
Şarkı Sözleri
Le co yo ho yo...
wê de kewê min ê gozel ê gogerçînê hey narîn
lo Rebiyo hey narîn
hey lo gundo tu xira bî
kewê min ê gozel ê gogerçînê nazik û nazenîn
tîqotîqo bi hevdu ra dikeniyan
îro xwe dane ber qefa vî kevirî vî zinarî, qefa vî zinarîn
tîqotîqo bi hevdu ra dikeniyan
tu sêr bibe gelo vê sibengê bi hev ra dikirin fîxan û hey zarîn
tirsim kewê xwe ra bibêm hey narîn hey narîn
eman hey narîn hey narîn...
sala par vî çaxê ezê gula govenda, rewşa dîwana bi tenê bûm îsal ji pê ra ez feqîro
kasibê malê dinyalika derewîn im
lo taqet o quweta mi nagêjê
kewê min ê gozel ê gogeçîn birin bajara giran
bi fiyetekî ûcûz difirotin îro ji xwe ra dane bi hezarî
kewêm hey narîn...
eman hey narîn hey narîn...
Gundo tu xira bî kewê min ê gozel ê gogerçîn
xwe dabû ser caxê pencerê kir guhdarî kotiyê mêra pirtiyê konê xwe yê peritî daniye dewsa çadira min a di kubarî mi sond xwariye terka kewa xwe nê gozel e gogerçîn nadim ezê bi xulama dev û lêvê şekirî gul jê dibarî
malxirabê terka kewa xwe ne gozel e gogerçîn nadim
heta ji kotiyê mêra ra destê xwe mede ser bêşîga lawkê kurîn
wey Xwedê Rebiyo beşîga hey darîn hey darîn darîn Kewê min ê gozel ê gogerçînê hey narîn îro tu sêr bike malxirabo ji xwe ra hey cot in xwe dane ber qefa vî kevirî vî zinarî
ji êvara Xwedê da tîqotîqo bi hevdu ra dikenin
bi hevdu ra digotin hey digotin
ca rabe rabe êrê gundo tu xira bî
kewê min ê gozel ê gogerçîn
îro ji êvar da xwe dane ber qefa vî kevirî vî zinarî
lo lo gundo tu bala xwe bidê tîq û tîqo bi hevdu ra dikeniyan hey digotin gundo tu xira bî
kewê min ê gozel ê gogerçîn kotiyê mêra pirtiyê konê xwe yê peritî
daniye dewsa çadira min a spi ya di kubarî
malxirabo kewê min ê gozel ê gogerçîn birine bajara giran wey Xwedê bi Rebiyo bi fiyetekî giran bi hezarî difirotin
kewêm hey narîn were hey narîn... were kewêm hey narîn narîn narîn le kewê min ê gozel e gogerçîn ezê ji xwe ra heya dunya xweş ava be ji bo kewê xwe yê nazik û nazenîn bikim fixan û hey zarîn hey zarîn.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum