Şarkı Sözleri
Bê Nacyarê wêê digo Dîdo da dayê
sibe ye dilê min ê bi kulê bi kederê bi mereq ji gavê din da li halê dilê min mêze kir
sibe bû mi dî Keremê Elî Kekê Fadîmê Bavê Sulhê
li ber pencera mapûsxana Erdîşa kavil rûniştî
ji gavê din da ji kêf ra simêla sor hene kir
eza di ber ra derbas dibûm mi go Keremo lo lawo
derd û kulê dunyayê pir hindik bûn
va çi derman bû ji gavê din da te yê bi ser da li simêla xwe kir, digo apo mala te xera be birîna mi kûr e pir xedar e
derba bêxwediya fîlîntê ye
germa kaviliya Heyderbegê Aşê Keşîş, Kanya Mara lêxisto
ji xwe ra bêfayde kir
wele heyfa mi nayê li tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfê
ji gavê din da xelkê Pilûrê Pilûrvangê
xelkînê Çelebîbaxê, Yekmalê, Erdîşê
ji xwe ra li mi mêze kir
Dewrêş Begê, Şewketê Wanî nava çarşiya Erdîşê da berjêr meş kir
li derê qişle qawîşê eskeriyê cendurma sekinî şêwr û mişêwre kir
nav du cendurma da digo
hûnê derbekî bi dest berdine bedena Keremê Elî Kekê Fadîmê Bavê Sulhê emê bizanibin me yê heyfekî ji Gelîkê Zîlan
ji çuqa Hemoya pê da heyfekî giran bi destê xwe vekir
birîndaro wey la birîn kûro
xweng bi reben be hey wax he yû li minê
Bê Nacyarê digo Dîdo da dayê
sibe ye dilê min ê bi kulê bi kederê bi mereq
ji gavê din da li halê dilê mi giriyayê
wele minê xwe berdabû Erdîşa kavil nava qandar û qatilan û girtiya
ezê çûme derê mapûsxana Erdîşê
minê kiriye siwal û pirsa Keremê Elî Kekê Fadîmê Bavê Sulhê
qeytane ji qeytanê dorê di şewqiyaê
mi dî xwedanekî xêra rabû li ser darî piya go xwenga min
xwe berde hewşa Îdrîsê Cewer Efendî nava cinyazan û kuştiya
minê xwe berdabû hewşa Îdrîsê Cewer Efendî nava cinyazan û kuştiya ezê ketime nava cinyazan û kuştiya geryame
minê bi destê Keremê Elî kekê Fadîmê, Bavê Sulhê girtiye
ji kedera dilê xwe yê bi kulê bi mereq ra rakirî ser darî piya mi dî niqutek xwûna gewez ji çatmê buriyê da diniqutî
bi ser dev û lêvê şekirî simêla sore narincî
na wele ji kedera dilê mi ra ser henarê di rûyayê
lê lê dayê rebenê birîndarê mala bavê mi pir û pir gelek in birîndarê nava ciya
ezê rûnêm ji kedera dilê xwe ra melhemekî çêbikim
bi kîlo bi qirama bi derhema gelo ji xwe ra wa bi kevçiya
li ber serê birîndarê mala bavê xwe rebenê ji kêfê ra bikim donzdeh ciya
herçî kesê ku navê wî musulman be
dîn û îman ji bonê hebe
heyanî dunya xweş ava be ewê rûnê malxirabo
ji bîr naki kesîreta Geliyê Zîlan
dayê rebenê çolix û çocixê serê van singûya
birîndaro wey la birîn kûro xweng bi reben be hey wax hewû li minê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum