Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lê Lê Qazê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Lê Lê Qazê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê lê qazê lê lê zalimê
Buhar e serê min dêşê
dilê min ji bona te yane yane
were ye were ye...
were ye Qaza mi were
berxê sibe ye serê min dêşê
dilê min bona te yane yane
Xwedê fesad û şeytanê orta min û Qaza mi ra qebûl neke qe hilmede
sala par vî çaxî taxima sing û berê Qaza Muxsî
ji mi ra alîkî deşt bû yek zozan e
îsal ji pê ra ketî destê kotî şindokê miskînî nemerdî heramî mêran e
vê sibengê tu sêr bike mesrefa qaza mi mesrefekî giran e
ez çi bikim ne kasibê malê dunyalika derewîn im taqet û quweta mi nagêjê
ezê bavêjim ser maldar, selefkar û dewlemenda
bira ji min ra fiyeteke erzan lê bixînin
mesrefa Qaza min giran e têrê nake
xeracê Ûris qayîk gemiyên li ser behran e
were ye were ye... were Qaza mi were

Gundo wê hê hê... ha gundîno
Qaza min qazîn e
yeke bejnzirav e,
çepildirêj e, porkej e, navqendîl e
gerdene zirav e jê di êlî ne
lêve tenik e kaxitî ne
diranê hûr e mircanî ne
zarave şirîn e xeberdane şekirî ne
zimanê tûdî ne, pozê piçûke pîjîn e
sûrete sore sosinî ne
tu dêhna xwe bidê xalxalî ne
vê sibengê çavê reş kildayî ne biryê tenik û qeytanî ne
natike fire ne çartilî ne
li serê Qaza mi kofi ne
ser kofiya ra şar û şemaqî ne
ser şaran û şemaqiya ra mirîşkî ne
ser bêxwediyê mirîşkiya ra qolê zerê Mamûdî ne
tu sêr bike taxima sîngûberê Qazê
fenanî zozanê li Çûlyê li Maçûlyê, li Axûryê, di Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngolê, Şûşar û Tekmanê zozanê me Serhedê meriv konê xwe dayne çadira xwe biçikîne
çend rojeka bi mêvanî nava taxima sîng û berê Qazê da bimîne lezetê ji bedena xwe bibîne
vê sibengê tu nifirê li miskînê heramê mêrê Qaza xwe nakim gelî gundî cînarno sebebê orta min û Qaza mi va
xêrê neke ahê qe nebîne

were ye were ye.... were Qaza mi were
de were piçûka mi were
nazika mi were, nazenîna mi were
vê sibengê gerdenzera mi were
melhem û kewa birîna mi were
xwûnşirîna mi were
heya dinya xweş ava be
mi sond xwarî bi serê Resûl Ekrem Pêxembere
vê sibengê tu cara di dêrisê gunda da nadim terka bejna zirav lo singê zere

Lê lê Qazê lê lê zalimê
buhar e serê min dêşê, dilê mi ji bona te zarezar e
were ye were ye were ye... were Qaza mi were
berxê wê hê hê... sibe ye serê min dêşê
dilê min ji bona te zarezar e mêr ku heye bê qewl e bê qirar e jin ku heye parsiya xwar e bi awayê gotina mele û alima
meriv eyba mêrê camêr bibîne gereke tim û tim cara lê bike stare ez çi bikim felek xayîn e
gelî gundî cînarno gilî gazin û loma ji mi nekin tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo Xaliqê Alemê miradê miradxwaza hasil bikira miradê min û Qaza Muxsî bi tevahî
gidîno bi miskînî heramî mêrê Qaza mi nikare
sêr bike bira Xaliqê Alemê miradê miradxwaza hasil bikira mirazê min û Qaza Muxsî bi tevahî
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
parsa şêst û şeş wîlayetê Turkiyayê bi nesîbê mi bikira
minê sibê hetanî êvarê parsa xwe bikira
şevê nîvê di şevê bianiya daniya vê sibengê orta xwe û Qaza xwe va
tu sêr bike di dêrisê gunda da ji bona min û Qaza Muxsî va
gelî gundî cînarno ne tu eyb e ne tu qar e
were ye were ye... were Qaza mi were

Le gondo yo yo wê hê hê
ha gundîno vê sibengê Qaza mi qazîn e
yeke bejnzirav e, çepildirêj e, porkej e, navqendîl e
gerdene zirave jê di êlî ne
poze piçûke pîjîn e
diranê hur û mircanî ne
zenda zerbadayî ne
ser zenda da bazinê zêr û zîvîn e
li ser bazinê zêr û zîvîn kulî hiriyê qerqaşê di spî ne desta da teşiya di Mûşîne
derd û kulê dunyayê dibêje dirêse
bi ser serê miskînê heramê mêra da dicivîne
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
gelî gundî cinarno tu bala xwe bidê Xaliqo Rebiyo gerdene zirave elî ne lêve tenike kaxitî ne
diranê hûr û mircanî ne
zarave şirîn e, xeberdane şekirî ne
tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo zimanê tûdî ne pozê qaza mi piçûk e pîjîn e
vê sibengê sûretê sore xalxalî ne
tu dêhna xwe bidê çavên reş e kildayî ne
biriyê tenik e qeytanî ne
Xaliqo bi Rebiyo vê sibengê natikê fire ne çartilî ne
li serê Qaza min kofî ne
ser kofiya ra şar û şemaqî ne
ser şaran û şemaqiya ra mirîşkî ne
ser bêxwediyê mirîşkiya ra qolê zêrê Mamûdî ne
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
belkî sebebê orta min û qaza mi va vê sibengê
xêrê neke wayê qe nebîne
tu sêr bike taxima sîng û berê Qazê
fenanî zozanê li Çûlyê li Maçûlyê, li Axûryê, di Sînê bi Sînegê, Qazgol û Bîngolê, Şûşar û Tekmanê welatê me Serhedê
vê sibengê tu sêr bike meriv konê xwe dayne, çadira xwe biçikîne çend rojeka bi mêvanî nava taxima sing û berê Qazê da bimîne lezetê ji bedena xwe bibîne,
gelî gundî cinarno
li miskînê heramê mêrê Qaza xwe tu cara nifira nakim
bê sebebê orta min û Qaza mi va xêrê neke wayê qe nebîne

were ye were ye...
were Qaza mi were
de were piçûka mi were
nazika mi were, nazenîna mi were
devlikena mi were, xwûnşirîna min were,
gerdenzera mi were,
melhem û kewa birîna mi were
heya dinya xweş ava be
mi sond xwarî bi sonda qesemê bi navê Quranê
bi dîn û îmanê bi telaqê jinberdanê
heya dinya xweş ava be
dêrisê gunda da tu cara nadim terka bejna zirav lo singê zere.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.