
Şarkı Sözleri
Kaviliyê gundê me bişewite ha li mila Sarweliya kirîba digo vê sibengê ez kulîlk im gelo kulilka reben ez im malxirabê li ber gula
çi rihana hêşîn dibû lê wê li ber gula
ez ji te ra sond bixwim mi ji te ra nego rê ji dila tere dila
ezê rabim destê kubara şêrîn bigrim
qasekî vê sibengê di dêrisê gunda da birevînim
bavêm ber bextê axa û axalerê Kurdistanê
eger biye ji xwe biye, gava ku nebiye
ezê ji xwe ra bavêm ber bextê keşîş ji dêra Fila
Sarweliya kirîba digo lo lo lo...
lawiko sibe ye mi dî vê sibengê Sarweliya kirîba sekinî
li şewitya Qereçobanê gelo vê sibengê ji xwe ra li ber ce ye rêka gundê me bişewite vê sibengê ji xwe ra rê cade ye
hey malmîrat vê sibengê tu rabi ji konê jorîn
ji xwe ra berjêr vê sibengê meşmeş bike qasekî ji kêf ra were konê me ye hey malmîrat tu nizanî di dêrisê gunda da gelo vê sibengê
xort musulman e lo lo gundo gelo qîz file ye
malxirabo heya dunya xweş ava be taxima sing û berê mi keçikê
ez ji te ra sond bixwim zozan û wargê te ye
Lo lo mi li dîharê lo Şamşêratê
tu rabe şarê girêde bavê ax lo ser hêratê hêtîmo ezê tu nifirê li te nakim
belkî mala bavê te here ber şeta kulê ber mîratê
were were were....
were kuro were
hetîmo gelo vê sibengê tuyê sola bixe bi mesa
hêdî hêdî yawaş yawaş dîsa were wele te li sêrî şara zere
êtîmo te li piştê lê xas kember e
şam û qutniyê Helebê li bejna tenik û zirav ji xwe ra hûrik hûrik bû qenter e
Lo lo kuro kulmalo dilê mi hêlîna teyrê li hewa bira lê nexista sura sibê ax li minê bakî rewa
êtîmo tê da tê dengê şalûl û bilbil cotê kewa
hela rabe te konê xwe danî li ser konê mala bavê mi keçikê bi vira wa bi derewa
lo lo kuro hêtîmo gelo were gidî were
eman te li sêrî şara sor û zer e
wele te li piştê xas kember e
şam û qutniyê Helebê li bejna tenik û zirav bû qenter e malxirabo tuyê sola bixe bi masax
hêdî hêdî yawaş yawaş jê der be were.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum