Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mamedê Qilikî
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Mamedê Qilikî

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo lo Mamedo lo lawo
tivinga destê Mamoyê Qilikî hilqedar e dagirtiye tuxt û nîvê ji barûdê gulla sêrî temam jahr e ji malê siwar bû li kumêtê kapreşî siwar e
tu bala xwe bide fenanî marê reş teyar e
oro lo Mamedo temî wesyeta mi li te be tuyê gule bavê hespê dê guneye
oro berxo ji xwe ra bavê hespê wayê... li min wayê li min lo Mamê siwar e
heylo lawo lo Mamê siwar e dê bi reben e
Lo ho lo Mamedo lo lawo şerekî li me çêbû qaleka li me qewimî vê sibengê li Newala Xelîlokê
sibe ye rim têne bavê Ehmedê min bi hemêza
gulle têne bavê Ehmedê mi rebenê fenanê taviya vê teyrokê
gelo vê sibengê malxirabo îro xulam tev revîne
tu dêhna xwe bidê derbekî bi dest berdane bedena bavê Ehmedê mi rebenê
birîna vî xweşmêrî kûr û xedar e textikê çogê
'am û alem tev dizane Mamoyê Qilikî rabû ranebû êtîmê nav mala me bû
seyîsê hespê Bavê Ehmedê bû
îsal ji pê ra Bavê Ehmedê mi ra ketiye daw û dozê berxê
êrê hê berxê ji bona emega wê wayê... li mi li min lo şev û rokê
dê bi reben e
Lo ho lo lo lo Mamedo sibe ye
gelo mi ji te ra nego vê sibengê malxirabo
Mamedê mi ji mal siwar bû kolozxwar e
heylo lo lawo gelo tu dêhna xwe bidê fenanî marê reşteyar e
îro ji êvara Xwedê da gelo ji tenişta rastê da birîndar e
li çiyayê bilind zozanê jorîn gelo vê sibengê

li pêşiya xwe dîtiye birrek neyar e
oro ho berxê tu dêhna xwe bidê
dilê bi kulê bi birîn jor da hayê wayê... li min wayê li min heylo lo lawo lo hatî xwar e
dê bi reben e lawo Lo lo lo lo lo Mamedo sibe ye
sibe ye ezê ji te ra bibêjim lawiko ez ji te dikim rica û hêvî
hey bêbexto gelo marê reşteyar e fenanî
êvarê heyanî sibê gelo ji xwe ra ocaxkoro ji xwe ra dikişînî wa dipîvî
êro gelo ji xwe ra xwe avêtiye malxirabo
li kêleka bedena Mamongê Qilikî
gelo qapamîşkiriye heywayê ax wayê wayê li mi
bê qemeka qabirmezîvî lo lo lo lawo mi ji te ra nego vê sibengê malxirabo
tu tu cara nebêjî wa nepîvî
tu dehan xwe bidê vî mîratê ji xwe ra xwe pêçaye
li bedena Mamoyê Qilikê gelo vê sibengê li qemeka qabirmezîvî.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.