Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keçê Kulmal
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Keçê Kulmal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ax lê lê lê wayê lê lê wayê...
keçê bi kulmalê heya sax bim li dem û dewran û dûmeka vê dunyayê
vê sibengê ezê bala xwe didimê
aqûbeta min û te va bû aqûbeta Hesen û Belqîzayê
sebra dilê min gelo aqûbeta Ûsiv û Zuleyxayê
lê lê lê wayê lê lê lê wayê
bejna zirav ezê vê sibengê bi destê kewa gozel bigirim
xwe bavêm ber bextê padişahê vê Turkiyayê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê xwe bavêm nava duwalê ejnebî ber bextê qeralê Avrûpayê
hewar hewar hewar hewar...
ax hewar lo çiqa zilm e
Ax lê lê lê wayê lê lê wayê...
lê lê kawê kubarê sibe ye vê sibengê tu dêhna xwe bidê
ezê bûme aşiqê te şîrînê, te xeberxweşê, gelo derdgiranê sebrê payîza welatê me Serhedê hatiye
herkesî beranê xwe berdanê
tu dêhna xwe bidê malxirabo ez evdalê Xwedê
ketime tor û doza te nazikê, te nazenînê, devlikenê, xeberxweşê
gelo vê sibengê na welle malxirabê, bê merhemetê, bê aqilê, te nezanê
hela rabe destê xwe li nava destê mi bixîne
emê qasekî berê xwe bidin welatê xerîb û xerîbistanê
nava duwalê ejnebî hukumata Turkiyayê
derbas bibim nava duwalê ejnebî
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
emê xwe bavên ber bextê şahek ji şahê vê Îranê
lê wayê lê lê lê lê wayê
Ax wayê ax wayê hey wayê
kuro delaliyo sibe ye vê sibengê
tu dêhna xwe bidê derdê dilê mi derdekî pûç î bê derman e
kuro kulmalo derdê dilê mi derdekî pûç î bê derman e

minê bala xwe berdayê fesad û şeytanê gundê me
li gera biniya mala sekinîn îro ji êvara Xwedê da li hevdu diciviyane dikirin gilî û gotin û mijûlî û qisedan e
erê bawer dikirin gilî û gotin û mijûlî û qisedan e tu dêhna xwe bidê minê gohê xwe dabû wan e minê bala xwe berdayê miqareta me herduyan e hey bêbexto tu rabe bi destê mi esmere bigire ji xwe ra birevîne bikeve sere çilan û çiyane tuyê vê sibengê qomşiyê Turkiyayê nêzîk say dikî alîkî me yek Êl e yek Ûris e yek Ecem e
tu bala xwe bidê bêbexto li pêşiya me qoce Îran e lê lê lê wayê
ax lê lê lê wayê...
kewa gozel tu dêhna xwe bidê malê me danîne zozana
li zozanê li Dugurî
tu bala xwe bidê malê me danîne zozana, zozanê li Dugurî
tu dêhna xwe bidê êl û eşîra mala bavê te giran e
dikişiya vê sibengê malxirabo fenanî mûrî
tu bala xwe bidê vê sibengê li dêrisê gunda da
tuyê yeka bejnzirav î, çavbikil î, bisbitêl î, çepildirêjî,
porkej î, navqendîl î, gerdenzer î
tu dêhna xwe bidî ji bejna xwu va bilind î
tu xwedanê tîpek guliyê hûr î
zalimê hey narîn
ezê bi destê kewa gozel bigirim
derkevim serê çilan û çiyan
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê qomşiyê Turkiyayê nêzîk say bikim
li alîkî me Êl e yek Üris e yek Ecem e
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
ezê bi destê kewa gozel bigirim
derbasî Binxetê bibim
ji xwe ra

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.