
Şarkı Sözleri
Ax wax wax wax hey wax hey wax
sibe ye vê sibengê Îbo Begê digo lawo qehweçî berxê
sibe ye dilê mi kînekîn e
tu rabe vê sibengê malxirabo
dilê mi bi kulo di kedero bi mereq û bi birîn e
tu rabi vê sibengê ji xwe ra tevdîra dîwana axayê xwe bibîne vê sibengê Îbo Beg misînê destmêjê hiltîne
derkete rewaqê tewrê jorîn e
du siwara di rêya Parsîna Jêrîn dibîne
vê sibengê li qehweçî kir qêrîne
go berxê vê sibengê bike wa bilezîne tevdîra çay û qehwekî wa bibîne şitavekî ji dîwana axayê xwe ra bibîne
minê du siwar li rêya Parsîna Jêrîn dîne
Xaçîk e bi tevî kamandarê wî ne dîn e dujman e bira neyê tu qisûrê li Axayê te da nebîne
dema vê sibengê qahweçî qehwa şîr û şekir dikelîne berdabû fîncana zêrîn e
dabû ser tabla zîvîn e
vê sibengê malxirabo çavê wî li rê û dirbê dimîne nêhêrî vê sibengê kafirê Xaçîk e
siwarê li dû dajo qaymeqamê kimandanê wî ne gelo vê sibengê di derê dîwanê xwe li erdê dixîne tu sêr bike vê sibengê Îbo Beg hespa ji desta distîne
tevê qehweçî hespa li hêwşa tewla da dikişîne
sêr bike vê sibengê tu dêhna xwe bidê qehweçî
qehwê li ber Xaçîkê kafirê Xaçî qaymeqamê kimandanê wî digerîne
papaxê xwe ji serê xwe dertîne
serxoş e aqil di serî da tunîne
li binê tablê dixîne
qahwê di ser qahweçiyê Îbo Begê da werdigerîne go lawo tu here ji Axayê xwe ra bibêje bidikirîne Necîbe Xanim qîza wî ye, Eyşan Xanim bûka wî ye Fadîme Xanim jina wî ye
bira ji min û qaymeqamê kimandanê mi ra bîne ku nayni
tîne bira bîne gava
ezê seferekî li ser çêbikim
heyanî dunya ava be kesî ji bîr neke
kesî di emrê bavê xwe da şixulê wiha nedîne
vê sibengê malxirabo qahweçî dike fîxan dizarîne xwe bi tewlexanê ra digihîne
tu sêr bike vê sibengê ji Îbo Begê ra dibê didikirîne Îbo Beg dike wa dilezîne
vê sibengê ra xwe bi yalî heremê ra digihîne tu bala xwe bidê li Necîbe Xanimê kir qêrîne go dayka minê bike bilezîne
qatek çekê rismê ji bavê xwe ra bîne
vê sibengê van kafira dîn û dujman e dewa namûsa me dikîne
lawo Mala Hacî Qero malekî giran e
heyanî roja îro kesîretîke weha giran li ber çavê xwe nedîne
tu sêr bike dema ku çekê rismê ji bavê xwe ra tîne
Xwedê xira bike çekê rismê bi sûyê xwe da datîne
leganê ji qilif dertîne
di ber sapokê da diçikîne
xwe bi wî yalê dîwanê ra digihîne
nihêrî Xaçîkî serxoş e, qaymeqamê kimandanê wî kesekî hay ji xwe nîne
leganê ji ber sapokê dikişîne
berî qapaxa serê Xaçîk tê da qapaxa serê wî hiltîne
mejiyê vî marusê bi remaqê dîwanê va dimîne
koka qaymeqama kimandara li wan tîne
yek di nava hespa da dimîne
xwe bi Parsîna Jêrîn ra digihîne
go kimandanekî li Parsîna Jorîn saldatekî derketiye
ji gavê din da koka qaymeqama Xaçîk û kimandana li me tîne
vê sibengê Xwedê xira bike kesîretiya şerê ser namûsê tiştekî bi pera nîne
heya dunya xweş ava be li pey Îbo Begê torinê Mala Hacî Qero
berxê Mala Dîbo bi Sibo
emê rûnên ji xwe ra vê sibengê
bikin axîn û hey waxîne hey waxîne
Gidî dema vê gotinê dibê didikirîne
van marusa radibin eskerekî giran hiltînin
İbo Beg ji xwe ra bi dilekî kederê bi mereqê wa bi birîn e
dizane îro roja xêrê nîne
dema ku vê sibengê malxirabo darê dûrbînê hiltîne
di ber çavê xwe da diçikîne
li rêya Parsîna Jêrîn mêze dike
tîpek siwarê giran li rêya Parsîna Jêrîn dibîne
tu sêr bike vê sibengê li Necîbe Xanimê kir qêrîne
go dayka bavê xwe yê bike wa bilezîne
gule û barûdê, fîşek û fîşelixê ji bavê xwe ra bîne
lawo va îro roja xêrê nîne
bavê te gelo bira kesek tu qisûrê li bedena bavê te nebîne
nebêje Îbo Begê berxê Mala Hacî Qero bêîman e bêdîn e
lawo dema ku vê sibengê li remaqê jorîn dibîne
devê çapiliyê li ser van marusan digerîne
koka xulam û xizmetkara, esker û vê sibengê xas saldata li van marusa tîne
gule barûdê Îbo Begê xilas bûne
sê fîşegê wî dimîne
xwe bi yalê heremê ra digihîne
tu sêr bike derî bi ser çolix û çocixê xwe da kilît dike
zirza qetlê lê dixîne
vê sibengê koka çolix û çocixê xwe tîne
tu sêr bike Necîbe Xanim bi tenê dimîne Xwedê xira bike derdê cîgerê tiştekî din nîne
go berxê tu pişta xwe bi bavê xwe da bizivirîne
dema ku vê sibengê pişta xwe bi bavê xwe da dizivirîne go bavo qetla mi li te helal be
namûsa Mala Hacî Qero namûseke giran e
tu qîza xwe bikuje bira namûsa te dest û pêya da nemîne dema ku vê sibengê Necîbe Xanim dikuje
namûsa wî nav dest û pêya da namîne derdikeve remaqê jorîn
ji xwe ra malxirabo bi leganê çend fîşegê xwe diteqîne Îbo Beg li wê derê ji xwe ra emrê Xwedê bi cî tîne
xwedanekî xêra kir qêrîne
go hey wax felek te çima li me wa kir
xelkê çolix û çocixê xwe bi destê xwe xilas kir
Îbo Begê torinê Mala Hacî Qero, berxê Mala Dîbo di Sîbo tu sêr bike koka çolix û çocixê xwe anî
bi destê xwe çolix û çocixê xwe di binê şûr ra derbas kir
ax hey wax wax wax hey wax û wax
heya dunya xweş ava be Îbo Begê torinê Mala Hacî Qero
berxê Mala Dîbo bi Sîbo
emê vê sibengê ji xwe ra bikin axîn û hey waxîne hey waxîne.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum