
Şarkı Sözleri
Wey lê lê hê hê... wê lê wey lê
de lê lê kawê kubarê sibe ye
dilê mi ji xwe ra vê sibengê bi kul û wa bi xem e
tu sêr bike vê sibengê dêrisê gundê me bişewite li dîharî çem e
gavê din da Ferêtî rabiye bi ser me da
kalekal e, xumexum e, jê di lemelem e
tu sêr bike vê sibengê malxirabo lêvê kubara mi tenik e fenanî kaxit e
Xwedê xira bike vê sibengê gerdena wê zer e
Xaliqo Rebiyo lêvê wê tenik e bi kaxit i
tilî bêçiyê muhuba dilê mi bi qelem e
sebrê îro çendê mi temam bû te ez helandim
bi kilo bi qirama wa bi derhem e
tu sêr bike vê sibengê tu nizanî dêrisê gunda da xelk bi harisê mal û hal û temelê dunyalikê
îsal û çend salê me temam bû ezê ji xwe ra birîndar im sewdalî me mereqlî me bi harisê girêdana te me
yar yar yar yar yar yar yarfelek yar
kewa mi hey narîn
Xwedê Rebiyo gelo tu sêr bike vê sibengê
êl bû bi harisê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav, çav û buryê reş û belek
tim û tim cara jê gul dibarî
hey narînê hey narî narîn
Wey lê lê wey lê hê hê... dîlbera mi yar
sebrê buhara welatê me hatiye tu sêr biki vê sibengê payîz pê ra
tu sêr bike kawa mine kubara naziki nazenîn
bejna zirav girê dabû vê sibengê natika kever dabû ber qolê zêra Xwedê xira bike vê sibengê
mi dî miskînî heramî mêrê xirab li gera binya mala sekinî
ji kubara mi ra bi dev û lêvê pintî ji kêfê ra dida çêra
mi go maruso tu nizanî îro bejna zirav neqişandiye
ez nizanim ji kê ra
dilo yar yar yar yar yar yar yar yar felekê
kuro êtîmo tu nizanî ez nizanim bejna zirav xemilandî ji kê ra
tu nizanî merû kotiyê mêra be, jina çê bîne
meriv nizane merû tîne ji xortê xelkê ra
dilo yeman yeman ha yeman gidî.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum