Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keçkê Dînê Ez Nezan im
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Keçkê Dînê Ez Nezan im

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 3 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Keçkê dînê ezê bi destê te bigirim birevînim
bejna te zirav e ji tayê rihanê wê lo ji dara çam e
navê min û te va belav bûye rûdunyayê wî lê li xas û am e
ez di bextê te û Xwedê ketime vê sibengê li pêşiya me Mûrad e buhar e bi ser me da rabiye ne buhur e ne delav e ho lê ne tu qam e ezê bi destê te bigirim birevînim bavêm ber mixara Cûnî
sebra dilê mi ditirsim ramîsanekî li te malxirabê kerem bikim tu nizanî ez musulman im ji bona dînê Mihemed ji me ra heram e wî wî ez nezanim hoy oy ez nezanim
berxa dilê mi ez nezanim wî lo ez nezanim
ezê di kaviliyê gunda da cahil im ho lo derdgiran im
ezê bi harisê bejna zirav dêmî gulî
çav û buriyê reş û belek belekê im
çavan
ye
Êrê bejna zirav digo kuro delalîko sibe kavilê gundê me li devê çem e wî malxirabo tu dêhna xwe bidê vê sibengê alîkî me Êl e yek Ûris e yek Ecem e
malxirabo vê sibengê tu dêhna xwe bidê
Ferêt rabiye leme leme hoy
vê sibengê
hela bala xwe bidê kewranekî li pêşiya me ra derbas dibe
bê kewranbaşiyo barê kewranê te çî ye ewê bibê barê kewranê mi derd û kul e serbarê kewranê mi tev jê xem e malxirabo tu bi ku da herî vê sibengê di dêrisê gunda da mi birevîne
bavê ber bextê Bavê Şebo axayê xorta
ocaxkoro ezê tim û tim cara teslîmê nefsa te bûme
tu nizanî vê sibengê bi heramî nêzîkî mi nebe
ser me ra Rebê Jorîn e li me sêr dike
berxo tu ku da herî dîsa ez ya te me
ho ho ez fîrarim ez stûxar im

Keçê kulmalê ezê ji zêranî zêrê
qurs im ezê herim serê rêka Mûşa şewitî bisekinim siwal û pirsa gewra xwe ji herkesî ca bipirsim
esmerê ezê destê xwe li Qurana mubîn bixînim wexta mele nîkahê nebirre
ezê tu cara nêzîkî te nabim ji Xwedayê xwe pir ditirsim berxa dilê mi gelo vê sibengê
ezê rûnêm li biniyê mala siwal û pirsa qederê ji Xaliqê Alemê Rebê Jorîn da rica bikim
ji gelek xoce û mela bipirsim dewranê
ez xirabim ez xirabim
di kaviliyê gunda da dikim nakim bê çavê reş û belek nabim dimrim îro ji êvar da ji tan û niçê xelqê û nexweşim
ezê çi bibêjim berxê wê lo ji hev bela bim.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.