Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lawikê Mi Şairê Rûdunyayê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Lawikê Mi Şairê Rûdunyayê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were hoy oy waho...
ho ho ho li minê
lê lê sebrê ez îro ji êvar da rûniştim li derê malê
mi nihêrî berxê lo li tariyê lo li qaranlixê
bira îro ji êvar da li me nehata sura sibê bîna bangê Milazgirê
hi ho hî ho hoy li mi lo Bûlanixê
gelî heval û hogirno gilî û gazin û loma ji mi nekin
hûnê bala xwe bidinê şairê rûdunyayê dilê mi tê da bû
îro ji jêr va vê sibengê hespê dimeşîne
kumêt ji xwe ra sor biye kefê davê ser suluxê
ezê ji te ra sond bixwim ji derdê dilê rezîl ra qîz û bûkê me temam derketin derê malê berxo îro sekinîn lo selamlixê
ho yo li min ho yo li min...
ho yo li min lo dil çetin e
Ha ho li min gundo tu xira bî
ezê qasekî bi destê lawikê cindî bigirim
ji kêfê ra meşkim lo ber Mûradê
ezê bêjim dayê bavo vê sibengê wextê mi derbas biye
genimê welatê me hişk bûne
îro ji êvar da hatiye ber bêjingê ho ho ber seradê
gelî gund û cînarno vê sibengê ca rabin
mala xwe xira bikin, ocaxê xwe kor bikin, derê xwe bi heft kilîta mor bikin
herin cem kezabê dêya min bihîstiye bihîstina mi bihîstiye hetanî zavê bi herdu çava nebîne ez ji te ra sond bixwim wayê li min... wayê li min wayê li min lo qîzê nadê geli gundî cînarno tu dêhna xwe bidê vê sibengê ezê bêjim mala te xira be qîz û bûkê me rabûni selam û selamlixê lawikê cindî şairê rûdunyayê

ez ji te ra sond bixwim ber çavê mi keçikê bû lîderê vê Serhedê wayê gungo wayê gundo...
wayê gundo wayê gundo...
wayê gundo wayê li min
Keçkê dîne gelo îro çendê mi temam e
ezê digerim nagerim keskî dostê mi tunîne navê te ji mi ra bêje digo kuro lawko dîno eger tu vê sibengê navê mi nizanî
ez ji te ra sond bixwim bejna mi zirav e
ji tayê rihana hoy oy hoy oy ber bi ro ye
lawko dîno îro ji êvara Xwedê da tu dêhna xwe bidê li serê avê diçêrim berxo hoy oy hoy oy zo bi zo ye lawkê min ê cindî gelo şairê rûdunyayê
li welatê xerîbê vê sibengê ji eşqa dilê rezîl hatiye
ji mala bavê mi ra bûye serkarê hêyê hêyê zor Silo berxo eger tu navê mi nizanî ye
bi navê şîrîn ezê aşiqê te me gelo vê sibengê navê mi Sebîhe
bi xezalî ji mi ra dibêjin nav Sebo ye dîno

hoy oy hoy oy...
hoy oy hoy oy li mi wayê dînê

Lawko dîno gelo vê sibengê tu dêhna xwe bidê malxirabo kotiyê mêra ber mi ra derbas dibe mite mite
minê ji eşqa dilê rezîl ra gotiye marusê lawê marusa hela ji me derbas bibe qarşiyê mi nebê ti bite bite
ez ji te ra sond bixwim çuqasî şairê rû dûnyayê hene
ez ji şairê xwe ra nakim berdestî tu şagirte lo li min...
hoy oy li min hoy oy gidî
minê bihîstina bihîstiye lawikê mi mahkûmê serê çilan û çiya
îro bi destê delaliyê girt anîne adiliya hukumata Turkiyê
berxo gelo nizanim kîjan lawê dêtola bû
ceza danê îfada delaliyê mi digirtin
wî li mi wî li mi wî li mi...
wî li mi wî li mi gidî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.