Şarkı Sözleri
Ax eman, were eman were... eman were eman lo xewgirano
Lo lo Ismailo ez bi qurban sibe bû diçûm Talyata Jêrîn Talyata Jorîn mi rebenê bala xwe berdaye vê sibengê gelo îşev şev e vê şeva înê gidî sibe bû mi dî qîz û bûkê Mala Keleşdîno
li devê çemê jêrîn kirasşoka xwe danînê
tu sêr bike vê sibengê ji xwe ra malxirabo rûniştine
temam bi hev ra dikin şînê
ca sibe bû mi dî xort û bendê Mala Keleşdîno
tevdîr û tivdarekê xwe temam dînê
tu dêhna xwe bidê derketime qesr û qonaxê Îsmaîlê Xelîl Kekê Nafo mi rebenê bala xwe berdayê
hewar Xwedê gelo xweş tê dengê vê Quranê
reben ez im vê sibengê dewra vê Yasînê
gidî minê vê sibengê destê xwe kir nav yataxê nav nivînê
deste mi ketiye nava xwûnê
mi rebenê bala xwe berdayê destê mi gulîbirê ketiye devê hê vê birînê
bê ji xew rabe ji xew rabe ji xew rabe
ax lo ji xew rabe lo xewgirano.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum