Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mamed Axa Û Bekir Beg
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Mamed Axa Û Bekir Beg

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lo lo lo lo lo...
he wî lo lo lo lo de lo lo...
ax sebebê Gewrê
ca sibe ye Bekir Beg radibe ji xwe ra dike wa dilezîne kaxitekî dinivîsîne bi ser Mamed Axa da dişîne dibê lawo mi bihîstiye bavê te miriye
xwûşka te ya Gewrê hêtîm maye bixemlîne ji min ra bişîne
eger dişînî bişînî gava tu naşînî
sibê li Girê Tirbûşê li Newala Dizika
li serê şaxan û mesîla li ser Kaniya Qîzan û Bûka
sêr bike vê sibengê destebiratiya min û te va bibe qetilxwûnê yadê
Ca sibe bû peya dike dilezîne
tu sêr bike vê sibengê kaxitê li ser çoka Mamed Axa da datîne Mamed Axa radibe vê sibengê kaxita peyê dixwîne
kaxitekî dinê dinivîsîne dide destê peyê bi ser da dişîne dibê lawo herçî gotinê te nivîsîne li cahiliya te say dikim çavê xwe di êla xwe da bigerîne
qîzeke minasibê xwe bibîne
Gewrê piçûk e wexta wê mêra nîne
tevî hezar û pênsed çaqmaqê xwe
îro ji êvara Xwedê da li ber te da wa senîme yabo
dema peya dike wa dilezîne
kaxitê tîne li ser çoga Bekir Begê datîne
Bekir Beg kaxita peyê bilind dike wa dixwîne
nava cimaeta xwe da kir qêrîne
go lo lawo vê sibengê xeber haya we ji gotinê wer tunîne
va marusa pir ji min ditirse pir û pir dikişine
qelem û defterê xwe jor da tîne kaxitekî dinivîsîne
peya gêrî bi ser da dişîne
dibe lawo eger dilê te ji ber xwenga te dernayê

mi bihîstiye jinê te dudu ne jina mezin tiştek nîne
jina piçûk e pir nazik û pir xweşik û pir şîrîn e gidî gelo tu bixemlîne ji min ra bişîne
eger dişînî bişînî gava tu naşînî
sibê li Girê Tirbûşê li Newala Dizika
li serê Şaxan û Mesîla li ser Kaniya Qîzan û Bûka tu sêr bike îro ji êvar da gelo vê sibengê destebiratiya min û te va dibe qetilxwûnî yabo
de lo lo lo ax lo lo...
bê sebebê Gewrê
Ca sibe bû dema ku vê kaxitê dixwîne
sibe ye vê sibengê Mamed Axa
tevî cimaeta giran meclîsa xwe va
li dîwanê rûniştîne
êvar e saet li şeşê di şevê bû
peya selamekî li civata dora Mamed Axa dikîne
Mamed Axa bi devê xwe selama peyê hiltîne
cî nîşan dide dibê: berxê ji xwe ra rûnê,
go axao wexta min û rûniştandinê tunîne
kaxitê ji cêba xwe dertîne li ser çoka Mamed Axa datîne kaxita peyê bilind dike dide katibê xwe
dibê katibo bi dengêkî êlî vî kaxitê ji axayê xwe ra bixwîne
katib dema ku gotinê vî marusê bi çavê serê xwe dibîne
dibê: êvar e herfê kaxitê hûr in çavê kâtibe te nabîne
divê tu bide Axayê te bi xwe ji xwe ra bixwîne
bawer bike gotinê vî marusê nîvîsîne temamî gotinê bênamûsî ne katibo dema kaxitê dide destê Axê
Axa ji xwe ra bi dengekî 'êlî wa dixwîne
bala xwe didê tê da nivîsiye
lawo eger dilê te ji ber xwenga te dernayê min bihîstiye jinê te dudu ne

jina mezin tiştek nîne
jina piçûk e pir nazik û pir xweşik û pir şîrîne gidî gelo tu bixemlîne ji min ra bişîne
eger dişînî bişînî gava tu naşînî
sibê li Girê Tirbûşê li Newala Dizika
li serê Şaxan û Mesîla li ser Kaniya Qîzan û Bûka tu sêr bike îro ji êvar da gelo vê sibengê destebiratiya min û te va dibe qetilxwûnî yadê
Ca sibe bû dema ku vê gotinê dibê didikrîne Mamed Axa qelem û defterê xwe jor da tîne kaxitekî dinivîsîne dabû destê peyê bi ser da dişîne dibê: lawo va şerê ser namûsê ye, tiştekî bi pera nîne berxê vê sibengê kuştina min heye
ji vê deqê bi şûn da zivirandina min tunîne
ez ji te ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e
tu rabe eskerê te çuqa heye berev bike wa bicivîne ez ji te ra sond bixwim
bi sura sibê bîna bayê kur û bayê şerq
û bayê xerb û çep û rast li me tê gimîne tevî hezar û pênsid çaqmaqî
vê sibengê jina xwe ya piçûk ji te ra tînim
emê li arasa meydanê destebiratiya me dibe qetilxwûne
ez ji te ra sond bixwim îro li meydanê vê sibengê
jina yekî ji me yekî ra ji xwe ra bî dimîne yabo
Ca ku dema peya dike wa dilezîne
kaxitê li ser çoka Bekir Begê datîne
Bekir Beg rabiye ranebiye mêrkî bê esl e
esil û asas û soya wî tunîne
sêr bike li cimaeta dorê kir qêrîne
li def û hewarê dixîne donzdeh eşîrê xwe berhev dike
hezar û pênsid çaqmaqî xwe bi ser da tîne
ji êvar da çadir dikute, hêwir datîne

Mamed Axa radibe hezar û pênsid çaqmaqî xwe hiltîne tu sêr bike jina xwe ya piçûk bi xwe ra tîne
saet li şeşe di şeve bû
li dora êla Bekir Begê dikute çadir û xeybetê di spîne
sibe ye Bekir Beg radibe misînê desmêjê hiltîne
sere xwe çadira xwe ra dertîne
nihêrî vê sibengê li dora êla wî kutane çadir û xeybetê di spîne
gêrî vedigere misînê xwe cî da datîne
bi sê denga li jina xwe ya piçûk û mezin kir qêrîne
go de rabe xanimê, de rabe eskûkê, de rabe xatûnê
here vê sibengê vana kirinê Mamed Axa ne
silamê mi jê ra bibê
bêje Bekir Begê gotiye eger ji telaqa bawer dike, şeş telaqê xwe bavêjim
eger bawer nake jê ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e
xeber haya min ji van gotinên wer tunîne
kaxit û beratê bi ser da şandîne
temamî di orta min û wî da kirine fesadî, şeytanîne
bira rabe eskerê xwe ji ser êla mi hilîne
ez ji te ra sond bixwim
xeber haya min ji van gotinên wer tunîne dayê
Sibe ye jina Mamed Axa rabiye tevdîra çay û qehwa sibê ji Axê ra dibîne
nihêrî hermetekî li derê çadirê kiribû fîxan û zarîne
go de rabe kotiyo de rabe, miskîno de rabe, nemerdo de rabe
vê hermetê bi ser me da çi fîxan û zarîn e
sere xwe bilind kir ji xewa şîrîne
go de were wanikê, de were lilikê
de were êmê, de were baciyê, de were dayikê de were
te bi ser birayê xwe da çi fî fîxan û zarîne
go: Axao ez heme jina Bekir Begê ya mezin im
selamê xwe ji te ra şandîne
gotiye: ji telaqa bawer dike, şeş telaqê xwe bavêjim
eger bawer nake jê ra sond bixwim bi Quranê dîrega dîn e

xeber haya min ji van gotinên wer tunîne kaxit û beratê bi ser da şandîne
di orta min û wî da kirine fesadî şeytanîne bira rabe eskerê xwe ji serê êla mi hilîne Go lê lê xweyê lê lê dayê
mi ji te ra gotiye tu dayik û xweya min î tu were li kêleka birayê xwe rûnê
mi gelek mektûbê vî marusî bi destê xwe hildane
bi çavê xwe dîne, bi devê xwe xwendîne
mi îmzaya vî marusê li binê van mektuba dîne destê xwe li cêba paltoyê xwe dixîne mektuba vî marusê jê dertîne
tu sêr bike ji vê esyetekê ra dixwîne
go seb xatirê xweynga xwe eskerê xwe hiltînim
derdikevim Girê Tirbûşê, li Newala Dizika, li serê şaxan û mesîla
li ser Kaniya Qîzan û Bûka datînim bargiranî ne
bira jina xwe ya piçûk bi xwe ra bîne
yek li me li meydanê dimiri, jina yekî ji me yekî ra bî dimîne
eva şerê ser namûsê ye
tu cara, kuştina min heye zivirandina min tunîne
dema ku vê gotinê dibê didikrîne
sibe ye sêr bike vê sibengê malxirabo
va eskûka dike wa dilezîne
xwe bi Bekir Begê ra digihîne
vê gotinê dibê didikrîne
sêr bike Mamed Axa eskerê xwe hiltîne
derdikeve Girê Tirbûşê li Newala Dizika
li serê şaxan û mesîla li ser Kaniya Qîzan û Bûka
bargiranî datîne
sêr bike vê sibengê malxirabo Bekir Beg rabiye ranebiye
şixul û karê wî bênamûsî ne
eskerê xwe hiltîne tê li biniya çadira Mamed Axa

çadir dikute hêwir datîne
sêr bike hezar û pênsid palîwanê xwe hiltîne derdikeve meydanê qir qêrîne
bê lo lo lo lo lo Mamedo lo lawo
te di emrê bavê xwe da palîwanê waha li pişt xwe dîne? go lo lawo eger tu mêrkî çê yî
tu were em bikevine ber almecê tivinga
yek ji me yekî bikuje, bira jina me yekî ji yekî ra bî bimîne bira lawê bava kesek ji rûyê min û te da zirarê nebine çavê çolix çocixê kesî vê sibengê li rê û dirba nemîne heya dunya xweş ava be
bira kesek li min û te va lanetê neyne
vê sibengê hêsîr û dîl nemîne
Dema vê gotinê dibê didikrîne
herdu dikevine ber almecê tivinga
Bekir Begê rabiye ranebiye şixulê wî karê bêbextîne nahêle Mamed Axa almeca tivinga xwe hilîne
çer davêje lêdixe milê Mamed Axa yê çepê dişkênîne Mamed Axa fenanî hirçê bi şengêlî dev geliyanî dil birîn e dikeve ber almeca tivingê almeca tivinga xwe hiltîne
sêr bike qapaxa serê Bekir Begê fenanî quriş û deh pere ji der dibîne
çer davêje lêdixe qapaxa serê Bekir Begê bi destê xwe hiltîne
bi destê zorê dişîne jina Bekir Begê a piçûk ji xwe ra tîne
ez ji te ra sond bixwim bi sê denga digo
lo lo lo lo lo lawo
Xweda li ser heqiyê ye, Pêximber li ser şifaetiyê ye
herçî kesê çalê ji hevalê xwe ra bikole
yeqîniya we hebe ji Rebê di jorîne
bi gendî nefsa xwe tê da dimîne
ax lê lê lê lê lo lo lo lo...
bê sebebê Gewrê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.