Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lo Lo Kuro Delalîko
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Lo Lo Kuro Delalîko

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 4 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were kuro delalîko ez nexweş im hoy hoy ax lo kûr dinalim ezê ji derdê dilê rezîl ra gelo him nexweş im hoy lo him bêhal im ezê vê sibengê emrê min çardeh salî bû
ji bo çavê reş û belek himû pîr im, lo himê kal im
geli gundî cînarno
gilî û gazin û loma ji dilê min ê rezîlê bê qewlê bê qirar mekin
heya dunya xweş ava be
ezê ji bona çavê reş û belek him dibêjim lo pê bikalim
Lo lo kuro delaliko serê mi diêşiyabû lo dilêm pê ra
ezê rabim bejna zirav ji şitavê nizanim teze nînim berxo lo ji kî ra kî ra ezê ji eşqa delalîkê dilê xwe ra bavêm gerdena zer
gerdena zêr û zîvin na wele qolek ji qolê zêra
xelkê bibêje kulmalê te xwe xemilandî ji kî ra
ezê bêjim mi xwe xemilandî ji delalîkê dişê xwe bi tenê ra
eman eman dil çetin e
te dilêm kir sêlek ji sêlek di hesine
agirek dabû ser da yekî bine
di kaviliyê gunda gelek peyayê mala bavê mi
di newala biniya mala da da kuştine
Lo lo kuro delalîko sibe ye hela rabe
ezê derketim warê jorîn lo li hembere
ezê rabim koşkekî ji delalîkê dilê xwe ra çêkim lo sera sera ji serayê
ezê rabim diranê xwe çêbikim lo ji zêrê zer e
bihîstina mi bihîstiye lawikê mi ji qurbetê difetilî
tirsim îşev silametî lo jor da were
eman eman eman ho eman eman... ax felekê tu xayîn î
Lo lo kuro delaliko ezê herim bi destê delalîkê xwe bigirim bejna lawkê mi zirav e ji tayê rihana nav behîva
ezê bi destê delalîkê dilê xwe bigirim
qasekî meşmeş
bikim ser kanîka nava lo Qolo Zîva
ez û delalîkê dilê xwe li nava darê mazî rûnên di dezî va
mi rebenê nêrî gullekî ji Alîloka şewitî
Mele Fadilê ji koka darê diteqiya li mi zîva
Xwedê te diyo delalîkê dilê mi di ser mi da wergeriya
çewa li me wenda kirine delalîkê dilê mi keçikê
bejna zirav gelo her çar malê Qolo Zîva
eman eman eman ho eman eman...
ax felekê tu xayîn î.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.