Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mapûsxana Siwêrekê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Mapûsxana Siwêrekê

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Eza ne tî mo lo ne birçî me ax hayê gidiyê gelo ne Şênî me ne Botî me
li serê rê û dirba mahpusxana Diyarbekir
ca şewitiya Siwêrekê, Xarpêtê ji xwe ra rûniştîme yabo hoy lo lo xelko bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê ez rebena Xwedê bi hêsîr û dîla
her sê mahkûmê mala bavê xwe nê cezalî me yadê
ezê rabim gundo tu xira bî
ezê malxirabê tu bala xe bidê îro ji êvara Xwedê da
ca bi reş im lo bi heş im hûn nizanin ji bona her sê egîtê mala bavê xwe nemayê
di kaviliyê gunda da gidiyano ez huznî me yadê
delîl im yadê, hêsîr im yabo ezê li dewrana dunyalikê
bi hêsîr û dîla her sê mahkûmê mala bavê xwe delîlê cezalî me ha mi hayê ax hayê
Ezê rabim derdavê xwe li xwe bialînim
xwe berdim Diyarbekir
bêjim teyro ezê bi te kim lo lo gidiyo tuyê bi Xwedê kî
tu hêlîna xwe li Siwereka şewitî, Qeregêçî Mehlesiyê li ser Úlû Camiyê li minara tewra jorîn çêkî
wele çavê mi nabîne xortê mala bavê mi serkolosê xortê pir cindî ne
bi tûncik û temelî ne natikê wan e fire ne çar tilî ne
gerdenê wan e zirav e êlî ne destê wan e kelepçelî ne

lingê wan e qeydî ne
stûyê wan e lelekirî ne
Feyzullah Paşa lêxistîne li pêşiya cotê cendurmê singûlî ne
sibê ji mapûsxana Siwêreka şewitî dertîne
destê wan da gimgim e, misîn e
hetanî ser kaniya pêşiya Camiya Hesen Paşa tîne
çavê mi rebenê qet nabîne tuyê qasekî pêş min va gidyano selamekî lêkî yabo
delîl im yadê, hêsîr im yabo ezê li dewrana dunyalikê
bi hêsîr û dîla her sê mahkûmê mala bavê xwe delîlê cezalî me ha mi hayê ax hayê
Ezê rabim derûdawê xwe li xwe bialînim
xwe berdim Diyarbekir jor da werime kaviliya Siwêrekê
ezê xwe berdim daîra ceza reîsî ku go lê lê xwengê tu hatî çi ricayê, çi dîlekê
ezê bejim ocaxê te kor be
gur ku hene tebayê di çolê ne wele tu cara sê berxa nakujin ji kozekê
hewar Xwedê te sê tazoxlanê mala bavê mi porkurê bi derbekî avêtî mapusxana Siwêrekê tu yekî bide bo xatirê mi porkurê duda bavê mapûsxana Siwêrekê
lo Rebî bi carekî wayê ax hayê
ax delîl im yadê, hêsîr im yabo ezê li dewrana dunyalikê
bi hêsîr û dîla her sê mahkûmê mala bavê xwe delîlê cezalî me ha mi hayê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.