Şarkı Sözleri
Lê lê Xezê hê hê marûmê gelo buhar e
malê me bar kirin gayê me tunene barbirê me deve ne
wayê wayê wayê... Xezê
le marûmê buhar e
malê bar kirin gayê me tunene
barbirê me deve ne
zozanî fêzî mala zozanî me ne
emniyeta xwe bi însanê van sal û zemana meyne
pir ewle ne
temamî ewladê Adem in
derece derece ji hev zêde ne
însanê qenc û xirab tê da hene herçî însanê qenc e
dilê wan e saxlem in
serê xeberê wan e bi hêjîr in
binê xeberê wan e bi xurme ne
tu gotina xirab dilê wan da tunene herçî însanê xirab e
le dilê wan e xayîn e
serê xeberê wan e bi qîle ne
binê xeberê wan e bi mane ne
gelek gotinê xirab dilê wan da hene,
gilî û gazin û loma ji mi nekin
le tim û tim cara di nav heval û hogiran da
bi gilî û gazin û bi lome ne
wayê wayê wayê...
Le Xezê gulîlka Mêrga Xelîl Axayê
hêşîn dike li çiyayê Çûliyê
li zozanê Elemdaxê
li ser fêzî Suylemezê
ji xort û bendê xelkê ra bi kêf henekê
bi dem û dewranê
bi êmîşê bi çerezê
ji mi evdalê Xwedê ra şeva îşev çima wisa bi kul û derdê
bi kîn û buxzê bi merezê
wayê wayê wayê... Xezê
Lê lê Xezê marûmê
eva meha di ser me ra gulan e
meha di dû wî ra hezîran e
wayê wayê wayê... wayê Xezê
lê mahrûmê eva meha di ser me ra gulan e
meha di dû wê ra hezîran e
malê me bar kirin gayê me tunene
barbirê me tunene
barbirê me ga ne
emniyeta xwe bi însanê van sal û zemana meyne
pir ewle ne
temamî ewladê Adem in
derece derece ji hev zêde ne
însanê qenc û xirab tê da hene herçî însanê qenc e
dilê wan e saxlem in
serê xeberê wan e bi hêjîr in
binê xeberê wan e bi xurme ne
tu gotina xirab dilê wan da tunene herçî însanê xirab e
le dilê wan e xayîn e
serê xeberê wan e bi qîle ne
binê xeberê wan e bi mane ne
gelek gotinê xirab di dilê wan da hene
golikê van sal û zemana
serê xwe li kendala hildidin dibêjin em ga ne herçî gede gûdê van sal û zemana
herçî kesê çend quriş pere binê cêvê xwe da dîne qate çekê qumaş lixwe dikin
şewqê xwe xwar dikin
tizbiyê xwe liba dikin
xwe li ser xaniya tîj dikin
eva qanûn û zagona aleman e diçine dîwanê le mîran û hakima pozkê solê xwelî badikin
dibêne şexan û şêxlera
em him şêx in him mele ne le gelî lo lawo hûn rabin
disa vê sibengê em axa ne wayê wayê wayê... Xezê
le dibên hûn rabin em axa ne gelî heval û hogirno
dibê herkes bi eslê me dizane emê bi eslê xwê şahzada ne yeman ha wayê wayê wayê
Le Xezê gulîlka Mêrga Xelîl Axayê hêşîn dike li çiyayê Çûliyê
li zozanê Elemdaxê
li ser fêzî Suylemezê
ji xort û bendê xelkê ra bi kêf û henekê
bi dem û dewranê
bi êmîşê bi çerezê
ji mi evdalê Xwedê ra şeva îşev çima wisa bi kul û derdê
kîn û buxzê bi merezê
wayê wayê wayê... wayê Xezê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum