Şarkı Sözleri
Ax lê yadê rebenê dilê min evdalê Xwedê ji xwe ra belekiya çiyayê wax lo Bilêcanê hela bala xwe bidê ji xwe ra heliyayê
gidîno gelo vê sibengê berfê xwe dabû serê çilan û çiya
vê sibengê ji xwe ra belekiyê mezin mane li etegê lo vî Sîpanê
sebrê gidî ezê di bextê te û Xwedê ketime
minê piçûkiya te nedîbû
îsal û çend salê me temam bû
ezê ketime dû te keçikê te narînê te piçûkê te xişîmê wax lo te nezanê ezê ji te ra sond bixwim gavê dinê
li orta her çar malê binya mala tu rastî mi hatî
mi tumtêla xerîb qe nas nekir
gava
derbas dibû heval û hogira gotiye kewa gozel ev e
mi go mala te xera be
ew bedewiya piçûk ya kewa gozel wax li minê
wax li minê bê sebrê kanê
wayê wayê wayê wayê derd giranê
Ê lê yadê marûmê sibe ye
xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê gelo bûme sewdalî
meraqlîkê bejna te narînê wey lê lê te qazaxê
tu rabe ezê bi destê te bigrim
qasekî te birevînim bavêm weletê xerîb û xerîbistanê
ji xwe ra bigerim zozan bi zozan, zozanê Sîpan û Bilêcanê ezê ji xwe ra derbas bibime
Xaliqo Rebiyo zozanê hênik zozanê lo Eledaxê wî
gelî gundî cînarno vê sibengê tu sêr bike Xaliqo bi Rebiyo heval û hogirê mi gotî lawko tu sewdalî yî, tu nezan î
mi go hela sêr bike vê sibengê li derdê dilê rezîl
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna vê piçûkê vê xişîmê vê nezanê
hewar Xwedê dev û lêvê şekirî, çavê nazik, wax gidî girêdana vê qazaxê
sebrê gidî bira Xaliqê Alemê miradê miradxwaza hasil bikira
miradê min û te bi tevahî
bê şev û nîvê şevê li ser cîko lo vê yataxê
eman oy oy eman oy ax lo dil çetin e
malxirabo gelo herçî kesê ku loma bike belkî were sêrî
gerek kesek ji dilê rezîl meke gilî gazin û bi gazine
Digo lo lo lawko heft xwezila bi wî çaxî gelo tu ji mal siwar dibû
ezê bûm aşiqê bejna lawkê cindî Xaliqo Rebiyo
tumtêla xerîb gelo girêdana saralixê Helebê wî ax lo girêdanê malxirabo heft xwezila bi wî çaxî malê me derketin çiyê
danîne li zozana li zozanê li etegê lo Bilêcanê
malxirabo gelo di ser me ra çiyayê mezin Dûxanê
gelo belekiyê berfê berfê xwe dane etegê vê Sîpanê tu were bi ser kedera dilê rezîl ra
destê mi keçikê bigire ji xwe ra mi birevîne
hewar Xwedê gelo derbas bike hidûdê Xaliqo Rebiyo Sûrî
na wele derbas biki bi şewitiya lo vî Îranê
bikeve nava taxima sing û berê mi narînê mi xişîmê mi nezanê gelî gundî cînarno
fenanî cotê zer memika
fena cotê sêvê Artemêtê
Xaliq Rebiyo pûrteqalê Dortyolê
ji kedera dilê rezîl ra dayne goşekî lo vê dikanê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum