Şarkı Sözleri
Lawiko gede min got ez gune me Sarweliya Kiriba digot ez gune me
Malxirabo tu busulman î ez file me
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê ezê ne layîqê dînê xwe me hewar Xwedê gelo ancax dînê heq dînê Mihemed
vê sibengê ez layîqê lo dînê we me
bêbextiya meke mi birevîne
ez ji xwe ra bi harisê dînê we me
Sarweliya Kirîba sekinî li Qereçobanê ji xwe ra li devê ay lo vê gêdûkê
hela bala xwe bide girêdanê gidîno girêdana lo zava bûkê
hey bêbexto mi di xewna xwe da dîtî
dînê Mihemed dînê heq dînê we ye
destê mi bigire mi birevîne ber bextê axakî bibext
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
min bavê ber bextê mêlikê lo Govendikê
dûrêm here dûrêm here lo nez gune me
hey bêbexto gelo tu busulman î ez file me mi di xewna xwe da dîtî
dînê Mihemed dînê heq dînê we ye malxirabo ezê ne layîqê dînê xwe me
wey bêbexto ez bi harisê dînê we me.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum