Şarkı Sözleri
Werî lê lê werî lê lê...
ax werî lê lê werî lê lê lê kubarcanê
Ax lê gidiyê sibe bû ezê tim û tim cara bibêjim lê kubarcanê
hewû narînê gelo serê mi bi heyran
terr û canî gênciya lê mi bi qurbanê
ezê diçûme çiyê vê sibengê derketim xopana vê zozanê
mi dî xort û bendê gundê me rûniştin ji gavê din da gelo li hev civyanê dikin gilî gotin û mijûl û reben ez im lo qisedanê
dibêjin bejna vê sibengê kubarcana te xirab e
mi go law ji Xwedê bitirsin vê sibengê meke vê gotinê lo qisedanê bejna kubarcanê fenanî çîçeka gelo rexê vê rihanê
gidiyê bejna kubarcana mi fenanî gulîlka rexê lo vê rihanê
meriv ji xwe ra vê sibengê baqekî biçini bibe dayne goşekî vê dikanê
xort û bendê welatê me, terr û can û gêncê xelkê
tim û tim cara ji xwe ra bîna xwe pê derînin
hewû rebenê gelo vê sibengê derkevine welatê xerîbê lo xerîbistanê
ax herî lo herî lo lo lo lo...
ax bê herî lo lo lo kubarcanê
Kubarcanê sibe bû mi ji te ra nego havîn çûne gelo vê sibengê dawiya meha da tê xweş payîz e sebrê gelo vê sibengê tu dêhna xwe bidê
mi dî kubarcana mi jêliv tê bi memikê lê xwe dilîze ezê çûme pêşiyê gelo minê go kubara mi bûk e
gelo vê sibengê yanî qîz e
minê destê xwe dabû desta, devê xwe kiribû xal û xetê di gerdenê
ramîsanekî li dêmê gulî, li yanaxî ehmedî, terzê di hakimî,
şemlê di Erebî, çav û buryê reş û belek, timtêla xerîb kerem kirî
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin
mi di go lo lo lawiko xwe şaş meke mêvanek hatî mala bavê mi rebenê
li ber çavê mi gulîbira Xwedê ez nizanim pir şîrîn i û lo pir ezîz e di dêrisê gundê me da ezê nizanim vê sibengê çi layîq e gidyo çi caîz e Mi go sebrê gelo di ser mi ra mêvan di dilê te da pir şîrîn i gidiyê lê pir azîz e go lawiko sibe bû vê sibengê ezê li timtêla te dinêrim
mêvan benzemîşê lawîkê xwenê cindî dikim
ezê rabim vê sibengê çûmê yalî malê
mi dî mêvan tunîne mi dizanibû şeytanê korê naletî mi dixapîni ezê lawîkê cindî daynim hêşiya konî Erebîne vê sibengê
cotê memikê xwe gulîbirê daynim pêşiyê
bira ji êvarê heyanî mîla ber şefekê ji xwe ra pê ş abe gidyo pê bilîze
ax eman eman eman...
eman lê kubarcanê wey la piçûkê
palê lê pûlê terî canî gênciya lê mi bi qurbanê
Lê lê kubarcanê sibe bû minê nihêrî kubara mi yaşlî nîne
he hû rebenê gelo vê sibengê çardeh bû ponzdeh bû hewar Xwedê gelo vê sibengê lo ponzdeh salî
kawê kubarê gelo vê sibengê tu çuqas şîrîn î
he hû reben ez im ewqasî tu delal î
ezê diçûme yalî malê mi dî vê sibengê kaw û kubara nazik gelo tu ne li mal î ezê diçûme birca belek mi dî Xwedê xira bike bircekî lo xik û xalî
mi go gelî gundî cînarno vê sibengê li piştî kubara şêrîn îro bi şûn da mirin ji mi ra çêtir e tim û tim cara lo ji vî halî
mi dî pîrekî cînara di mehlê da rastî mi hatî
go lawiko çima tu wisa nexweş î lo gidiyano kûr dinalî
mi go metê tu rabe vê sibengê malxirabê
ezê nizanim kubara şêrîn ne li mal e
iro bi şûnda mirin ji mi ra çêtir e ji vî halî
go lawiko gelo vê sibengê ez dizanim te wenda kirî
kewa gozel e nazik i nazenîn û çardeh salî
ezê vê sibengê rabim bi destê lawikê cindî bigirim
qasekî bivim ba kawa kubara nazik û nazenîn
tembê bidime miskînî heramî mêra gelo bira ji xwe ra ji îro şûnda xwe bidi yalî
Ax eman eman eman lê kubarcanê
bejna kubara mi kulîlka lê rex rihanê
kawê kubarê xelk bi harisê mal û hal û temelê dunyalikê
ez dimirim ji bona te piçûkê, te xişîmê, lê te bêrîvanê
taxima sing û berê kubara mi fenanî çîçekê li goşekî lo li vê dîwanê
çend rojeka xort û bendê gundê me bi destê hevdu bigrin
lê derkevin he hû gidîno gelo kêfê vê seyranê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum