Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Keja Mîrê Palo Û Salihê Kurê Mîrê Berêz
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Keja Mîrê Palo Û Salihê Kurê Mîrê Berêz

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Sibe ye dilê mi li halê dilê mi kînekîn e
sibe ye Salihê lawê Mîrê Berêz serê xwe davêje ji xewa şîrîn e
Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka le xewna xwe da dibîne sibe ye radibe peyakî bi ser bavê xwe da dişîne
here ji bavê mi ra bêje bidikrîne
bira Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
bi zora mal û hal û temelikê dunyalikê bixwaze dîsa ji min ra bîne lo
de haydê de haydê, Saliho de haydê
lafiko de haydê, forteko de haydê
lafikê nava qîz û bûkê nava êla Berêzo de haydê
Sibe ye dema peya
dike dilezîne xwe bi Mîrê Berêz ra digihîne
dibê Salihê lawê te dibê
bira Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
bi zora mal û hal û temelikê dunyalikê bixwaze ji min ra bîne
Mîrê Berêz destê xwe li devê xwe dixîne
dibê lawo here ji wî marusê lawê marusa ra bêje bidikrîne
barê Mîrê Palo çil qenter e donzde ritil e
bi devê bavê kesî neketiye ji erdê hilîne de were lo lo dema ku peya dike dilezîne
ji Salihê lawê Mîrê Berêz ra vê gotinê dibê didikrîne Salih destê xwe li devê xwe dixîne
dibê ez di guhanê vî xortî da darkî daynim vê sibengê bi destê xwe şixula xwe neqedîne
li hêviya dê û bavê xwe bimîne
de were lo de were Saliho de were
lafiko de were, forteko de were
lafizano de were
fortekê nava qîz û bûkê nava êla Berêzo de were de haydê

Dema ku vê gotinê dibê didikrîne
Salihê lawê Mîrê Berêz bang li Serseyîsê seglavî dike hetanî ba xwe tîne
dibêje ezê serê xwe bavêjim xewa şîrîne
tu tevdîra seglavî bibîne tengûberê seglavî bişîdîne zînê Şamê nav milê bîne gema Diyarbekirî li dêv bixîne
rima newzerî zengûya rastê da biçikîne serê rimê movik e
topa rimê donzde kîlo ji darê gurgîn e tengûberê seglavî bişidîne
serê mi li ser balgî balîfê bursê bihejîne dema ku vê gotinê dibê didikrîne serê xwe davêje xewa şîrîne
Seyîs tevdîra seglavî dibîne malxirabo şitavekî bi kapa da dişiqitîne
kirasê ûstifî bi ser da tîne zînê Şamê nav milê tîne gema Diyarbekirî li dêv dixîne
rima newzerî zengûya rastê da diçikîne
serê rimê movik e topa rimê donzde kîlo ji darê gurgîn e dema ku zengûya rastê da diçikîne malxirabo serê Salihê lawê Mîrê Berêz ser balgî û balîfê birsê dihejîne
radibe tevdîra qehweltiya xwe dibîne lo lo
ax de were de were...
Saliho were, lafiko de were
forteko de were lafikê nava qîz û bûkê nava êla Berêzo de were

Sibe ye dema ku tevdîra qehweltiya xwe dibîne qehweltî dike çay û qehwa xwe bi ser xwe da diqelibîne radibe îzna xwe ji Seyîsê seglavî distîne
şingînê ji zengûyê tîne
ya Allah ya Xwedê dibê dilezîne
rima newzerî zengûya rastê da diçikîne
serê rimê movik e topa rimê donzde kîlo ji darê gurgîn e
dibê bi quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn e
rêya bîst û çar saeta seglavî ji mi ra du saeta da diqedîne segvano de were lo
dema ku dike dilezîne
vê sibengê dikeve rê û dirbê dilezîne
çend roja rêya xwe diqedîne
derdikeve çiyayê Paliyê diqedîne
derdikeve serê çiyayê Palo
bala xwe didê vê sibengê li rasta Palo mêze dike
hesabê xweliya heye hesabê çadir û xeybeta tunîne
dibê ezê bi çi karî qismet û nesîbê mi li mala kê bimîne radibe xwe berdabû nava çarşiya bajara Paliyê bala xwe berdayê ne serî ye ne binî ne
vê sibengê goşe bi goşe digerîne
kuçe bi kuçe dibe tîne vê sibengê dibê ezê dizgîna seglavî berdim
gotinê mezin û rûspiyê welatê me temamî kitêbî ne
dibêjin hespê çê tim û tim cara miradê xwediyê xwe diqedîne
serê seglavî berdim li derê kê bisekine
bawer bike qismet û nesîbê mi li wê dimîne
de haydê de were lo lo de were lo lo...
Saliho de were, lafiko de were
forteko de were lafikê nava qîz û bûkê êla Berêzo de were

Dema ku vê sibengê serê seglavî berdide seglavî gelo kuçe bi kuçe difetilîne
diçe li derê Pîrê disekine
vê sibengê malxirabo qirbacê xwe li derê konê Pîrê dixîne
Pîrê serê xwe ji koxê xwe ra dertîne
bala xwe berdayê siwarekî li derê konê wê senîne siwarekî wiha di nava êla Mîrê Palo da nedîne
dibê siwaro Pîrka te li dora lingê te bigerîne gelo vê sibengê xwe bi qurbana lingê te bikîne tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo ciyê te heye çi korayî bi çavê xwe da bînim vê sibengê ciyê hespê te tunîne
de were siwaro de were lo lo
dema ku Salihê lawê Mîrê Berêz du deqeqa disekine
aqil ji serî diçe sewda dimîne
Xwedê xira bike welatê xerîb e
xerîbî zor e tiştekî bi pera nîne
destê xwe li bêrîka xwe digerîne
çend zêrî findeqê kefa destê Pîrê da dişidîne
vê sibengê Pîrê aqil diçe sewda dimîne
go mîvano mîvano mîvano serî mi heyran canê mi bi qurbano
Xwedê vê sibengê tim û tim cara
misafirê fenanî te bi ser Pîrka te da bişîne
Pîrê xwe bi yalî koxê xwe ra digihîne
dîzê li kolosê dixîne
kolosê li dîzê dixîne
seglavî ji destê Salihê Mîrê Berêz distîne
ber bi hêşiya koxê xwe dikişîne
dema Salih derbasî yalê koxê xwe dikîne
Salih diçe bala xwe didê cila merû li ser rûnê li mal tunîne
vê sibengê destê xwe li bêrîka xwe digerîne
çend zêrê findeqî bi kefa destê Pîrê va dişidîne
dibê here çarşî û bajara Paliyê
qatek yataxê ji xwe ra yekî ji mi ra sergîkî ji mala xwe ra bistîne bîne
de were lo de were lo lo

ax de were lo de were lo lo...
Saliho de were, lafiko de were forteko de were
lafikê nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de were
Pîrê dema ku ji malê derdikeve
lingê xwe li şimikê dixîne
xwe bi çarşî û bajara Paliyê ra digihîne
go mîvano mîvano mîvano serî mi heyran canê mi bi qurbano
Xwedê tim û tim û cara
misafirê fenanî te bi ser Pîrka te da bişîne
xwe bi bajara Paliyê ra digihîne
qatek yataxê ji xwe ra yekî ji Salihê lawê Mîrê Berêz ra distîne sergîkî ji koxê xwe ra tîne
dema xwe bi yali koxê xwe ra digihîne
Salihê lawê Mîrê Berêz serê xwe davêje xewa şîrîne
bi sê denga li Pîrê kir qêrîne
go vê sibengê malxirabê dema ku bîna bayê sura sibê tê
bi hev ra dibêje wa dilîlîne tu seglavî ji malê bikişîne
bibe li hêşiya konê mala bavê Keja Mîrê Palo
bînbaşiya qîzan û bûka bitewlîne lê lê
dema Salihê lawê Mîrê Berêz serê xwe davêje xewa şîrîne
tu dêhna xwe bidê Pîrê radibe vê sibengê
tevdîra qehwaltîkî ji Salih ra dibîne
vê sibengê malxirabo kirasê ûstufe bi ser seglavî da datîne
tu dêhna xwe bidê şevê nîvê di şevê derbas dibe
xewnekî tevolihev dibîne
bala xwe berdayê Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
li hêşiya konê Erebî tevê cariyê xwe rûniştine
gerdena zirava êlî ne serê memkan e sor e binî spî ne
fenanî fîncanê ferfûrî ne

fenanî sêvê ji sêvê Xelatî ne
çend saleka li serê pelan û dara bimîne tu dêhna xwe bidê vê sibengê
mewûja reş bixwe hetanî ser kêrtikê kemberê
merû bi çavê serê xwe dibîne
ax de haydê de haydê de haydê de haydê
Saliho de haydê, lafiko de haydê
forteko de haydê
lafikê nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de haydê
Dema Keja Mîrê Palo di xewna xwe da dibîne
serê xwe bilind dike ji xewa şîrîne
Pîrê serê xwe bilind dike
dibê berxê min te xêr e ya xêr nîne
dibê wa ninikê de were
lilikê de were, êmê de were
baciyê de were, dayikê de were
minê xewnekî tevolihev dîne
mi dî Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
tevî komê cariyan li hêşiya konê Erebî rûniştîne
ser da çît û perdê Heranî ne
bi ser da berdabû çengelê zêrîn e
tu dêhna xwe bidê Keja Mîrê Palo li hêşiya komê xanima zeriya rûniştîne
gelo lêva tenik i kaxitî ne
diranê hûr i mircanî ne
serê memkan e sor e binî spî ne
fenanî fîncanê ferfûrî ne
fenanî sêvê ji sêvê Xelatî ne
çend saleka bigêhêje serê pelan û dara bimîne mewûja reş bixwe hetanî ser kêrtikê kemberê
merû bi çavê serê xwe dibîne
gelo va gotinê mi dîtine

gelo layîqê Kejê ye layîq nîne anikê de were lê lê
Dema vê gotinê dibê didikrîne cardin serê xwe davêje xewa şîrîn e dîkê sibê dema ku kir qêrîne
bi sê denga li Pîrê kir qêrîne
go de rabe anikê de rabe
lilikê de were, ninikê de rabe
Pîrikê de rabe bike bilezîne
kirasê ûstufe bi ser seglavî da bîne
seglavî bibe li hêşiya konê mala bavê Keja Mîrê Palo
bînbaşiya qîzan û bûka bitewlîne
dema ku Pîrê seglavî dikişîne
dibe li hêşiya konê mala bavê Kejê ditewlîne
sibe ye vê sibengê tava sibê hatiye danê nîvro
Keja Mîrê Palo çît û perdê Heranî çengelê zêrîn bi ser kon da werdigerîne
dema seglavî li hêşiya konê mala bavê xwe dibîne
li komê zeriya kir qêrîne
go de were de were de were de were
komê cariya de were
gelî başoka de were
gelî xanima de were
gelî xatûna de were
çavê we li rê bimîne
çika kê tê sika vî seglavî ji erdê dikişîne
mi va seglaviyê hanê di êl eşîra mala bavê xwe da qe nedîne lê lê
ax de haydê de haydê de haydê de haydê
Saliho de haydê, lafiko de haydê
forteko de haydê, lafizano de haydê
fortekê nava qîz û bûkê nava êla Mîrê Berêzo de haydê

Dema ku vê sibengê çavê cariya li rê dimîne
bala xwe berdayê Pîrê vê sibengê germa nîvro lêdixîne
Pîrê tê sika seglavî ji erdê dikişîne
komê zerî xaniman cariyan ji Keja Mîrê Palo ra xeberê digihîne serê xwe di konê bi Erebî ra dertîne
çît û perdê Heranî çengelê zêrîn bi ser kon da werdigerîne
bi sê denga li Pîrê kir qêrîne
hetanî ba xwe tîne
dibê vê sibengê here va hespê hanê hespê kî ye kî nîne
go misafirê mi xerîb e ji vê êla we nîne
go tu ji misafirê xwe ra bêje
danê esrê hênûkaya esir da bira seglavî bi xwe bîne bitewlîne
çika siwar layîqê hespê ye layîq nîne de siwaro
ax de were lo de were lo de were lo de were
lafiko de were, forteko de were
lafikê nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de were
Dema Pîrê seglavî bir hêşiya koxê xwe dikişîne Salihê lawê Mîrê Berêz rûniştiye
destê xwe avêtiye duşunce hay ji aqilê xwe tunîne go de were anikê de were
lilikê de were, êmê de were
baciyê de were, ninikê de rabe
çika xeberê te yê xêrê çi hene wa çi tunîne
go misafiro serê mi bi heyran canê mi bi qurban
tu were vê sibengê Pîrka xwe li dora lingê xwe bigerîne
Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
Çît û perdê Heranî çengelî zêrîn bi ser kon da diqelibîne
destê xwe ji min ra dihejîne
min hetanî ba xwe tîne go here ji mîvanê xwe ra bêje
çika bi xwe seglavî bîne li hêşya konê mala bavê mi bitewlîne çika siwar layiqê hespê ye gelo layîq nîne de siwaro de bajo lê

Dema ku van gotina dibê didikrîne
bala xwe berdayê erd û ezman Salihê lawê Mîrê Berêz natamlîne çend zêrê findeqî kefa destê Pîrê va dişidîne
radibe dişîne ji xwe ra taximekî tiraşê tîne
tiraşekî dike, vê sibengê malxirabo dûzena xwe dibîne
radibe vê sibengê qatek cilê hakimiyê li xwe dikîne
dêhna xwe bidê tengûberê seglavî dişidîne
kirasê ûstufe bi ser da tîne zînê Şamê nav milê tîne
gema Diyarbekirê li dêv dixîne
rima newzerî di zengûya rastê da diçikîne
serê rimê movik e topa rimê donzdeh kîlo ji darê gurgîn e
bawer bike tu kesî siwarê wiha qe di êl eşîra Mîrê Palo da kes nedîne
dema ku germa nîvro derbas dibe sura esrê tê pê ra dilîlîne
li seglavî siwar dibe
li ser bîst û çar bizmara direqsîne
dajo li hêşiya konê mala bavê Kejê meydanekî dide seglavî seglavî dibezîne
tu dêhna xwe bidê li fetilandinê
Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
çît û perdê Herranî çengelê zêrîn bi ser kon da diqelibîne dema ku siwar bi herdu çava dibîne dilekî na bi donzde dila dihebîne
tu dêhna xwe bidê erd û ezman Keja Mîrê Palo natamlîne Salihê lawê Mîrê Berêz Kejê dibîne erd û ezman Salih natamlîne
vê sibengê Salih dike wa dilezîne xwe bi konê Pîrê ra digihîne go anikê de were, lilikê de were dayikê de were, êmê de were baciyê de were de haydê
Dema ku vê sibengê Pîrê dibê Saliho lawo te xêr e ya xêr nîne go anê, lilikê,

êmê, lê baciyê, lê ninikê
bawer bike Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
çît û perdê Herranî çengelî zêrîn bi ser kon da werdigerîne gava ku meriv Kejê dibîne
vê sibengê lêvê tenikê kaxitî ne
diranê hûr i mircanî ne
serê memkan i sor e binî spî ne
sûretê sor i sosinî ne
çavê reş ê kildayî ne
biriyê tenik û qeytanî ne
fenanê benda quruxê ye
diranê hûr i fenanê heba mircanê ye
lêvê tenik i fenanê kaxitê Melesiyê ye
mewûja reş bixwe hetanî ser kêrtikê kemberê
bedena wê da dixuyêye
ez ji te ra sond bixwim
dema ku malxirabo li derê konê mala bavê Kejê ye lê lê
Dema ku vî sibengê Pîrê danê esrê ber bi êvarê
sika seglavî ji erdê dikişîne
ber bi hêşiya koxê xwe tîne
Keja Mîrê Palo destê xwe ji Pîrê ra dihejîne
dibê de were de were de were...
Pîrê de were, zalimê de were
hela here ji mîvanê xwe bipirse
mîvanê te ji ku ye wa ji ku nîne
xeberekî ji mi ra bîne
dema Pîrê dike wa dilezîne
xwe bi hêşya koxê xwe ra digihîne
seglavî li hêşiya koxê xwe da girêdide wa ditewlîne
xwe bi Salihê lawê Mîrê Berêz ra digihîne
dibê Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
dibê misafirê te ji ku ye wa ji ku nîne
Salih dibê de rabe de rabe de rabe de rabe anikê de rabe, lilikê de rabe

êmê de rabe, baciyê de rabe, ninikê de rabe
here jê ra bêje bidikrîne
bêje Salihê lawê Mîrê Berêz e nava êla Berêz hatiye vê sibengê bi destê zorê te ji xwe ra te birevîne
Dibê de haydê, Saliho de haydê
lafiko de haydê, vireko de haydê
derewîno de rabe lafikê nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de haydê yekê bi guhê Mîrê Palo bixîne
wê çend qurumeka li patika stûyê te bixîne
zîn û tevî seglavî ji te bistîne
pirtiya kox bi serê mi da hilşîne
Mîrê Palo barê wî çil qenter e donzdeh ritil e
bi devê bavê kesî neketiye ji erdê hilîne de bajo de siwaro
Dema ku vê gotinê dibê didikrîne
Salih destê xwe li bêrîka xwe digerîne
çend zêrê findeqî bi kefa destê pîrê va dişidîne
go de rabe kezabê de rabe
bêîmanê de rabe, bêwîjdanê de rabe
biki wa bilezîne xwe bi Keja Mîrê Palo
bînbaşiya qîzan û bûka ra bigihîne
bê Salihê lawê Mîrê Berêz li nava êla Berêz hatiye
bi destê zorê te ji xwe ra wa birevîne
dema ku vê gotinê dibê didikrîne
pîrê lingê xwe li şimikê dixîne
go mîvano mîvano mîvano mîvano
serê mi bi heyran canê mi bi qurbano
Xwedê tim û tim û cara misafirê fenanî te bi ser pîrka te da bişîne lo lo
Dema lingê xwe li şimikê dixîne aqil diçe sewda dimîne

tizbiya destê pîrê kapê kûçikan e
li orta kûrika cehnimê rûnê hêdî hêdî wirdê xwe bikşîne
dema xwe bi kejê ra digihîne
Keja Mîrê Palo bînbaşiya qizan û bûka xwe bi Pîrê ra digihîne
dibê de were pîrê de were
kezabê de were hela te xêr e yan xêr nîne
Go keçikê de were
nazikê de were, lilikê de were
xanima qîzan û bûka de were
mîvanê me Salihê lawê Mîrê Berêz e
gelo hatiye bi destê zorê ji xwe ra te birevîne
Go de rabe, de rabe, kezabê de rabe çend şimika li nava qafê pîrê dixîne cil û potê pîrê diqelişîne
gelo dibê tu here jê ra bêje
ez heme qîza Mîrê Palo me
barê Mîrê Palo çil qenter e donzdeh ritil e bi devê bavê kesî neketiye ji erdê hilîne
yekê bi guhê bavê mi bixîne
wê çend qurumeka li patika stûyê wî bixîne
zîn û tevî seglavî jê bistîne
bi destê zorê mi jê bistîne
poz û posîde bi ser qîz û bûkê êla Mîrê Berêz da bişîne
tu ji mêvanê xwe ra bêje wa bidikrîne siwaro
Dema ku Pîrê dike wa dilezîne
xwe bi hêşiya koxê xwe ra digihîne
bala xwe berdayê Salih duşuncê da ye hay ji xwe tunîne
destê xwe li nava milê Salih dixîne
hêsira bi ser sûretê xwe da dibarîne
go de were anikê de were,
lelikê de were, dayikê de were,

ninikê de were te xêr e yan xêr nîne Go Saliho de rabe
lafiko de rabe, fordeko de rabe
lafizanî nava qîz û bûkê nava êla Berêzo de rabe Keja Mîrê Palo dibê yekê bi guhê bavê mi bixîne
wê çend qurumeka li patika stûyê wî bixîne zîn û tevî seglavî jê bistîne
pirtiya kox û bi serê te da hilşîne
poz û posîde bi ser qîz û bûkê êla Mîrê Berêz da bişîne bira van gotina tu cara bi ser mi da neşîne lo lo
Dibê de rabe anikê de rabe, lilikê de rabe, dayikê de rabe
êmê de rabe, baciyê de rabe
tu seglavî bibe li hêşiya konî Erebî dîsa bitewlîne
Dema ku radibe seglavi dikişîne
dibe li hêşiya konî Erebî ditewilîne
gêrî vedigeri tê malxirabo li konê xwe da dimîne
Go here ji Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka ra bêje bidikrîne bê gotiye çima mi çer dizani
ez Salih im Salihê delodîn im
ezê fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî jê di girgîn im
etegê Qilijdaxê ket û kevçirê diqetînim
kefê diçînim hewadê xwe direşînim
hezar û pensed êlê mînanî êla bavê wê ne dixwim ne difamînim
ezê bi destê zorê ji binê konê Erebî
çît û perdê Heranî bi ser kon da werdigerînim
bi destê Kejê bigirim ji nava konê Erebî derînim
ezê debança legan ji ber sapokê bikişînim
çend gulleka ser konê bavê wê ra biteqînim
paşê Kejê bi rê xim
Ji xwe ra ber bi malê bimeşînim lo lo

de were lo de were lo de were de lo de were lo
de were Saliho de were
lafiko de were, forteko de wer,e
lafikê li nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de were
Da Kêh Hesen dike hetanî ba xwe tîne
dibê halê mi ji bo vê qîza hanê tunîne
bêje bira çend xulam lêxe poz û guhê wî jêbikin seglavî tevî zîn û Kejê jê bistîne
go vê sibengê Kêh Hesen dibêje Mîrê Hesenbegê kirinê tu dibêjî kirinê axa û axalera
mêr û camêra, siwar û peya, maqûla nîne rabe ji konê xwe derîne
du siwara li pey bixîne
wê çend qûrumeka li patka stûyê wî bixîne
zîn û tevî seglavî jê bistîne
Keja Mîrê Palo jê bistîne ji te ra bîne
vê sibengê gotinê tu dibêjî mala xwe da
tu jê bistînî layîqê şan û şerefê axa û axalera nîne
Dema Salihê lawê Mîrê Berêz bi destê Kejê digire ji konê Erebî dertîne
şingînê ji zengûyê tîne
Kejê hêsira ser sûretê sor da dibarîne
vê sibengê bala xwe berdayê mineta Salih ji kesî tunîne
seglavî ser bîst û çar saeta direve
li ser çar bizmara direqsîne
go marusa qîza marusa te bi ser mi da çi lîlîne
hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne
go Saliho lo lawo Mîrê Hesenbegê Mîrekî zor î zirbe
bext û emniyeta wî tunîne
tirsim çend qurumeka li patka stûyê te bixîne
zîn û tevî seglavî mi ji te bistîne

malxirabo dema ku vê gotinê dibê didikrîne bala xwe berdayê Salih li ser çalima berê nîne Xwedê xira bike destekî û hezar dest yek nîne Salihê lawê Berêz tenê di nava êla xerîb da dimîne Go de were de were de were...
Saliho de were, lafiko de were,
forteko de were
lafizanî nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de were mi go qey Salih mêrkî çê ye
rojek ji rojî oxilmê giran wê kerî xwe bêye
mi nizanibû dîwarekî ser bûzê ye
wê hê bihele pişta mi eskûkê bikeve erdê ye lo lo
Go de haydê de haydê de haydê de haydê
Kejê de haydê, nazikê de haydê,
xanimê de haydê, xatûnê de haydê
çima tu mi çer dizanî
ez Salih im Salihê delodîn im
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî jê di girgîn im
etegê Qirîjdaxê diçêrim, ket û kevçirê diqetînim
kefê diçînim, hewadê xwe direşînim
hezar êlê mînanê êla Mîrê Palo malxirabo
fenanê êla Mîrê Hesenbegê ne dixwim li ber çavê xwe ne dibînim lê lê
dema vê gotinê dibê didikrîne
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo seglavî li ser bîst û çar bizmara direqsîne Mîrê Hesenbegê radibe du siwarê bavçê tevdîra wan dibîne bi dû Salih dixîne Keja Mîrê Palo pişt xwe difetile
bala xwe didê du siwar ji wê da têne
fenanî du gurê xwedayî ne
vê sibengê hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne
Salih dibê qîza marusa qîza marusa
dîsa te xêr e ya xêr nîne
dibê Saliho lo lawo tu li paş xwu bizivire

ji wê da têne du siware fenanî du gurê xwedayî ne
Salih dema ku difitile dibê gelo çi layîqê van siwara ne çi layîq nîne Kejê çima tu mi çer dizanî
ez Salih im Salihê delodîn in
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî jê di girgîn im
etegê Qirîjdaxê diçêrim
ket û kevçirê diqetînim
kefê diçînim, hewadê xwe direşînim
hezar û pensid êlê mînanê êla Hesenbegê
malxirabo fenanê êla Mîrê Palo ne dixwim li ber çavê xwe ne dibînim
ezê bi quweta Xwedê vê sibengê
bi destê herdu siwara bigirim ji te ra hêsîr bînim
gelo çika gotina te ji wan ra çi dibêje çi wa nîne
dema Salihê lawê Mîrê Berêz îzna xwe ji Kejê distîne vê sibengê malxirabo tu dêhna xwe bidê
peya dibe tengûberê seglavî dişidîne zînê Şamê nav mil lê tîne
gema Diyarbekirî li dêv dixîne
rima newzerî zengûya rastê da diçikîne
serê rimê movik e
topa rimê donzde kîlo ji darê gurgîn e
dema destê xwe da li hev dixîne
erd û ezman ber xwe dihejîne
hinek dibên axir zeman e
hinek dibên singû dewran e
hinek dibên melayîketê asîman e
hinek dibên tayê devan e
hinek dibên hozê miyan û berxan e
hinek dibên nêçîrvanê serê çiyan e hinek dibên erd û ezman e
kes nizane Salihê lawê Mîrê Berêz e
emir sêzde ye, çarda ne ponzda li ber çavê xwe dibîne vê sibengê teze teng û berê seglavî dişidîne
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo serê rima newzerî destê xwe da dihejîne

dema ku destê xwe da li hev dixîne xwe bi herdu siwara ra digihîne
vê sibengê bi çepilê herdu siwara digire serê wana li hevdu dixîne
hetanî ba Kejê tîne
dibê çi layîqê van Ereban e çi layîq nîne Kejê dibê de were de re de were... naziko de were, mêrxaso de were
palîwano de were
vê sibengê malxirabo dilê mi dibêye
tu rabe lêvê mi tenik i fenanî kaxitê Melesiyê ye diranê hûr i fenanê heba mircanê ye
sûretê mi sor e fenanî heba hinarê
ye çavê mi reş û belek i fenanê benda quruxê ye
taxima sing û berê mi serê memkê mi sor e binî spî ne fenanî fîncanê ferfûrî ne
fenanî sêvê ji sêvê Xelatî ne
çend saleka bimîne li serê darê
ye tu dêhna xwe bidê mewûja reş bixwim
hetanî ser kêrtikê kemberê dixuyêye
ancax taxima sing û berê mi eskûkê layîqê te lawê axê
de were lo lo
sed yazixa te nîne tu van marusa bikujî
tu rabe milê herda biqetîne
bi dêlî hespa va bişidîne
bi ser Mîrê Hesenbegê da bişîne
ye bêje eger ku mêrkî çê ye bira bi destê zorê were bi xwe Kejê ji mi bistîne
çima feqîr fuqareyê fenanî we bi ser me da dişîne lo lo
dema Salih radibe milê wana ji binî va diqetîne
bi dêlî hespa va dişidîne
bi ser Mîrê Hesenbegê da dişîne
dibê here ji axayê xwe ra bêje bidikrîne
bêje lawo kirinê ku kirine
layîqê axa û axalera, mêr û camêr, siwar û eger ku mêrkî çê ye bira bi xwe were peya nîne

Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka ji mi bistîne çima feqîr fuqareyê fenanî we bi ser mi da dişîne Mîrê Hesenbegê çavê wî li rê dimîne
dûrbînê li ber çavê xwe digerîne
dêhna xwe berdayê ji wê da du siwar têne
fenanî du gurê xwedayî ne
bala xwe berdayê hesp bi tenê ne
siwar li ser hespa tunîne
bala xwe berdayê go Mîrê Hesenbegê
bawer bike ew siwarê bi wê timtêlê mi dîne
mizgîniyê ji mi ra tîne
go yeqîniya te ji Xaliqê Alemê hebe ji Rebê Jorîn e ew peyayê mi li wê timtêlê bi çavê serê xwe dîne milê siwara diqetîne
peyayê sax e bi ser te da gêrî dişîne lo lo
ax de haydê de haydê...
siwaro de haydê, axao de haydê
Dema vê sibengê herdu xulam
xwe bi derê dîwana Mîrê Hesenbegê ra digihîne
bala xwe didê herdu di xwûnê da sor û mor dike
milê wan ji binî va tunîne
go law we xêr e ya xêr nîne
go axao gotiye eger ku mêrkî mêrxas e
bira bi xwe were Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka ji mi bistîne
çima feqîr fuqareyê fenanî we bi ser mi da dişîne
lawo va layîqê gotinê ku kirinê
layîqê axa û axalera mêr û camêr siwar û peya nîne lo lo
ji me ra gotiye ezê çadira xwe bikutim
heft roja li etegê Qirîjdaxê bimînim li hêviya axayê te
bira were Kejê ji mi bistîne
Mîrê Hesenbegê bang Kêh Hesen dike
hetanî ba xwe tîne
dibê Kêh Hesen halê mi tunîne

go axao rabi vê sibengê tevdîra xwe bibîne
çend siwarê xwe hilîne
vê sibengê çend peyayê xalçê di bavçê li dora xwe bixîne
peyakî bi tenê êtîmekî nazik û nazenîn e
ez ji te ra sond bixwim çend qûrumeka li patka stûyê wî bixîne
Kejê tevî zîn û seglavî jê bistîne ji xwe ra bîne lo lo
dema ku vî gotinê dibê didikrîne
Mîrê Hesenbegê radibe dike wa dilezîne
tevdîra xwe dibîne
îzna xwe ji xanima distîne
berê xwe dabû kirrê Qirîjdaxê
vê sibengê dike wa dilezîne
Salihê lawê Mîrê Berêz serê li ser çoga Kejê da datîne
serê xwe davê xewa şîrîne
vê sibengê Keja Mîrê Palo dûrbînê li ber çavê xwe digerîne
bala xwe berdayê hesabê xweliyê heye hesabê siwar û peya tunîne hêsira di ser sûretê sor da dibarîne
hêsirekê ser sûretê Salihê lawê Mîrê Berêz dixîne
serê xwe bilind dike ji xewa şîrîne
go de haydê de haydê de haydê de haydê
marusa qîza marusa te xêr e ya xêr nîne
go lawo hela li biniya xwe da mêze bike
hesabê xweliyê heye hesabê siwar û peya tunîne
lawê Mîrê Berêz serê xwe bilind dike ji xewa şîrîne
go marusa qîza marusa tu mi çer dizanî
ez Salih im Salihê delodîn im
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî jê di girgîn im
etegê Qirîjdaxê diçêrim
ket û kevçirê diqetînim
kefê diçînim, hewadê xwe direşînim
hezar siwarê mînanê siwarê Mîrê Hesenbegê
ne dixwim li ber çavê xwe ne dibînim
bi quweta mi nîne bi quweta Rebê di Jorîn e
ezê niha rabim Mîrê Hesenbegê koka siwara peya bînim

Mîrê Hesenbegê hêsîr û dîl bigirim bînim li ber lingê te datînim lê lê
dema ku siwar nêzîkayî bi Salih dikin dinêre Salih ne li ser kêfa berê ye
Kejê dibê Saliho lo lawo dilê mi dibêye li halê dilê mi dibêye
mi go qey Salihê lawê Mîrê Berêz mêrekî çê ye rojê ji rojên oxilmê giran wê kêrê xwe bêye mi nizanîbû vê sibengê torbek ji torbê xwelyêye wê bikeve stûyê mi eskûkê
giran e nikarim bilind kim ji erdêye lo lo
Go de haydê de haydê...
Kejê de haydê
marusa qîza marusa de haydê
tu nizanî ez Salih im Salihê delodîn im
fenanî lokek ji lokê Îbrahîm Paşa Mîrê Milî jê di girgîn im
etegê Qirîjdaxê diçêrim
ket û kevçirê diqetînim
kefê diçînim, hewadê xwe direşînim
hezar û pênsid siwarê mînanî Mîrê Hesenbegê
ne dixwim li ber çavê xwe ne dibînim
ezê niha du saetê dinê rima newzerî zengûya rastê da biçikînim
vê sibengê destê xwe da li hev bixînim
erd û ezman ber xwe bihejînim
Mîrê Hesenbegê bigirim dîsa ji te ra hêsîr û dîl bînim lê lê
dema îzna xwe ji Kejê distîne dike wa dilezîne
serê sibengê rima newzerî zengûya rastê da biçikîne
seglavî vê sibengê zikê wî têr dike
vê sibengê têl barûdê hiltîne
tu dêhna xwe bidê di destê xwe da li hev dixîne
erd û ezman ber xwe dihejîne
nava siwar û peya da bû qêrîn e qûtîn e
hineka go axir zeman e

hineka go singû dewran e hineka go melayîketê asîman e hineka go tayê devan e
hineka go qeyd û pêwindê manegiyan e hineka go erd û ezman e
kes nizane Salihê lawê Mîrê Berêz e
emir sêzde ye, çarda ne ponzde li ber çavê xwe dibîne
teze vê sibengê rima newzerî ji zengûya rastê dikişîne destê xwe da li hev dixîne
erd û ezman ber xwe dihejîne
tu dêhna xwe bidê dema xwe bi nava siwar û
peya ra digihîne
çep lêdixe rast dertîne
rast lêdixe çep dertîne
pêşiyê siwara li ser paşiyê da vedigerîne
koka siwara peya tîne
Mîrê Hesenbegê bala xwe didê
peya biye tengê hespê xwe dişidîne
dilê vî zalimê li revê ye seknê tunîne vê sibengê xwe pê ra digihîne
qûrumekî li patka stûyê wî dixîne
bi desta digire hetanî ba Keja Mîrê Palo bînabaşiya qîzan û bûka tîne
Go de rabe xanimê de rabe
xatûnê de rabe, nazikê de rabe
nazenînê de rabe
çi layîqê vî Erebê ye çi layîq nîne
Go tu herdu milê wî ji binî va biqetîne
poz û guyê wî jêbike
dev û lêvê wî temîz bitiftifîne
gelo vê sibengê bi dêla hespê va bişidîne
çavê xanimên wî bira li rê û dirba nemîne
bi dêla hespê va bişidîne
bi ser çolix û çocixê wî da vegerîne
kirinê ku kiriye kirinê axa û axalera mêr û camêra nîne

ax de were de were de were...
Saliho were, lafiko de were,
forteko de were,
lafizanî nava qîz û bûkê nava êla Berêzo de were
Dema ku vê sibengê milê Mîrê Hesenbegê ji binî va diqetîne poz û guhê wî jêdike, dev û lêvê wî ditiftifîne
bi dêla hespê va dişidîne
bi ser çolix û çocixê wî da gêrî dişîne
dibê here bira çavê cotê xanimên te li rê û dirba nemîne
tu dêhna xwe bidê Kêh Hesen li ser dîwanê pêgermokê digerîne bala xwe berdayê hespek ji wê da tê peya tunîne li nava zîn e
gelo vê sibengê go bawer bike va hespê hanê hespê Mîrê Hesenbegê ye xanima piçûk go berdaye mizgîniyê ji me ra tîne
tu dêhna xwe bidê xanima mezin go ez bi qurbana wî peyayê bi tenê bawer bike dev û lêvê wî jêkiriye
milê wî diqetîne bi dêla hespê va dişidîne
ji min û te ra hediya yadîgar dişîne de siwaro lo Ax de were lo lo de were lo de were lo de were lo
dema ku vê sibengê xanim diçine pêşiya hespê
bala xwe berdayê axa teslîmê cehenemê biye hay ji xwe tunîne
vê sibengê felekê tora xwe li stû xistiye
gelo vê sibengê aqil serî da tunîne, ruhê wî standîne
herdu milê wî qetandîne
dev û lêvê wî jêkirîne bi ser wan da heya yadîgar şandîne
dema ku vê sibengê malxirabo
ji dêla hespê diqetîne ber bi cehnimê şadike
mexberekî dikole bi çek û culêhê va davêje cehnimê da dişîne Salihê lawê Mîrê Berêz li etegê Qilîjdaxê dimîne
du roj e cadira xwe dikute hêwir datîne

nava taxima sing û berê Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka da bi axatî dimîne
sibê radibe çadira xwe hiltîne
ber bi êla Mîrê Mihemed Begê dibê wa dilezîne
Kejê go Saliho lawo berî bi mi berî
erebo berî bi mi berî
cihûdo berî bi mi berî
berfekî li çiyayê Paliyê bariye
berf û baranekî bariye
li me bibû çamûr û herî
were emê di çiya da derbas bibin
tu li ecelê serê min û xwu va digerî
go Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka sibe ye dilê mi kînekîn e
li halê dilê mi dibêje wa dilîlîne
ez ji te ra sond bixwim bi Qurana mubîn e
çiqa axa û axaler li serê rêka mi hene
Salihê lawê Mîrê Berêz bextê temama îro diceribîne lê lê
dema dike dilezîne
ber bi êla Mîrê Mihemed Begê wa dicahdîne
tu dêhna xwe bidê Mîrê Mihemed Begê
darê dûrbînê li ber çavê xwe digerîne
bang rûspî û mezinê xwe dike
dibê hela werin mi siwar û peya wiha di êl û ebra xwe da nedîne
minê li wê rasta Paliyê nediye kesek betanê eskûkekê hilîne
li van çiya û baniya bigerîne
hela vê sibengê peyakî bişîne
çikanî va peya ji ku ye ji ku nîne
dema peyakî dişîne pêşiya Salihê lawê Mîrê Berêz
vê sibengê malxirabo tê pêşiyê Salih nas dike
dibê axao tu ji ku tê wa ji ku nîne
go lawo vê sibengê Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka Salihê lawê Mîrê Berêz bi destê zorê revandiye ji xwe ra tîne
here ji apê mi ra bêje bizikrîne
bê Keja Mîrê Palo bînbaşiya qîzan û bûka revandiye ji xwe ra tîne

dema ku peya dike dilezîne
xwe bi Mîrê Mihemed Begê ra digihîne vê gotinê dibê didikrîne
Mîrê Mihemed Begê erd û ezman natamlîne
dibê lawo barê Mîrê Palo çil qenter e donzde ritil e
bi devê bavê kesî neketiye ji erdê hilîne
vê sibengê dema ku vê gotinê didikrîne
Salihê lawê Mîrê Berêz selamekî li dîwana axê hiltîne
Mîrê Mihemed Begê radibe ser darê piya, selama Sêlih hiltîne
vê sibengê qatek orxan û doşek qûştûkî ji Salihê Mîrê Berêz ra datîne Keja Mîrê Palo ber bi yalî heremê ra dişîne
xwe bi yalî herema xwe ra digihîne
jina xwe ya piçûk ra dibê didikrîne
dibê Keja Mîrê Palo bedew e nazik û nazenîn e
tu derbasî oda xwe bike
ji xênî nefsa te kesek rûyê wê nebîne lo lo
dibê bira kesek ji xênî te rûyê wê nebîne
va xortê hanê xortekî nazik û nazenîn e serê wî di qeda û bela da dimîne
radibe vê sibengê çend peza li erdê dixîne
Salihê Mîrê Berêz ra nan û yêmegekî temîz çêdike tîne
Salih vê sibengê yêmegê xwe dixwe
çay qehwa xwe diqelibîne
gelo vê sibengê radibe îzna xwe ji apê xwe dixwaze
dibê berxê çend rojeka li cem apê xwe misafirî bimîne
go apo ez xulamê apê xwe me
bawer bike minê vê sibengê ketime rasta Paliyê
bextê axa û axalera diceribînim
hal û meselê min û Mîrê Hesenbegê vî terzî ne
Mîrê Mihemed Begê radibe çend xulama sed siwarî pê ra datîne
dibê heyanî Mala Mîrê Berêz bihere
bira paşê siwarê me vegerîne
gava bi perê gund dikeve
destê xwe li cêva xwe digerîne
her siwarekî çend zêrê findeqî li kefa destê wan va dişidîne

bi ser apê xwe da vedigerîne
here ji apê mi ra selamê mi bibêje bineqlîne
bê hatiye destê te
gotiye ez hatime bextê axa û axalera diceribînim lo lo
ax de were lo de were lo were lo de were lo lo
Saliho de were, lafiko de were, forteko de were, lafizanê êla Mîrê Berêzo de were
Vê sibengê xwe bi kirrê Qirîjdaxê ra bigihîne
li rûbarê êla Mîrê Berêz li ber çavê xwe dibîne vê sibengê çadira xwe davê erdê
çend rojeka li wê îstireheta xwe distîne
vê sibengê malxirabo bala xwe didê
golikê gundê wan derketin ber bi êla wana dibêje wa dilezîne
destê xwe dihejîne Golikvîn hetanî ba xwe tîne
dibê here bavê mi ra bêje
Keja Mirê Palo bînbaşiya qîzan û bûka
Salihê lawê te bi destê zorê revandiye ji xwe ra tîne
mizgîniya xwe ji bavê mi bistîne lo lo
Golikvan dibê de haydê de haydê
Saliho de haydê,
lafiko de haydê, forteko de haydê,
lafikê nava qîz û bûkê êla Mîrê Berêzo de haydê
Barê Mîrê Palo çil qenter e donzde ritil e
bi devê bavê kesî neketiye kes nikare ji erdê hilîne hela kîjan şivanê kîjan gavanî Saliho ji xwe ra tîne ez tu cara naçim mizgîniyê nadime Mîrê Berêz
vê sibengê tu cara mizgîniya xwe nastînim
tu dêhna xwe bidê gava ez herim golikê mi li hêviya kî dimîne
go berxê tu here mizgînîke mezin jê bistîne
ji te ra sond bixwim bi Qurana mubîne
va Keja Mirê Palo bînbaşiya qîzan û bûka qîza tu şivan gavanî nîne lo lo
ye

Golikvan dike dilezîne xwe bi deşta Berêz ra digihîne Mîrê Berêz rûniştiye komê xulama li dorê sekinîne bala xwe berdayê Golikvan dike dilezîne
go lawo te xêr e ya xêr nîne
axao go mi li dora lingê xwe bigerîne
mizgîniya mi li te be Salihê lawê te hatiye
qîza Keja Mirê Palo bînbaşiya qîzan û bûka ji xwe ra tîne go de haydê de haydê marusê lawê marusa de haydê barê Mîrê Palo çil qenter e donzde ritil e
bi devê bavê kesî neketiye ji erdê hilîne
hela vê sibengê qîza kîjan şivanî kîjan gavanî
ber golik û pez û berxê xelkê girtiye ji çolê ji xwe ra tîne lawo ew qîza ku Salih birevîne layîqê êl û ebra mi nîne tu cara çavê mi nabîne
de haydê Saliho lo
Salihê Mîrê Berêz bala xwe berdayê kesekî tunîne
Golikvan tê vê gotinê jê ra dibê didikrîne
tê li ser kaniya biniya êlê çadira xwe dikute hêwir datîne
çavê dêya wî li rê dimîne
Salih nava êl û eşîrê da tunîne
dema ku vê sibengê çavê wê li rê diqerime
dibê hela gelo Salih kengê keça Mirê Palo bînbaşiya qîzan û bûka bîne
bala xwe berdayê konekî bi tenê li ser kaniyê vegirtîne
vê sibengê radibe herdu pîrekê xwe dişîne
dibê hela herin Keja Mirê Palo bînbaşiya qîzan û bûka mi diye yeka nazik û nezenîn e
lêve tenik e kaxitî ne
diranê hûr e mircanî ne
serê memkane sor e binî spî ne
fenanî fîncanê ferfûrî ne
fenanî sêvek ji sêvê Xelatî ne
çend saleka bigêhêje serê pelan û dara bimîne tu dêhna xwe bidê sûretê sor e sosinî ne
çavê reşê kildayî ne

biriyê tenik û qeytanî ne
tu dêhna xwe bidê mewûja reş bixwe
hetanî ser kêrtikê kemberê merû bi çavê serê xwe dibîne lê lê
herdu pîrekê Axê tên dema Kejê dibînin
bala xwe didên Mîrê Berêz kêm gotiye
hela temam nîne
Keja Mîrê Palo bi çavê serê xwe dibîne
tê ji Axê ra dibê didikrîne
Axa radibe serê xwe hiltîne
temam rûspî û mezinê xwe hiltîne
derê çadira........

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.