Şarkı Sözleri
Lo axao axao axao
lo lo maqûlo sibe bû ezê çûme textê Qereyaziyê bişewite ji dilê min û te ra bi kevir e
hela bala xwe bidê vê sibengê sibe ye malxirabo eskerê Keremê Qolaxasî giran e temamî tolmexwir e ji êvara Xwedê da vê sibengê bi ser eşîra Zirikî da hewar Xwedê gelo vê sibengê kalekal e, zarezar e ji êvar da wa birebir e
Keremê Qolaxasî vê sibengê bi sê denga bang dikir go Evdal bira em hene
berxê Mala Evdalê Mistê ne
mêrê mêrxas gelo berxê Mala Qolaxasî
lawo emê tim û tim cara qarşî xelqê mêrne çê ne
tu rabi vê sibengê malxirabo
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
gere eskerê Heyder Efendî vê sibengê ji xwe ra li ser esker nesekine
ez ji te ra sond bixwim gere nava êlan û eşîran da
serî ji îro şûnda ser xwe negire
hela bala xwe bidê vê sibengê xelq tim û tim cara
bêje eskerê Keremê Qolaxasî temamî tolmexwir e
bê axao axao...
tu sêr bike vê sibengê Birca Belek
hewar Xwedê li şewitiya Qizqaniyê
çawa ji xwe ra bê xwedî bê sahab ji xwe ra jê mao
Lo axao axao...
sibe
ye vê sibengê birayê mezin Nusret e
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo birayê mezin Nusret e
Kerem, Evdal jê ra kirin gilî gazin û hurmete
tu dêhna xwe bidê vê sibengê Heyder Efendî tevî alayîkî eskerê xwe ji xwe ra vê sibengê jor da girtiye dimeşe anî fenanî şet e
berxê Mala Axê ji mal siwar bûne
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê fenanî gurê ji gurê xwedayî ne gulle barûda li ser da dibarîne fenanî qiyamet e
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
dîtina Heyder Efendî
esker û alayê ji xwe ra vê sibengê kir hesret e lawo
lo axao axao ...
tu sêr bike vê sibengê girêdana siwariya di berê na wele kilê çavê cotê xanima
Birca Belek şewitiya Qizqaniyê da bêxwedî mao
Lo axao axao...
sibe ye ezê li diyarê textê Qarayaziyê, Qizqaniyê diketim dilê min û te ra
vê sibengê tu dêhna xwe bidê hewara me Xwedê
îro ji êvara Xwedê da herkesî ji kêfê ra agir dadanî
hela bala xwe bidê vê sibengê siwar û peyayê Zirika siwar bûne Mala Axê maleke bi tenê ne
tu dêhna xwe bidê Keremê Qolaxasî, Evdal
li derê Birca Belek senîne
herkesî di tanga xwe da hicûm danê
ez çi bikim felek xayîne vê sibengê malxirabo berxê malê Qolaxasî Evdalê Mistê ra nadomîne tu dêhna xwe bidê hukûmeta Turkiyayê temamî vê sibengê li qolincê siwar bûye
hukûmeta Turkiyayê tevî eşîra Kurdistanê
ez çi bikim felek xayîn e vê sibengê malxirabo
Keremê Qolaxasî, Evdalê bira
berê xwe dane Mala Silêmanê Ehmed ba Ferzende
got tu were vê sibengê îro şûnda nava Turkiyayê îdara me nabe
emê ji xwe ra vê sibengê berê xwe bidin şewitiya vê Îranê
lo axao axao
tu sêr bike vê sibengê kilê çavê cotê xanima
sibe
eye vê sibengê Birca Belek
şewitiya Qizqaniyê da ji xwe ra bêxwedî jê mao.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum