Şarkı Sözleri
Ay Medet berxê Medet
Medet ez bi heyran sibe ye vê sibengê
mi ji te ra nego îşev hîv e hîveron e
ez bi qurban mi ji te ra nego îşev hîv e hîveron e şewq û şemalê dabû hêşlya konê Erebî
vê sibengê tu dêhna xwe bidê malxirabo hêlî kon e mi dî yeka bejnzirav e
çavbikil e, biskbitêl e
çepildirêj e, porkej e
navqendîl e, gerdenzer e
li ser zendê zer badayî kulî hiriya qerqaşê di spî bû
desta da teşiya di Mûşan e
derd û kulê dunyayê dibêje dirêse
îro ji êvara Xwedê da ji eşqa dilê rezîl ra gelo xwe dane hêlî kon e Medet
ezê rabim
mi dî kubara min i şîrîn i, nazik e, nazenîn e vê sibengê ji êvar da bi şêst û şeş terza dibêje bi heftê awaza dilobîne
tu bala xwe bidê gelo vê sibengê hêsira bi ser sûretê sor da dibarîne gelo ji kêfê ra xwe dabû hêlî kon e
ay Medet ez bi heyran sibe ye vê sibengê ezê tim û tim cara ji te ra bibêjim Medet felek mala te xira be dêrisê gundê me da
çawa kirine qeyde û ûsil
jina çê didine kotiyê miskînê heram î mêrê xirab ji xwe ra di kaviliyê gundê me da bûbû edet
Ax Medet
Medet ez bi heyran sibe ye
tu dêhna xwe bidê vê sibengê
ezê çûme bajara bilind gelo li dîhara
mi dî vê sibengê gotinek ketibû devê telal û telalbaşiya vê sibengê van telala
ezê çûmê minê jê dipirsî mi go
Medet ez bi heyran gelo tu dêhna xwe bidê
van gotinê hanê çi gotin e tu dibêjî
go Medet ez bi qurban vê sibengê malxirabo
tu dêhna xwe bidê mizginî û mujda mi ji te ra be
qanûna teze ciwabek dane
dibêje jina çê ji kotiyê mêra distînin
ez bi heyran îro ji êvar da didin çelengê çeleng siwara Medet ay Medet wax Medet
Ax Medet
Medet ez bi heyran sibe ye vê sibengê malxirabo ezê diçûme bajara bilind
minê bala xwe berdayê şahrekî ezîm ê çi giran e
minê bala xwe berdayê vê sibengê
gelek xort û bendê gundê me rûniştin
dêrisê gunda da li hev civiyane
minê dipirsî mi go gelî heval û hogirno
gelo vê sibengê eva çi gotin i, çi toplantiya giran e
digo mala te xira be tu nizanî
mizgîniya mi li we hemiya be
tu nizanî vê sibengê jina çê ji kotiyê mêra distînin
ji xwe ra didine çelengê çeleng siwara
vê sibengê egîtê nav peya da Medet
ay Medet wax Medet
felek mala te xira be vê sibengê tim û tim gotin û ûsil bû
di kaviliyê gunda me da
jina çê ji mêrê çê bistîne bidine kotiyê mêra
bûbû adet.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum