Şarkı Sözleri
Ax lilo lilo lo lilo lo...
de lê lê dayê rebenê welatê me Serhed e ne tu war e hewû rebenê welatê me Serhed e ne tu war e
sêr bike ji bextê egîtê mala bavê mi rebena Xwedê ra ne payîz e, ne havîn e, ne buhar e
hela bala xwe bidê vê sibengê qoce zivistan e
gidîno gelo her çar rojê sar e
hewû rebenê li dû agîtê mala bavê mi rebenê nefìam e sêr bike ji bona agîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê ne tu cî ye gidîno gelo vê sibengê ne tu war e, ne star e
Ez nemînim nemînim nemînim...
ca li piştî agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê
li dewrana ax dunyalika derewîn
hewû reben im nemînim ku nemînim dayê
Hewû rebenê sibe ye dilê mi gulîbira Xwedê pira serê donzdeh rêya, heft newala
ji bextê agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê ra
di ser ra derbas bikim cotek karî karxezala
ez rûniştim li Kordîna Qerebulaxê li mifreza Taxilkiyal18
li serê têl û telgiraf û li nava hogir û hevala
mi dî hermetekî bûkîn e di desta da dergûşekî lawîn e kolosekî spî ye li ser desta bû ji wê da dihat û li çogê xwe dixist digiriya digo lo bira ê hê bira ax hê bira...
lê lê anê rebenê "lo bira lo bira" dikir digiriya
ber bi taşxana Bazîda şewitî wa direviya
minê xwe berdabû pêşiyê
mi go xwenga mi gelo çi bû, çi qewimî, wa çi ciriya
go birao belkî agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê
saet li şeşê di şevê bû ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurda ji taşxana Bazîda şewitî dibijêre agîtan û efrîtan û cindiya li hewşa lawê Şewêş Efendî
cinyazê egîtê mala bavê mi gulîbira Xwedê
di xwînê da dixemlîne bi singûya
tu sêr bike vê sibengê kolosê agîta
li ser destê mi gulîbirê mane vala
herçiyê di maye sirgûn dikir Sînop û Zonguldaxê
ji xwe ra nav duwala
Lo axao dilê mi bi deman e lo maqûlo dilê min bi deman e Xaliqê Alemê li girtiyê di hepsan e
rêwiyê di serê rêyan e
nexweşê nava ciyan e
eskerê binê sîlehan e
miletê li qurbetiyan e
cumeata hazir veke dergayê xêran e
li biniya Bazîda şewitî hewşa lawê Şewêş Efendî diketim mi dî xwûnê li zengûyê di hespan e
agirê kulê bikeve mala Nedayî Begê saet li şeşê di şevê bû
ji ba xwe da derxistî fermana serê di Kurdan e
ji taşxana Bazîda şewitî tu sêr bike
dibijêre agîtan û efrîtan û cindiyan e
li dû agîtê mala bavê mi gulîbirê nefîam û ferman e
ez nemînim nemînim nemînim...
ca li piştî agîtê mala bavê xwe rebena Xwedê
li dewrana wax dunyalika derewîn
nemînim ku nemînim dayê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum