Şarkı Sözleri
Hahî...
hewar e hewar e gundo, hewar e malîno, hewar e şênîno hewar e
gelî gund û cînarno hewar e
ez daketim nava gundê me
alîkî wî hişyar e, li alîkî li me tê bakî sar e
sibe ye, bira li me nehata sura sibê bîna bakî sare
tu dêhna xwe bidê malxirabo
di dêrisê gunda da diçûme yalî malê
kawa kubar ne li mal e
ezê daketim yalî malê ne li mal e
ezê daketim gundê jêrîn, gelî gundî cînarno! ne li wir e
daketim gundê jorîn ji xwe ra ne li wê ye
ez daketim bajara mezin
minê bala xwe berdayê, Xaliqo Rebiyo
li alîkî mûm û meşhel e yek şemdan e ezê daketim çarşî û bajara mezin
geriyam negeriyam minê vê sibengê bala xwe berdayê koşkalekî ji xwe ra solekê didirû
ji xwe ra rûniştî li ber dîwar e
minê go, koskalo!
bi te kim tuyê bi Xwedê kî
tuyê vê gotina min bikî sitare
haya te ji kawa min a kubara nazik û nazenîn tunîne? go, bebexto!
tu sêr bike, şevê nîvê di şevê bû, min ê bala xwe berdayê şewq û şemalek li nava çarşî bajara Muksê bû
ezê geriyam minê serê xwe bilind kir, bala xwe berdayê mi dî yek dibê:
`hewar e, gundo hewar e, wêrano hewar e,
dêriso hewar e hewar e hewar e
minê vê sibê malxirabo serê xwe bilind kir lê mêze kir
mi dît yeka bejinzirav e, çepildirêj e, navqendîl e
gerdenzirav e jê di êlî ne
xaliqo rebiyo bi şêst û şeş awaza, bi heftê û du terza diqebîne
gava minê serê xwe bilind kir lê mêze kir
minê çakûçekî li destê xwe xistiye
îro çar roj e çolix û çocixê min tî û birçî ne, li mala dimîne hewar e bi hewar e
kuro bêbexto minê çakûçekî li destê xwe xistiye
çolix û çocixê min îri sê roj e sê şev e di mal da tî û birçî dimîne
ezê derbas bûm koşka di jorîne
minê bala xwe berdayê hedadekî li wê senîbû
minê go, hedado!
ezê bi te kim, tuyê bi Xwedê kî
tuyê vê sibenkê vê gotina min bikî sitare
te qe haj ji kawa min a nazik û nazenîn tunîne? go, kawa te ya nazik û nazenîn bi çi rengî ne minê
go, yeka bejinzirav e, çepildirêj e, porkej e navqendîl e, gerden e zirav e jê di êlî ne
diranê hûr in mircanî ne
zaravê şîrîn e, xeberdanê şekirî ne, zimanê tûdî ne
bi şêst û şeş awaza dibêje, bi heftê û du terza diqebîne go lo lawo şevê nîvê şevê bû
min ê bala xwe berdayê
şewq û şemalek li bajara Muksê bû
gelî gundî cînarno
ji min turê fena hîvê bû
na wele fena quruxê bû
minê bala xwe berdayê alatirîngê dewletê bû
minê bala xwe berdayê
yek ji wê tê esketekek dibê:
'hewar e, gundo hewar e, wî wêrano hewar e, wêrtaso hewar e
kesek tune li min ter û canê bike sitare
minê serê xwe bilind kir lê mêze kir
mi dît yeka bejinzirav e, çavbikil e, biskbitêl e çepildirêj e, porkej e, navqendîl e, gerden e zirav e jê di êlî ne
diranê hûr in mircanî ne
zaravê şîrîn e, xeberdanê şekirî ne, zimanê tûdî ne
bi şêst û şeş awaza dibêje, bi heftê û du terza diqebîne malxirabo tu dêhna xwe bidê
minê çakûçekî li zendê xwe xistiye
tilî bêçiyê xwe di berda birrîne
ez ji te ra sond bixwim hefta min temam bû
çolix û çocixê min temamî tî û birçî ne, mal da dimîne gundîno hewar e, bê hewar e hewar e...
wey Xwedê Rebiyo hewar e, hewara me Xwedê
ê gelî gundî cînarno min ji we ra nego hewar e
ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê
li min ne tu cî ye, ne tu war e, ne tu sitar e
ezê daketim bajara jêrîn e
mi dî li me rabiye Ferêt û Embarçay e
bi ser me da zarîn e wa gimîn e
ji xwe ra zarezar e, tu dêhna xwe bidê kalekal e hewar e hewar e bi hewar e
ye
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum