Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hey La Hewilî Wey La Betilî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Hey La Hewilî Wey La Betilî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Hey lo lo hey lo...
hey lo lo hey lo hey lo
Kuro êtîmo birek siwarê mala bavê mi serkurê siwar bûne ji Îranê ji Turanê
ji cerdê ji cûrdê ji xwe ra dajon li selefa li selefa siwarekî li bozekî çaçanî çavreşî çardeh siwar e gavê din da ji kedera dilê mi gulîbira Xwedê ra gelo dajo li terefa,
tu sêr bike vê sibengê ji şerma dê û bavê heval û hogir
der û cînar û gundiyan û maliyan nebiya
ezê ji kedera ra dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra
gelo vê sibengê bibûma karîbarek zêr û zîv jê dor kildayî minê di jor da xwe berda nava
helîm morî mircan û bişkokan û sedefa
na welle xal û xetê di gerdenê, xebxebkê ber guhara tu sêr bike nava helî morî mircan û bişkokan û sedefa êtîmo tu were ramîsanekî li dev û lêvê şekirî li xal û xetê gerdenê li mi kerem ke
emê ji xwe ra qasekê vê sibengê selawata bînin gidîno gelo ji xwe ra li ser Mihemed Mistefa gidî wey la hewilî wey la betilî
li dîhara sekinî, li dîwana kelimî
terka mi sêva sor dikirî
tu sêr bike diçû welatê xerîb û xerîbistanê
gidîno gelo bi qerebîbera reş qerebacanê xwe ra dihasilî gelo
Hey lo lo hey lo hey lo...
hey lo hey lo lo hey lo
kuro êtîmo sibe ye êvar e ro li ava mexrebe ye
tu sêr bike vê sibengê rêka gundê me rê cade ye

hatin û çûyîna wî miletê lê qiyale ye
sêr bike kevir û kuçikê rû dunyayê ji bextê min û te ra mitale ye Quran û kitêbê li rû dunyayê ji bextê min û te ra faleme ye ezê diçûme dîwana mala bavê xwe gulîbirê
minê bala xwe berdayê li mijûliya min û te ye
ez çûme kîjan malê, kîjan dîwanê
minê sêr kirî temamî qal û miqareta min û te ye
tu rabe vê sibengê emê bi destê hevdu bigirin derkevine welatekî xerîb û xerîbistanê
bira kesekî me nas neke,
vê sibengê malxirabo eşîra mala bavê mi eşîreke giran e
wê te bikujin gelo vê sibengê sed yazixa xelka min î têlî telalî şebabî fodil gelo vê sibengê malxirabo sed yazix û nefsa te ye
gidî hey la hewilî wey la betilî
li dîhara sekinî, li dîwana kelimî terka mi sêva sor dikirî
diçû welatê xerîb û xerîbistanê
bi qerebîbera reş qerebacanê gelo ji êvar da dihasilî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.