Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Hey Lûr
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Hey Lûr

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

ê lê hey lûr hey lûr hey lûr... hey lûr hey lûriyê
Ezê ji te ra bêjim hey lûr
bê berxê gelo ji xwe ra hey lûr hey lûr hey lûriyê
mi dî şîrîna mi ji xwe ra ji malê derket
berxê bejna zirav da şitavê, tûncika narîn ji xwe ra şe kir
qolê zêra ji kêfê ra gelo vê sibengê dabû ber kofiyê hey lûr
îro ji kêfê ra meşiya ser kaniyê
berxê gidî ji kedera dilê rezîl ra
mi dî kezabî bavê pîra dê disenîne li banê qesrê li me mêze kir minê ji kedera dilê rezîl ra eyb û şermîn ji ortê hilanî
ez ji te ra sond bixwim meşiyame diçûm di pêşiyê
hey lûr hey lûr hey lûr...
hey lûr hey lûriyê
Ezê kedera dilê rezil ra gelo çûm pêşiyê
minê destê xwe avetî gelo vê sibengê şara sêrî bêxwediya temeziyê
minê nihêrî serê xwe bilind kir ez nas nekirim
go lawê bêbava tu kî yî
destê xwe davêjî kofîka mi keçikê mi zeriyê
mi go keçê kulmalê tu kor bûyî mi nas nakî
go lawiko nav û namûsê min û te va pir û pir giran e
tu çuqas cahil û tu nezan î
li vê rastê ser kaniyê tu hatî pêşiya mi keçikê
yekê nenas me bibîne wê bibê qîza filankesê dosta bêvankesê
li ser kaniyê senîbû xortê xelkê çûne pêşiyê
were hey lûr hey lûr hey lûr...
hey lûr hey lûriyê

Ê bê hey lûr hey lûr hey lûr
kuro hêtîmo ezê ji te ra lûrî nakim ezê li banê qesrê bisekinim
tu were biniya mala me ra derbas be
ezê mendîla xwe ji te ra bihejînim ca li ba kim
eger vê sibengê pîra dê, kalî bavê qayîl bûne ji xwe qayîl bûne
gava qayîl nebûn heft birayê min hene
ezê bêjim dayê bavo gilî gazina ji mi neke
ezê her hefta bi derbekî bi qurban kim eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê bêjim lawikê cindî li hêşiya konî Erebî
bînim nava taxima sing û berê xwe da di xewra kim hey lûr
hey lûr hey lûr hey lûr...
hey lûr hey lûriyê
Êrê dayê rebenê sibe ye vê sibengê ew çi agir e te ji kêfê ra dadayî hey bêbextê bêbaviya meke lawikê mi vê sibengê ji mi xeyîdî fenanî vê sibengê bayê felekê li milê minê çepê bixîne
bi ser milê rastê da ji xwe ra li mi bada
kê dîtî kî bînaye heft salê merû temam be
merû dêrisê gunda da berdilka dilê lawkê xwe bi tenê be merû dêrisê gunda da heft salê meriv temam be
berdilka dilê lawkê xwe bi tenê be
hey bêbexto gelo vê sibengê tu dêhna xwe bidê
pîra dê, kezabî bavê bibe vê sibengê sebebê nava du mirada
were ûy ûy ûy ûy... hey lûr hey lûriyê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.