Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hesenê Mûso
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hesenê Mûso

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hey wax hey wax hey wax... hey wax lo mala minê
Lo lo Hesenîko qurban gelo mi ji te ra nego tu neçûyo lo li serê çiya
ez Hesenê Mûso îro me yê bi destê hevûdu girtiye
emê diçûn çiyayê bilind gelo ji xwe ra lo nav maziya
emê li koka darê mazî diketine kef henek û zewq û laqirdiya
mi rebenê bala xwe berdayê Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso
dest avêtî helî morî mircanê gerdanê min a zer qetiya
emê ji xwe ra hûrik hûrik lo lê geriyan mala minê
minê bala xwe berdayê gullekî ji alî Loka şewitî Mele Fadilê ji koka darê lo diteqiya
Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso fena dara çinarê çilka avê sê tew ketê
bi ser mi rebena Xwedê da ax lo wergeriya
hey wax hey wax...
hey wax lo mala minê
mala minê mala minê mala minê
ax mala minê ax lo malka minê
dayê bavo Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso ne mêrê kuştinê heyfa çav û buryê reş û belek ax ketinê
qelenê xwe bistine bi ûsuliyê amê raîşa li rû dunê
mala bavê lawik ocaxeke pir fodil e ax mi bidinê
Hesen qurban gelo mi ji te ra nego tu neçûyo ax lo li ber behîfa
mi ji te ra nego tu rabe tivingê dagire ji tuxt û nîva
ez û Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso meşyane koka darê mazî mi dî gulek diteqiya ax ji nedî va
çawa der û cînar û gundî malî wenda kirin mal û hal û temelê dunyalikê mi rebenê wenda kiriye delalîkê dilê Hedka Qaso her çar malê Qoloziva

hey wax hey wax...
hey wax ax mala minê
Hesen qurban gelo dilê mi hêlîna teyrê bejî
îro ji êvar da çêkiriye li derê Mala Silê Qaso ser vî hejî
hela bala xwe bidê ji birînê xelkê kêm û xwûn tê
ji birîna Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso têyo hestî mejî
hey wax hey wax...
hey wax ax mala minê
Hesen qurban li me hatî eyde eyda vê Qurbanê hela bala xwe bidê xort û bendê gundê me çek û sîlehê xwe hilanîn dimeşyane vê nîşanê
qîz û bûkê gundê me çek û boxçê xwe hilanîn
ji kêfê ra dimeşyane vê seyranê
mi rebena Xwedê bala xwe berdayê vê sibengê boxsê mi keçikê
tivinga Hesenê Mûso delalîkê dilê Hedka Qaso
bê xwedî bê sahab dima li goşekî ax vî dîwanê
Hey wax hey wax...
hey wax ax mala minê
Dayê bavo heyfa Hesenê Mûso ne mêrê kuştinê qelenê xwe bistîne bi ûsuliya amê bi raîşa rû dunê heyfa çav û buryê reş û belek ax ketinê
mala bavê lawik ocaxekî pir fodilê ax mi bi dinê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.