
Şarkı Sözleri
Ax eman eman eman...
bê bejna zirav mi ji te ra nego tu berjêr diçî gelo tê yê ji xwe ra bi ku da herî
sebra dilê mi tu ji tayê rihanê ji têla ter î
berxa dilê mi gelo nizanim tu li kîjan berdilkê dilê xwe digerî ezê bi bextê te û Xwedê ketime
tuyê ramûsanekî li dev û lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî,
terzê di hakimî, şemlê di Erebî li mi kerem kî sebrê paşê herî esmerê ez dizanim tu xwedanê bejna zirav
çav û buryê reş û belek dev û lêvê şekir î cotê zer memikê topa gilover î
eman eman eman...
eman eman lo tu sebra min î
Ax eman eman eman...
bê bejna zirav sibe ye gelo vê sibengê ji mal derketî bi made ye mi dî çavê reş û belek ji xwe ra reşbelek bû kir mane ye sebra dilê mi qolê zêra dabû pêşiya eniya kever sê cerge ye xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez bûm aşiqê dev û lêvê şekirî, tûncika bi yazme ye sebra dilê mi tu werî ew lawikê ku tuyê jê hez bikî
ez ji te ra sond bixwim rûniştiye li konê me ye
kuro delalîko lafan û forta meke
ew kelîma tu dibêjî devê te heftê heft bavê lo te zêde ye
kewa gozel bi te kim tuyê Rebî dihebînî
tuyê qasekî dilê xwe bi mi bişewitînî tuyê bibê kur gune ye
sebra dilê mi gelo tu were qasekî li kêleka mi rûnê
li konê mezin li mala me ye
kuro delalîko minê vê sibengê çavê xwe kor kiriye mi nizanîbû dilê mi ji heft salî da ketiye te ye
eman eman eman...
eman eman ax tu sebra min î
Lê lê bejna zirav sibe ye gelo mi ji te ra nego
rûmenê li derê malê berxa dilê mi ji xwe ra li derê vê dîwanê
bê te çavê reş û belek xwezila mi bizanibiya ji kê ra dabû ber kildanê qolê zêra gelo ji kîjan xortê xelkê ra dabû ber kitanê
sebra dilê mi girêdana te fenanî qîza el mêlîkê vî welatî, Mişîrê Ezirganê ca tu rabe ezê bi destê te bigrim birevînim
bavêm şewitiya ber bextê qaymeqamê Erdîşê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
bavêm ber bextê waliyê kavila Wanê
ewê bibê kuro te Gewrê bi çi karê aniye
ezê bêjim waliyo mala te xirav be
ez bûm aşiqê bejn û bala Gewrê, dev û lêvê şekirî, lo qisedanê
axo li min axo li min lo ez fîrar im
bejna zirav gelo li kaviliyê gunda da ez fîrar im
ezê di kaviliyê gunda da feqîr im hustûxwar im
heramî miskînê mêrê te zengîn e dikim nakim ha ho lo pê nikarim
ezê di kaviliyê gunda da hêsîr im sebrê bê tûtar im
Gelî haval û hogirno sibe ye
kanî dûr e bejna zirav berxê ax lo ji avê tê bê bejna zirav gerdena êlî qolê zêra çuqa lê tê bextê te û Xwedê ketime tu bala xwe bidê taxima sing û berê Gewrê sura sibê bîna bê tê Gewrê çuqa tiştê kevn lixwe ke gelo li bejnê tê sebra dilê mi ezê bi destê te bigirim
îro birevînim bavêm ber bextê qaymeqamê Bayqan eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
te bavêm ber bextê waliyê kavila Sêrtê
ewê bibê kuro te Gewrê bi çi karê aniyê
ezê bêjim mala te xirab be Gewrê çi lixwe ke lo li bejnê tê
ezê ji bona Gewrê nexweş im
fena birîndarê bi topa şerepnalê birîndar be li nermê hêtê ax lo yeman ax lo yeman lo ez fîrar im
bejna zirav ezê nexweş im, feqîr im, bê tûtar im
ez çi bikim heramî miskînî mêrê te zengîn e sebrê pê nikarim Lê lê benja zirav sibe ye gelo mi ji te ra nego
ez navê te nizanim bi navê şêrîn dibêm berxê Gewrê dînê hela tu bala xwe bidê
payîza welatê me hatiye gelo Pêwra xwe da ber Mêzînê aqûbeta min û te bûbû aqûbeta Hesen û Belqîsayê Úsiv û Zelêxayê, sebrê lo Mem û Zînê
bira Xwedê di van sal û zemanê van xirab da
merû neke tora te sêrbazê te lo derewînê
te çima mala mi xirab kirî fena çûçika haho lo ser hêlînê
ezê bi destê te bigrim birevînim bavêm ber bextê qaymeqamê Gercewsê eger biye ji xwe biye gava ku nebiye te bavêm ber bextê waliyê vê Mêrdînê ewê bibê kuro te Gewrê bi çi karê aniye, ezê bêjim waliyo mala te xirab be
aqubeta min û Gewrê bû aqûbeta Hesen û Belqîsayê Úsiv û Zelêxayê sebro lo Mem û Zînê
axo li min axo li min lo ez fîrar im
berxa dilê mi gelo ez firar im ez firar im
ez feqîr im, hêsîr im, bê tûtar im
çibkim heramî mêrê te zengîn e berxê haho lo pê nikarim
ax lo yeman ax lo yeman ez fîrar im
Lê lê bejna zirav sibe ye mi çi go
te di dêrisê gunda da bêrxê ax lo gurram nekir
heft xwezila bi wî çaxê ez di ser te ra sekinîm te çek û cilê xwe boxçe kir malxirabê ez çibkim gelo te bi xwe kir
ezê bi destê te bigrim birevînim bavêm ber bextê qaymeqamê Silîva
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye te bavêm ber bextê waliyê Diyarbekir ewê bibê kuro te Gewrê bi çi karê aniye, ezê bêjim waliyo mala te xirab be
vê sibengê xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez bûm aşiqe bejn û bala Gewrê dev û lêvê şekir axo li min axo li min lo ez fîrar im
bejna zirav gelo ez firar im ez firar im
malxirabê ez feqîr im, bê tûtar im
çi bi kim heramî mêrê te zengîn e haho lo pê nikarim
axo yeman axo yeman ez fîrar im
Kuro delalîko sibe ye li me rabû Ferêtê ax lo Ambarçayê berxa dilê mi gelo Ferêt rabiye deng jê nayê
îro berfek li me barî çuqa hûr e fena kayê
ew çi kes e dibê malxirabo çav û buryê Gewrê ax reş e berxê deq lê nayê esmerê serê mi bi heyran canê mi bi qurbanê li dewrana di dunyayê ezê bi destê te bigrim birevînim bavêm ber bextê qaymeqamê Siwêrekê eger biye ji xwe biye gava ku nebiye bavêm ber bextê waliyê vê Urfayê ewê bibê kuro te Gewrê bi çi karê aniye, ezê bêjim waliyo mala te xirab be tirsim tu jî bibê Gewrê reş e deq lê nayê
ax lo yeman ax lo yeman ez firar im bejna zirav gelo ez fîrar im ez fîrar im
ezê ji xwe ra feqîr im, hustûxwar im
ezê di kaviliyê gunda da hêsîr im tengezar im
ezê çi bikim gelo belengaz im ha ho bê tûtar im
heramî miskînê mêrê te zengîn e di kaviliyê gunda da berxê pê nikarim.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum