Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keçkê Dînê Dewranê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Keçkê Dînê Dewranê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Keçkê dînê ezê nexweş im îro nexweşê bêhal im
gelo ji derdê êşa can û bedenê xwe da
ezê digerim nagerim nasekinim wî,
malxirabê tu dêhna xwe bidê li qarişî gewra
kawa xwe kubarî nazikê nazenîn fenanî hîva serûbin im
Xwedê bi dê û bavê mi ra qebûl neke qe
hilmede
berdilka dilê mi heft salî da minê xwedî kiriye ji mi ra nexwestin
ez girtim vê sibengê malxirabo
birim li yezîdîkê welatê Serhedê
gelo li qizilbaşê bêşincî mezheb ji xwu ra ez mahr kirim
ezê îro êvara Xwedê da ji derdê dilê xwu ra dibêjim
malxirabo pê disekinim pê dimirim
dewranê wî ax dewranê...
ax dewranê dewranê
Lo lo kuro delalîko sibe ye dile mi kanîka devê çem e
êtîmo dile mi kanîka devê çem e
tu bala xwe bidê Ferêt rabiye li ser me da
kalekal e lemelem e
alîkî singê mi ji te ra bi kaxit e
tilî bêçiyê mi ji te ra bi qelem e
sazam xirabo zarê mi bi gotin û xeber e
taxima sîngûberê mi bi kaxit e
tilî bêçiye mi bi qelem e tu dêhna xwe bidê derdê dilê rezîl ra tu binivîse
ezê ji te ra bibêjim ez sebra te me
hey bêbexto tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo eger gava di kaviliyê gunda da dîn dibî dîn dîn nebe tu nizanî
Memê tu yî, Zînê ez bi xwe me

dewranê ax dewranê dewranê...
ax zemano zamano... dewranê
Lê lê sebra dilê mi ezê derketime zozanê jorîn îro ji dilê min û te ra bişewite bi genim e wa bi ce ye berxa dilê mi ji xwe ra bi genim e wa bi ce ye
ezê li derê malê sekinîm mi dî bejna zirav
xwe dabû derê baxçeye
ez nizanim gavê din da çima wisa bi duşunce ye
berxa dilê mi ji xwe ra bi made ye
digo kuro delalîko ezê duşunmîş dibim soniya min û te ye
hela bala xwe bidê vê sibengê kopeka dê, kezabê bavê
rabûne ranebûne bûne vê sibengê mekruh bi fesadê li dû min û te ye
dil heye bi destê mi bigre ji te bistîne
gelo bide qizilbaşê vî welatî yê yezîdê Serhedê
hey bêbexto gelo vê sibengê
mi ji te ra nego awirê çava
qinyetê dila boş in bê fayde ye
tu were bi destê min bigire birevîne
ji bona nefsa canê xwe ye
ev sêsed wehde li bedena min ketibe
heya dinya xweş ava be
taxima sing û berê min dîsa ji te ra yayle ye
dewranê ax dewranê...
bê dewranê zemano.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.