Şarkı Sözleri
e bê hey wayê hayê... hayê hayê hayê
Zalimê ezê ji te ra bibejim hey wayê berxê gidî çavê te reş û belek e
ez çi bikim vê sibengê kubara mi ne kin e ne dirêj e hewar Xwedê gelo şîşman e, kembera zîvîn li bejnê nayê xelk dibê lawiko tu ji êvarê heyanî sibê rûdinê
waxe waxe tu dibêjî hey wayê
gelî gundî cînarno ez çibkim vê sibengê
ez bûm aşiqê bejn û bala kewa gozel, dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, girêdana vê hubrayê ez çibkim vê sibengê heval û hogirê mi dikenin dibêjin dosta te xirab e malxirabo şîşman e girêdana kembera zêr û zîvîn li bejnê nayê ez ji we ra sond bixwim bi sondê qesemê,
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê dayka donzdeh dergûşa be
gelo vê sibengê gulîkî wê reş be yek spî be
heya sax bim li dewrana dunyalika derewîn
ezê ji xwe ra wax bikim gidîno gelo ne ez dimirim li dunyayê
ax eman eman eman kewa mi gozel e
malxirabo gelo vê sibengê
dev û lêvê şekirî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî
gidîno gelo vê sibengê fenanî belekiya berfa çiyayê Bîngolê
li ser dev û lêvê şekirî tev dihele yadê
e dê hey wayê hayê...
were hayê hayê hayê
Ê zalimê sibe ye vê sibengê bejna te zirav e ji tayê rihanê Xwedê Rebîno gelo ji dara tûyî ne wey
xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav
dev û lêvê şekirî vê sibengê malxirabo sûretê sor ê sosinî wey Xwedê Rebîno vê sibengê xulqê di şîrin e
Sebrê gelo xwe mede banê qesrê mesekine li ber pencerê
sura sibê bîna bayê esrê
bira li şê û şê biskê dişê hayê hayê qe nexîne
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îmanê ramîsanekî li dev û lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî, li terzê di hakimî kerem bikim li xal û xetê gerdena te nazikê te esmerê
dilê xwe nebîni ax hay
bê eman eman eman esmera min esmer e
gidîno gelo vê sibengê tu sêr bike bi şam û qutniyê Helebê lixwekirî tu sêr biki li dora kofîka xwe lefandi şar û şemaqiyê sor û zer e ji eşqa dilê xwe û te ra nexweşim
dilê min bi derd e bi kul e bi keder e
ê de wayê wayê
bê de wayê li min wayê
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum