
Şarkı Sözleri
Were lo li mi lo li mi lo...
li mi lo li mi lo dîno
De lo kuro êtîmo gelo mi çi go ez nizanim lo te fehimand
tu sêr biki eskerê di Sêrtê, Mêrdîn û Meraşê
rê û dirbê di Sera Mexîna li mi xitimand
lo lo kuro kulmalo gelo te xewê şevê nîvê di şeva li mi herimand hela rabe tu dêhna xwe bidê qîz û bûkê êlê biniya mala me da sekinî bi ser lawkê mi da çav û biryê reş û belek çêdikire neqişand
lo lo êtîmo gelo tu dêhna xwe bidê taxima sing û berê mi keçikê fenanê avê li Çûlyê, li Maçûlyê, li Axuryê, Sînê, bi Sînegê çeman û kaniya sar û cemidî wê di zelal bû
êtîmo gelo miskînê heramê mêra fenanê berazê Gola Şêlû ketiye navê bi ser mi da şêlû kiriye li mi herimand
were lo li mi lo li mi lo li mi lo...
li mi lo li mi lo dîno
De lo lo lo lawiko sibe bû vê sibengê
tu sêr bike malxirabo ezê ji te ra sond bixwim dilê mi çi stêrk e ji stêrkê wê li asîmana
hela bala xwe bidê gelo
dilê mi gulîbira Xwedê çi stêrk e ji stêrkê wê li asîmana
hela bala xwe bidê ezê nexweş im nexweşê bêhal im
nexweşê nava cî û nivîn û yataxa gelo ji derd û derdgirana
yeke hatiye serê min û muhuba dilê mi, bira neyê serê gawir û busulmana
gelî heval û hogirno temî weyseta mi li we be
kawa min a kubare nazik û nazenîn fenanî kere karxezala
gelo bi sura sibê ra bi serkeve fîtînê nêçîrvana
na welle fenanî xanberindîrekê çend sala ji xwe ra biçêre bikeve li ber darê van şivana
gelo bira bi ser bikeve dengê bilûrê bilûrvana
gelî heval û hogirno gava ez dimirim temî weyseta mi li we be mexberê mi bikolin li serê rê û dirbê ca di xana
bi limêja sibê ra bira biketa guhê mi dengê melek ji melekê şafîiyana na wele bi tavdanê ra biketa guhê mi dengê zengilê bazirgana
êtîmo vê sibengê orta nîvro bi taştê
bira tijî îşiqê herdu çavê mi bibiya wele toz û xubarê şimikê bêrîvana
lo li mi lo li mi lo gede... li mi lo dîno.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum