Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Melûl Siwaro
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Melûl Siwaro

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Melûl siwaro roka me derketiye ji Qadirmê hê hê donzdeh rima gidî gelo şewq û şemalê
dabû bejna Bavê Heydo Apê Romî misîn û leganê gimgima melûl melûl melûl siwaro
gidî gelo şewq û şemalê dabû
bejna Bavê Heydo Apê Romî misîn û leganê gêgima
Şerîfê Xelîlê Xeto bi sê denga bang dikirî
Hesê Muxsî tu bavê bavê min bî çê be çê bixebite
cewabek nebxêrê hatî dibê agirê kulê bikeve Mala Zeynel berxê Mala Ferê
çawa derbekî bi dest berdane bedena Bavê Heydo Apê Romî Şahî ketiye bereka Vartoyê nav dijmina wele şîn daketî herem odesiyê he hû bi nav xanima
ax melûl melûl melûl siwaro
Melûl siwaro şerekî li me çêbû
li Çemê Qasimiyê Melexidira şewitî hê hê li Pîngê Kelê Bavê Heydo Apê Romî ji malê siwar bû kumêt diavêt di yêrdegê çi go mi go he hû bi lebê belê Şerîfê Xelîlê Xeto bi sê denga bang dikirî go Hesê Muxsî lawo tu bavê bavê min bî çê be çê bixebite emê îro şerekî çêbikin li ser kaviliya Qerqebazarê fenanê şerê Rustemê Zal, Eshabê he hû bi dewra berê
ê melûl melûl melûl siwaro

Melûl siwaro şerekî li me çêbû qaleka li me qewimî li çemê Qasimiyê, Melexidira şewitî ha hê ha bi ce ye Şerîf bi sê denga bang dikirî go mizgîniya mi li we be dengê tivinga tê ji Qolê Lola ji aliyê me ye
Bavê Heydo Apê Romî ji malê siwar bû
kumêt diavêtî di yêrdegê vê sibengê siwarek ji siwarê yexte ye Şerîfê Xelîlê Xeto bi sê denga bang dikirî digo Hesê Muxsî ezê di bextê te û Xwedê ketime
mi di xewna xwe da dîtiye îro kuştina Mala Ferê
şerê li ser kaviliya Qerqebazarê bi destê bi mala me ye
melûl melûl melûl melûl melûl melûl
hûy hûy melûl siwaro.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.