Şarkı Sözleri
Lo Axao Axao Axao...
lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî diketim bavêj e tu bala xwe bidê helehelê lawê bava
qîrçînê çapiliyan û martêlya
tivinga destê Seyîdxan malê Romê ye barûda xwe dirêje, gulê xwe xweş davêje
herçî dîwana egîtê mala bavê mi tê da rûniştî be
bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede, xeberê kin û dirêj mebêje rabe, herçî dîwana egîtê mala bavê mi rebenê tê da runiştî be bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede
xeberê kin û dirêj mebêje wê
Teyfûq bi se denga bang dikirî go Seyîdxan mala te xira be helhel e ez heme, Bavê Salih berxê Mala Ûsivê Seydo peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat, ne ez birayê te me mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî
li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê
gelo vê sibengê gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim
fenanî miya ku berxa xwe wenda ke, dê weledê milê xwe bavêje
helan danê, helan danê, egîtê mala bavê mi nemayê helan danê ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê
berxê mala bavê min bîna barûdê hildanê
sond xwarine bi telaqê jinberdanê
heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê
Lo axao axao axao axao...
lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî diketim darî ter e
sibe ye Seyîdxan derketî banê qesrê
bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê
di bextê gora bavê te ketime
pêşiya firarê me berde
gidî fîrar gune ne bira derbas be here
hey malmîrat!
çima tu nizanî çend salê me temam bû hukumeta Cumhuriyetê
li sirgûnkirina çolix û çocix û birrîna serê me digere
Sidiqê Hecî Mistefa Begê digo wele nabî bîle nabî
mi bi serê Şêx Badînê erdê Dignûgê sond xwarî tu car nabî heya li dunyayê sax û silamet bim
fîrarê Seyîdan û Beraza nayê bi silametî bi ser mi ra derbas nabî rabe,
Teyfûq bi sê denga bang dikirî go Seyîdxan mala te xira be helhel e ez heme Bavê Salih berxê Mala Úsivê Seydo
peyayê xerîb, mêrê merxas, kewê ribat, ne ez birayê te me mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî
li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê
gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim
ez ji te ra sond bixwim
fenanî miya ku berxa xwe wenda ke, gidî dê weledê milê xwe bigere
hey malmîrat! ji şerefa mala me ra eyb e
li ber xelkê tu negere
tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê
ez ji te ra sond bixwim bi telaqê jinberdanê
bi saxî û bi silametî bi ser çolix û çocixê xwe da venagere
helan danê, helan danê
egîtê mala bavê mi nemayê helan danê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê berxê mala bavê mi gulîbirê bîna barûdê hildanê
sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê
Lo axao axao axao ...
lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî diketim çem û kanî sibe ye Mûsa Beg derketî banê qesrê
bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê
di bextê gora bavê te ketime
serê xwe ji xewa şêrîn bilind ke
hela bala xwe bidê helhelê lawê bava
qîrçînyê çapêlyan û martêlya
firarê Seyidan û Beraza bi limêja sibê ra gund hilanî
ca agirê kulê bikeve mala xelkê Intabê
ser serê egîtê mala bavê mi nemayê ji êvar da agir dada kirin kafiristanî rabe
Teyfûq bi sê denga bang dikirî digo Seyîdxan mala te xira be helhel e ez heme Bavê Salih berxê Mala Úsivê Seydo
peyayê xerîb mêrê mêrxas, kewê ribat, ne ez birayê te me mi bi telaqê jinberdanê sond dixwarî
li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê
gere îro li Cemalvêrdî Sidîqê Hecî Mistefa Begê, Mûsa Begê
tevê Mamê Begê komê xulama bikujim
li qarşî çolix û çocixê wan, çek û sîlehê wan ji desta bistînim bi mêranî
xelk bizanibi lawê bava hebû
li piştî xirabiya xelkê
ji bîr nekir heyfa xwe hilanî
helan danê helan danê
egîtê mala bavê mi nemayê helan danê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê berxê mala bavê mi gulîbirê bi dil û cîgerê xwe guven in sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum