herê lê hê hê...
were here lê delaliyê
ax delaliyê sibe ye mi ji te ra nego bi rê da ha bi rê da
tu rabe çava bişkêne buriya pêda pêda
emê bi destê hevdu bigrin meşkînin ber gola mirada
qasekî gilî gazinê xwe bikin bi avê da
emê kaxitekî binivisînin canibî Xaliqê alêmê Rebê Jorîn di Xwedê da ji xwe ra bavêne gola hêşîn delxê di bahrê da
belkî ji ba Xwedê da ricaçî be
miradê miradxwaza biqedîne
miradê min û te va bi tevahî meha Remezanê şeva Leyletulqedir di mala bavê piş perdê da
herê lê hê hê...
were here lê here lê delaliyê
Eman herê lê hê hê...
ê bê delaliyê sibe ye vê sibengê li me sura sibê bîna bê tê
ezê li pişta konê mala bavê keleşa xwe fetilîm mi dî norîna nujdî şê tê
kawa mina kubar û nazike nazenîn fenanî kehêlek ji kehêlê di Ubeyda pêsîrî bi rext e serî wan bi rişm e
merû gemekî ji gemê Diyarbekirê dêv bixîni
zînekî Şamê li nav milê wê bîne
rimekî şitavê destê xwe bixîne
lingê xwe bike rikêfê destê xwe bavê dizgînê
rabe orta zîne, terş û talan rake

di Kirawiyê va di Siqawiyê va Çarbuhurê, Çewirma Xelil Axa va
xwu bavê zozanek ji zozanê me Xamirpêtê
herê lê herê...
lê herê lê delaliyê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.