Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hey La Riza
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hey La Riza

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lolo lo hey la Riza
ê tu gula Mala Emer î lo lo Riza
tu serdilka Mala Eshed î lo lo lo lo Riza
qaçax û firyar û serkêşê dewletê, qesasê dînê filan î heya dinya xweş ava be civatê mezin rûnêm bibêm hey wax li min hey la Riza
Rizakê ez bi qurban ji bona te çûme Mûşa şewitî hey wax li min hey wax gidî
gidîno ji bona te çûme Mûşa şewitî ez nizanim çi bû çi qewimî hey wax li mi lo çi ciriya
lo lo hey la Riza
Perîşanê marûmê tu sêr bike
bi limêja sibê ra sê firqe eskerê qerenîzamê
li derê dîwana Bavê Koroxlî, nexêr e
heywax lo li hev civiya
gava berê Bavê Koroxli dane Mûşa şewitî
Perîşanê li çogê xwe dixist digo heywax li mi Rizakê, digiriya
lo lo hey la Riza
Rizakê ez qurban ji bona te çûme Mûşa şewitî
heywax li mi lê bûme mêvan
maqûlo ji bona te çûme şewitiya Mûşê heywax li mi lê bûme mêvan
Perîşanê marûmê tu sêr bike
bejna bavê Koroxlî di nava hemû kesî da kifşe û belî ye
fenanî kulîlka nava gulan û sêva
Rebî tu padîşakî mezin î
tu efûya bavê Koroxlî ji qapiyê hukumatê derîne
ezê li civatê mezin rûniştama
minê palikê sor û zer çêbikira li ser lêva
lo lo hey la Riza

Gidî Rizakê ez bi qurban gelo ji bona te çûme Mûşa şewitî
ê mi dî Xezalê digo Perîşanê, lê lê dayê rebenê Riza kanê li me wenda kirine gula xanima, rewşa vê dîwanê
agirê kulê bikeve mala fêrîgê Mûşê kafir keşîşê Nordînê kaxitek şandibû dû bavê Koroxlî
tu cara nexêr e divê îro rûniştiya di şewitiya Mûşê li derê dikanê ezê bi xulama eflazê şîrîn, dev û lêvê şekirî, simêla sor û narincî, mijûl û qisedanê ciwabkî nebixêrê hatî Qasimiyê dibê bavê Koroxlî nexweş e, rakirine Perîşanê li çogê xwe dixist digo
xopana xestexanê heywax li min Rizakê, yeqîn derman danê lo lo hey la Riza
tu gula Mala Emer î lo lo hey la Riza
tu serdilka Mala Eshed î lo lo lo lo Riza
qaçax û firyar û serkêşê dewletê, qesasê dînê filan î heya dinya xweş ava be civatê mezin rûnêm bibêm hey wax li min hey la Riza.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.