Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lawikê Min Siwarê Bozekî Delal
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Lawikê Min Siwarê Bozekî Delal

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lo lo...
de lo lo lawiko lawikê mi ji malê siwar bû siwarê bozekî
jê di delalî ha jê di delalî hê hê
îro ji êvara Xwedê da ajotî ser me da cerda Erebî Unusî jê di Mewalî terş û talanê mala bavê mi gulîbirê
derbas kiriye xîmê binê beriya tewra jêrîn beriya walî
herçî kesê ku here bi lawikê minê cindî ra vê sibengê pêşiya terş û talanê mala bavê mi rebena Xwedê vegerîne ezê pêşkeş bikimê cotî kehêlê mala bavê xwe gulîbirê pesîrî bi rext e serê wan bi rism e
heger qayîl biye ji xwe qayil biye gava qayil nebiye pêşkeş bikimê cotê zer memikê pale
jê di pûlkirî jê di xalexalî hey lê lê lê
de lo lo lawiko de bajo hewû gidiyo dîsa ez bi te ra hey lê lê
Hey lo lo lo hey hê...
kuro lawiko lawikê mi ji malê siwar bû siwarî bozekî jê di delalî
hewû rebenê jê di terr e hey lê lê hê lê
îro ji êvara Xwedê da ajotî ser me da cerda Erebî Unusî jê di kerr e
gujînê topan û riman û tivingan e
ser serê lawikê mi tere tê dizivire gidîno vedigere
bawer biki qerebalix e yeqîn şer e
herçî kesê ku here pêşiya terş û talanê mala bavê mi rebenê
bi lawîkê mi ra vegerîne
ezê pêşkeş bikimê cotî kehêlê mala bavê xwe rebenê
pesîrî bi rext e serî wan bi rism e
heger qayîl biye ji xwe qayil biye gava qayil nebû
pêşkeş bikimê cotê zer memikê xwe yê pale jê di pûlkirî
jê di top e gilover e hey lê lê lê
lawiko de bajo dîsa ez bi te ra hey lo lo lo.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.