Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mala Paşê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Mala Paşê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ê hey wax bê hey wax wax û wax ax wax wax û wayê
lê Dayê rebenê sibe bû şerekî li me çêbû qaleke li me qewimî
li kirrê Milazgirê wey la li mi korê li mi nemayê ber û berê vê Xelatê hela bala xwe bide bêbaviya miletê Sarisûyê
miletekî bêbav î, bêeslê bê cibiliyet bû
rabûn ranebûn temamî şivanê gavanê xulamê Mala Paşê bûn îsal ji pê ra li Mala Paşa bû xelaya di mêra
tu dêhna xwe bidê dane pêşiya mifreza Kelê, bi Kopê, Mûşê, Milazgirê, Xinûsê tevê başîbozixa Kosorê Ûsivê Mamokî
le hilaniye mudirê Lîzê digeriya gelî bi gelî newal bi newal, devî bi devî
bi limêja sibê ra mi gulîkurê bala xwe berdayê
li dû berxê mala bavê mi serkurê digerîne teqîbatê
Salih digo Efê delalî berxê tu mêrî mêr bî çê be çê bixebite
heyfa mi nayê li hozê miyan û berxa
heyfa mi nayê li birê hogeçan û manegiyan li çiya û zoxana bêxwedî ne
heyfa mi tê li wê heyfê di Mala Paşê da dergûşa lawîn tunîne
emê çend saleka bişînin Qeysera şewitî dayê rebenê
ji xwe ra li ser milkê ji milkê vî mîratê axîn û wey waxîn e
Ê hey wax bê hey waxê wax wax û wax ax wax wax û wayê lê dayê rebenê sibe bû şerekî li me çêbû
qalekî li me qewimî li kirrê Milazgirê
wey la li mi nemayê ber û berê vê Xelatê li erdekî wa bi dar e hela tu bala xwe bide bêbaviya miletê Sarisûyê
miletekî bêbav î, bêeslê bê cibiliyet bû
rabûn ranebûn temamî şivanê gavanê xulamê Mala Paşê bûn

îsal ji pê ra li Mala Paşa bû xelaya di mêra
tu dêhna xwe bidê dane pêşiya mifreza Kelê, bi Kopê, Mûşê, Milazgirê, Xinûsê
tevê başîbozixa Kosora, Úsivê Mamokî
le hilaniye mudirê Lîzê digeriya gelî bi gelî newal bi newal, devî bi devî
bi limêja sibê ra mi gulîkurê bala xwe berdayê
bi ser konê mala bavê mi delîlê da jor da hatiye xware
Salih digo Efê delalî berxê tu mêrî mêr bî çê be çê bixebite
heyfa mi nayê li hozê miyan û berxa
heyfa mi nayê li birê hogeçan û manegiyan li çiya û zoxana bêxwedî ne heyfa mi tê li wê heyfê di Mala Paşê da keskî xwedanxêr tunîne
li kirrê Celaliya cewabkî bide Birê Heskê Têliyê
li hewşa kafirê Emir Tûman
cewabekî bide Silêmanê Ehmed bavê Ezet, kêwê ribat
bê na wele Ferzende berxê Mala Emer bavê Elfesya
daîma li meydanê mêra dikuje fenanê şêrek ji şêrê birîndar e waxîn û hey waxîn e
bê hey wax û hey wax û hey wax û hey wax
ez hetanî sax bim li dûmeka li dinê
ji derdê Mala Paşê û ji kesîretiya giran ra rûnêm bibêjim hey wax û hey wax felek te kir.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.