Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hey Lê Ku Hey Lê (Sazê Mêrdînê)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Hey Lê Ku Hey Lê (Sazê Mêrdînê)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman hey lê were hey lê hey lê hey lê...
wî de lê lê delaliyê minê xezalekê rakirî ji sazê Mêrdînê ji bêderê tu sêr bike vê sibengê pişta xezala mi ketî gaz û bêlanê bilind
berê xezala mi ketî zozanek ji zozanê Elenderê
gidiyê bira tu bûka mala bavê mi biya
destê mi bi destê te biketa
minê ramîsanekî li dêmê gulî kerem bikira
seb xatirê çav û biriyê reş û belek ji gavê din da minê ji sêrî hetanê linga lê mêze kirî
serê fidolyê ji jor da daketiye ser nalça vê qonderê
tu sêr bike bira seb xatirê çav û biriyê reş û belek
çend saleka bibûma girtîko ji girtîkê taşxana vê sivîlê vê Leterê
hey lê hey lê ku hey lê
were hey lê hey lê hey lê hey lê hey lê hey lê...
De lê lê bedewê navê te nizanim ezê bi navê şîrîn bang bikim bibêjim palê lê pûlê de lê lê çîlê
sêr bike ji gavê din da serê fîdolyê daketiye ser nalça qonderê
ber cênîkê zîvîn ji jor da daketiye ser xizêmê qerefîlê
şirikê bêxwediya bîlazikê jor da daketiye ser movikê tiliyê li ser qaşa vî gustîlê
bira tu bûka mala bavê mi biya
devê mi bi xal û xetê gerdena zer biketa
seb xatirê yek ramîsana bejna zirav
çend saleka ezê bibûma girtîko ji girtîkê taşxana Leterê vê sivîlê
hey lê hey lê ku hey lê
were hey lê hey lê hey lê hey lê hey lê hey lê...

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.