
Şarkı Sözleri
Lo lo Miro mi ji te ra nego berjêr meçe
ye ye... ax lo yo yo... li te nayê
ezê rabim xwe berdim welatê xerîb û xerîbistanê
di soniya emrê xwe da gelo
disa bibime qaçax û firyarê hukumeta Turkiyayê
ez ji te ra sond bixwim
berê xwe bidim welatê xerîb û xerîbistanê nava diwala Sûriyayê
hela rabe tu dêhna xwe bidê vê sibengê ocaxkoro
Gulo bi se denga bang dikirî Îpegê xweyê
vê sibengê bawer bike
berxê Mala Haci berê xwe dabû welatê Sûriyayê
dimirin êdî bi şûnda nayên
hela rabe vê sibengê gelo ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
li welatê Qereyaziyê tu cara îflaha me tunine
berxê îdara me nabe gelo emê rabin
navê Mala Haci silmiş dibe ji vî kunyayê
were were were...
were were xwengê dîsa şer e
Gulo digo lo yo...
Hikmet berxê sibe ye vê sibengê malxirabo
Geliyê Beraza Hespreş bişewite ji dilê min û te ra newal û pal e
yek şeva serî li dayika xwe bixîne
ez çibkim bavê te nikare disa were
ez ji te ra sond bixwim extiyar e kale wi Hikmet digo Gulo dayê
ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
bi navê Quranê, bi dîn û îmanê, bi telaqê jinberdanê îro şûnda tu were emê hevdu ji xwe ra bikin bi helale
malxirabê teze îro bi şûnda taqet û quweta me tunîne
li qarişi hukumata niha zor e
emê ji xwe ra vê sibengê berê xwe bidine welatê xerib û xerîbistanê kesek ji me îro şunda venagere yalê male
were were were...
were were kalê malê disa were
Ê lê lê daye rebenê sibe ye mi ji te ra nego ji dilê min û te ra gidi gelo vê sibengê mi ji te ra nego malxirabê
diçûme welatê geliyê Beraza textê Qereyaziyê ji dilê min te ra newal û palê
ez çi korayî bi xwe da bînim Mehmûd û Mihemed Reşîd, Qudbedîn û Xiyas
berê xwe dane welatê xerîb û xerîbistanê
Heci bi feqiri belengazi le tu sêr bike gelo mabû li mapûsxanê li curnalê
hela bala xwe bidê kalê heyştê sali
teze bû qaçax û firyarê serê çilan û çiya
berê xwe nade malê
eman dayê were dayê were...
were were were kalê malê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum