Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lawikê Deşta Siwêrekê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Lawikê Deşta Siwêrekê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were bes e lo bes e lo bes e lo... ax bese lo bese lo rezîlo lo
ê gidî lo gidî lo lawikê deşta Siwêrekê
Gidî bese lo lawiko gidî lo law te ez helandim
di dêrisê gunda da te ne ez xwestim lo ne revandim
fenanî kehêlek ji kehêlê di Ubeyda
li derê konê mala bavê xwe ra tim û tim cara ez bezandim
fena tasik ji tasê zîvîn li derê hemama
gelî gundî cînar gelo ez ji xwe ra neçingandim
di dêrisê gunda da nav û dengê mi derxist û lo
fenanî mastek ji mastê miya
di ser ra xwarin di bin ra herimandim
ax bes e lo bes e lo
lawikê deşta Siwêrekê
Gidî lawkê deşta Sîwerekê
tu were destê mi rebenê bigire ca mi birevîne
ocaxkoro tuyê bes e ji xwe ra fenanî kehêlek ji kehêlê di Ubeyda derê konê mala bavê xwe ra mi bibezîne
ocaxkoro vê sibengê bese
fenanî tasek ji tasê zîvîn li derê hemama ji xwe ra mi biçingîne hey bêbexto tu bala xwe bidê fenanî mastek mastê di miya
bes e mi ser ra bixwe di bin ra biherimîne
ocaxkoro destê mi rebenê ji miskînê heramî mêrê xirab ca biqetîne eger tu ciyê çûyînê nizanî
bi destê mi gulîbirê bigre birevîne bavê Binxetê
li ber bextê Cemîlê Axê Bavê Ekremê Dîn e
ax bes e lo rezilo lo

Tu sêr bike gelo qeme û xençer daketiye lo ser kêlekê
tu wer qasekî şeva îşev bibe mîvanê
taxima sing û berê mi piçûkê mi nazikê gidiyo lo çavbelekê
hînga tu bizanibî çar roj ji rojê xirab te biriye ji felekê
eman eman lo te ez helandim.
lo bes e lo bes e lo
lawikê deşta Siwêrekê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.