Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mihemed Û Salih (Mala Axê)
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Mihemed Û Salih (Mala Axê)

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lê wayê lê wayê lê wayê...
hey la lê dayê wayê wayê
Sitiyê gote Sîsilê, Sîsilê gote Fezîlayê
go xwengê keziya serê min û te va kurkirî be li dunyayê
ez çi bikim vê sibengê malxirabo
şerê roja sêşemê rojeke ters e li mala bavê mi rebenê nayê her sê lawê di Remo mêr di ser pozê xwe da nedîne li dunyayê
heyfa mi bi tu heyfê nayê heyfa mi li wê heyfê tê
ez tirsim rasta Eynqesira Baximsê dîsa ji xwe ra bikin bêdera kayê
eman lê lê lê wayê ax lê lê lê wayê... / hey la lê dayê
Lê lê xweyê rebenê sibe bû vê sibengê dilê mi kînekîn e her sê lawê di Remê li derê Eynqesira Baximsê rûniştîne
vê sibengê kaxitekî ji ba xwe da nivîsîne
dane destê peyakî
Salih û Mihemed ra şandine peya li rasta mêrgê dilezîne
peyê kaxitê li ser çoga Mihemedê Axê datîne
kaxita peyê bilind diki wa dixwîne
dinihêrî tê da nîvîsî
lawo îsal heft salê me temam bû em bi dû kevnekî we ketine
roja wî kevnê ji mi ra bişînî
dişînî bişînî gava tu naşînî
bi sura sibê ra bîna bayê kur i bayê şerq û bayê xerb
çep û rast li me tê gimîn e
eşîra Mala Dibo, Mala Sîno, Mala Remê
siwar û peyayê di Mala Nêsir
tevî eşîra Mala Faro, Mala Quto tevî eşîra mala Remê
vê sibengê hezar û pencsed çaqmaqî

ji xwe ra bi bargiranî li derê Baximsa bavê xwe bibîne lê berxê Salih go de lo lo lo...
Mihemedo lo bira tu rabe bike wa bilezîne
kaxitekî binîvîsîne bi ser her sê lawê Remê da bişîne
bêje lawo ez ji we ra sond bixwim
bi Quranê dîrega dîn e, bi Qurana mubîn e
lawo eva şerê ser namûsê ye tiştekî bi pera nîne
hetanî ez neyêm kuştinê kesek bi destê xwengê mi nagire serê têl û têlgirafa nagerîne
ji maleke mînanî Mala Remêyê bêbext ra
vê sibengê tu cara hediya yadîgar naşîne yabo
lê lê lê wayê ax lê lê lê wayê... / hey la lê dayê
Le dema ku vê gotinê dibê didikrîne
tu dêhna xwe bidê her sê lawê di Remê li derê Baximsa xwe rûnîştîne
nihêrî peyakî ji wê da tê dilezîne kaxitê bi ser çoka lawê Remê datîne kaxita peyê bilind diki wa dixwîne dinihêre va gotinê hanê tê da nivîsîne radibe destê xwe li devê xwe dixîne
sêsid siwarê xalçê di bavçê berhev dike gidîno wa dicivîne saet şeşê di şevê bû tu sêr bike
li derê Eynqesira Baximsê çadir dikute
wey la li mi nemayê hêwir datîne
sibe ye Mihemedê Axê radibe misînê desmêjê hiltîne
vê sibengê serê xwe di Baximsa bavê xwe ra dertîne bala xwe berdayê hesabê xweliyê heye
hesabê çadir û xeybetê van marusa ca tunîne destmêja xwe hiltîne diçe du rikat nimêj dike du rikat ji ferza Xwedê ji xwe ra bi cî tîne bi sê denga li Sîtî û Sîsilê û Fezîlayê kir qêrîne

go lê dayê wî lê dayê lê dayê lê dayê lê dayê ca tu rabe biki wa bilezîne vê sibengê
sûstema piçûk bi cotê fişelixa va ji kekê xwe ra bîne
kekê te bike bilezîne
xwe bi derekanî tewrî jorîn, Kolanî Reza li fêzî Eynqesira Baximsê
li Qeza Babosiya, kozî kolanî Qetilxwînê banekanî fêzî qesrê ra bigihîne
lingê xwe li qeydê bixîne
kilîta qeydê bibe herem odesiya jêrîn
li herem odesiya jêrîn cem cotê xanima bimîne dayê heft heyfê me ji berê di paş da li ser van marusa bûne heyfa heyştan e bi quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn e kekê te şeva îşev dîsa vê sibengê bi destê xwe hiltîne lê dayê kekê te bi destê xwe hiltîne
çi bikim qedera me bi reş e, şansê me tunîne
emê di bajarê xerîb da maleke bi tenê ne
he hû rebene dîsa ji xwe ra bêpiştmêrî ne
Yadê ax wê hayê...
marûmê li ser Eynqesra Baximsê bû ringîn e
Sîtiyê digote Sîsilê Sîsilê gote Fezîlayê
go xwengê hela rabe çavê xwe bigerîne
çika vê sibengê malxirabê xeberekî xêrê ji birangê mi bîne
ca derkete Derekanî Tewrê Jorîn, Kolanî Reza
li Fêzî Eynelqesra Baximsê
li Qeza Babosiya, li Kozî Kolanî Qetilxwûne
li Banekanî Fêzî Qesrokê
lingê xwe li qeydê dixîne
kilîta qeydê li herem odesiya jorîn
herem odesiya jêrin cem cotê xanima dimîne
devê sûstemê li ser kozik û mederisê wan marusa digerîne

êvarê heyanî mîla ber şevekê
nahêle çûçika ruhber serê xwe ji kozik û mederisê wan derîne heft heyfê wan berê di paş da li ser hebûne
heyfa heyştan e îro ji êvar da bi destê xwe hiltîne lê dayê tu sêr bike îro ji êvara Xwedê da gelo vê sibengê bi destê xwe hiltîne
Sîtiyê gote Sîsilê, Sîsilê gote Fezîlayê
lê lê xweyê rebenê tu rabe bike wa bilezîne
Salih piçûkê biran e li ser qeydê Qeydelzoxê da bişîne bêje bavê mi gotî
çend devê me li wî welatî hene bira here biçêrîne eger vê sibengê mezinê me tênê kuştinê
gotina bav û bapîrê di pêşiyê di me ne
mezinê me tên kuştinê piçûkê me tim û tim cara
heyfê wan bi destê xwe hiltîne lê dayê
eman lê lê lê wayê lê lê lê wayê ax lê lê wayê... / hey la lê dayê
Lê dayê sibe bû tu dêhna xwe bidê
vê sibengê malxirabo dikir ji xwe ra wa dilezîne
Salih bi ser qeydê Qeydelzoxê da dişîne
tere wî welatî ji xwe ra cem axayê Reşkota devê xwe diçêrîne
tu bala xwe bidê vê sibengê
çend rojeka ji xwe ra bi axatî ca dimîne dayê
Ca sibe bû vê sibengê
li ser Eynqesira Baximsê bû ringîn e
Sîtiyê digote Sîsilê, Sîsilê gote Fezîlayê
go lê dayê mi ji te ra nego hayê bi min hayê şevê roja sêşemê rojeke ters e
tu cara li mala bavê mi rebenê nayê
ez ji te ra sond bixwim
bu Qurana mubîn li rû dunyayê
helehelê egîtê mala bavê mi ji kozîkê qe dernayê heyfa mi tu heyfê nayê heyfa mi li wê heyfê têye

ji gavê din da minê bala xwe berdayê
çar tilî xwûna gewez dagirtiye ser biskê vê ebayê
de lo lo lo lo lo ax lo lo lo... / lo birao
Radibe dike dilezîne
peyakî bi ser qeydê Qeydelzoxê da dişîne kaxitekî dinivîsîne bi ser Salihê bira da dişîne
Salih li cem axayê Reşkotî, Baximsa jorîn rûniştîne dema ku vê sibengê peyê dibîne
izna xwe ji axayê Reşkotî distîne
vê sibengê malxirabo xwe ji peyê re digihîne
go le lawo te xêr e go axao xêr û tevî şera bûne kaxitê bi kefa desta va dişidîne
kaxita peyê bilind dike wa dixwîne
ca vê sibengê dema ku tê da dibîne
diki dilezîne xwe bi Derekanî Tewrî Jorîn
bi Kolanî Reza, li Fêzî Eynqesira Baximsê
li Qeza Babosiya, bi Kozî Kolanî Qetilxwûnê ra digihîne vê sibengê bala xwe berdidê
gulle barûdê birangê wî xilas bûne
lema birayê wî kuştine
bi sê denga bang dikir Sitî û Sîsilê Fezîlayê
go xwengê guliya we kurkirî be li dunyayê
tunebûna dunyayê ji mêrê camêr ra tu cara qelsî nîne lê dayê
Tu rabe bike ca bilezîne gulle barûd û fîşeng û fîşelixa ji birayê xwe ra bişîne
birayê te xwe bi Derekanî Tewrî Jorîn
bi Kolanî Reza, li Fêzî Eynqesira Baximsê
li Qeza Babosiya, li Kozî Kolanî Qetilxwûnê Banêkanî Fêzî Qesrokê ra bigihîne
lingê xwe li qeydê bixîne
bira kilîta qeydê li herem odesiya jorîn
herem odesiya jêrîn cem cotê xanima bimîne
bi quweta mi nîne bi quweta Rebê Jorîn Qurana mubîn e

kekê te îro heft heyfê me li cem van marusa hebûne
heyfa heyştan e tevî heyfa Mihemedê bira bi destê xwe hiltîne lê dayê
eman lê lê lê wayê ax ê lê lê wayê...
he wû Sîtiyê le korê Sîsilê Fezîlayê kor bibe li dunyayê
dema vê sibengê fîşeng û fîşelixa ji birayê xwe ra dişîne
diki wa dilezîne lingê xwe li qeydê dixîne
kilîta qeydê li herem odesiya jorîn
herem odesiya jêrîn cem cotê xanima dimîne
devê sîstemê li ser kozik û mederisê van marusa digerîne hetanî mîla ber şevekê nahêle cûcika ruhber
serê xwe ji kozik û mederisê wan derîne heft heyfê wan ji berê di paş da li ser hebûne
tevî heyfa Mihemedê bira bi destê xwe hiltîne Sîtiyê digotî Sîsilê Sîsilê goti Fezîlayê
go lê xwengê tu rabe bike bilezîne
peyakî ser Bişarê Çeto, Cemîlê Axê gawirê ser bi şewqe da bişîne Mala Çeto rabiye ranebiye
malekî qedemreş e, zengûreş e
mêr di ser pozê xwe ra nedîne
belkî bê destê birayê me ji nava destê donzdeh eşîrê giran derîne
çend saleka li ser ûrt û ocaxê Mala Axê
dîsa ji xwe ra bi axatî ca bimîne lê dayê
Kaxita xwe da nivîsiye lo lo lo Bişaro di bextê gora Çeto Axa ketime em hene maleke bi tenê ne
qewm û lêzimê me li dunyayê tunîne
emê bêpiştmêrî ne tu bike bilezîne xwe bi derê Baximsê ra bigihîne
destê Salih ji nava destê donzdeh eşîrê giran ji xwe ra derîne
bira Salih çend rojeka li ser namûsa Mala Axê
dîsa ji xwe ra bi axatî bimîne lê dayê
peya dike wa dilezîne
xwe bi derê Baximsa Mala Bişaro ra digihîne

nêhêrî kesekî lê tunîne
bala xwe berdayê vê sibengê malxirabo
xwe bi derê Baximsa Cemîlo ra digihîne
nihêrî Bişarê Çeto, Cemîlê Axê tevî gawirê ser bi şewqe
li derê baximsa Cemîlo rûniştîne
kaxitê li ser çoka Cemîlo datîne
Cemîlo kaxita peyê bilind dike wa dixwîne
destê xwe li devê xwe dixîne
donzdeh eşîrê xwe berhev dike
sêsid siwarê xalçê di bavçê ji navê dibijêre bi xwe ra tîne
xwe bi derê Eynqesira Baximsê ra digihîne
peyakî dişîne Salihê Axê dixapîne
ji kozik û mederisê wî dertîne hetanî ba xwe tîne
go lo lawo Sîtiyê ji mi ra bişîne
Sisilê ji wan ra bişîne bira Fezîla ji te ra bimîne
ezê destê te ji nava destê donzdeh eşîrê giran derînim
tu çend saleka bi axatî ji xwe ra li ser namûsa Mala Axê bimîne lê dayê
go de lo lo lo lo lo ax lo lo lo... Cemîlo
lo lawo mi go tu mêrkî çê yî
tuyê werî kêrî min bêyî mi nizanibû tu mezheb gênişê namûsê yî
berxê hetanî vê sibengê ew axatiya tu dibêjî tu cara ji mi ra lazim nîne
vê sibengê heta neyêm kuştinê
kesek bi destê xweyîngê mi nagre
bi serê têl û têlgirafa nagerîne
ji malekî minanî Mala Çeto, Mala Remo a bêbext ra hediya yadigar naşîne dayê
Anê hê ax wê ax wê wê lê rebenê
dema Salihê Axê dike dilezîne
xwe ber bi kozik û mederisê xwe dikşîne
Cemîlo çav ji xulama ra diniqîne

çibkim vê sibengê bê îman e bê dîn e
dema ku vê sibengê xulam bi hevdu ra direşîne Salihê axê li wê derê bi şehîd dixîne ciwabekî diçe ba Sitî bi Sîsil û Fezîlayê
go ûrtê mala bavê te qeliyayê li dunyayê dergûşa lawîn jê tunîne
xwe bi guhê sêtîr ra digihîne
sûstema mezin ji gohê sêtîr dertîne
tevî fîşeng û saralixa tîne
qayîşa modoliyê zenda xwe dilefîne
devê sîstemê li ser Cemîl û komê xulama digerîne
tu sêr bike koka xulam û xizmetkara
li Cemîlo ji xwe ra diqelîne
Xwedê xira bike malxirabo bi sê denga lêkir qêrîn e Cemîlo tevî gawirê ser bi şewqe bi lingê hespa ancax xwe bi derê Baximsa Mala Çeto ra digihîne ez çi bikim sê fîşengê wan dimîne
go xwengê tu were namûsa Mala Axê namûseke giran e emê xwe bi şehîd bixîne bira kesek bi destê me negire li piştî Salih û Mihemed
me li serê têl û têlgirafa negerîne
ji maleke mînanî Mala Çeto, Mala Remo a bêbext ra
vê sibengê hediye û yadîgar neşîne yadê
eman lê lê lê dayê ax lê lê lê dayê... / ax li minê lê wayê
dema vê gotinê dibê didikrîne
her sê xwe li wê derê bi şehîd dixîne
xwedanekî xêra li wê derê radibe
bi dengekî êlî ji xwe ra kir qêrîn e
digo hey wax hey wax wax... wax gidiyo wax

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.