Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ji Bona Kubarê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ji Bona Kubarê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eman eman eman oy oy oy...
ax wayêx ax gundo dil çetin e
eman eman eman...
lo lo lawiko ez ji te ra sond bixwim
bejna te zirav e ji tayê gulê, ji şitla vê rihanê
gelo vê sibengê ji dara lo vê çinarê
hey bê qewlo tu rabe
qasekê çend rojeka ji bo xatirê mi keçikê bibe melê gundê me
derkeve serê camiyê dara minarê
hey bê qewlo bi dengekî êlî azan bide
ji sibê heyanî êvarê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê
hey bêbexto te cîgera mi peritand
bê qewlo bê qiraro kezeba mi anî xwarê
xelk û der û cînar û gundî malî te dipirsin
dibêjin lawiko ez çi derd e çi kul e çi mereq e bi te ra
tu bê bê ez dimirim ji bona kubarê
eman eman eman...
eman eman lo dil çetin e
Eman eman eman oy oy...
lawiko mi ji te ra nego bengî bi mi bengî lo bêqewlo şara reş bû lo moriya rengî îro çendê mi temam bû
te ez ne xwestim ne revandim
di kaviliyê gunda da li her çar malê ser kaniyê da
heywax Xwedê ez kiribûm nav û dengî
lawko gidî tu were mi birevîne
mi navê mala feqîr û fiqara
ji binê barê min û te giran e kesek rake
mi birevîne bavê ber bextê axa û axalerê Serhedê gelo vê sibengê yekî bi bextê pir û pir zengîn
eman eman eman...
eman eman lo dil çetin e.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.