Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Lo Mîro Îslamî Tunîne (Evdal û Kerem)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Lo Mîro Îslamî Tunîne (Evdal û Kerem)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were lo Miro lo Miro lo Miro lo Miro...
ê hey la lo lo Miro sibe ye İslamî tunî ne
Xezalê bi sê denga bang dikirî Xanimê lê dayê rebenê sibe ye Kerem bang dikirî Evdal, Evdal dengê xwe nekir berxê mi di vê sibengê Evdal bang dikirî Kerem
Kerem dengê xwe nekir
Keremê bejnzirav, Evdalê pozberan
li binyê kona sekinî şêwr û mişêwre kir
dayê rebenê dijmina tevdîr û tivdarekê xwe kir"
zivistan e çilê erbeîn e çar ro ji orta Xaçî Xizir Nebî çûyîne Ferzende, Besra ji malê siwar bûne
sê firqe eskerê qerenîzamê li dû Bavê Elfesya temam bûne saet li şeşê di şevê bû ajotiyê derê Birê Ehmê Keko tu bala xwe bidê li me û li vê zulmê xwedî nekir
ay lo Miro lo Miro lo Miro lo Miro... ê hey la lo lo Miro sibe ye İslamî tunîne
Xezalê go de lê lê Xanimê lê dayê rebenê
ezê bi textê Qereyaziyê li dîharî Qizqaniyê diketim ji dilê min û te ra li devî çem e
mi di Keremê bejnzirav sekinî
Evdalê pozberan li kedera dilê mi ra xwe dabû cem e
hûn ji bona Xwedê şahde bin
li jorî sed yazixa Xaliqê Alemê Rebê Jorîn
berxê li jêrîn sed yazixa Evdal û Kerem e
Xezalê go de lê lê Xanimê le dayê rebenê
heyfa mi nayê bi tu heyfê heyfa mi tê li wê heyfe
Xaliqê Alemê axa herdu peyayê Mala Mistefa Axa kişand
wey la li mi nemayê topraxa kafirê Şahê Ecem e
tu bala xwe bidê li hewşa Emir Tüman
Bavê Elfesya sond xwarî bi sonda qesemê îro tê kuştinê
tu cara ranabe ser ji cinyazê Evdal û Kerem e
ay lo Miro lo Miro lo Miro lo Miro ê hey la lo lo Miro sibe ye İslamî tunîne.î şewitiya Îranê

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.