
Şarkı Sözleri
Kuro lawiko mi ji te ra nego tuyê bi ku da herî gelo vê sibengê go keçê kulmalê
tu nizanî ez derdikevime zozana gelo li şûnê wara berxa dilê mi tu nizanî
ezê derkevime zozanê jorîn rûnêm li şûnê wara malxirabo tu dêhna xwe bidê ezê ji derdê xwe ra bibêjim
ji bona dilbirîna, kezebreşa, gelo birîndara
ezê vê sibengê bibêjim ji bona bejnzirava, çepildirêja, goguhara na wele vê sibengê malxirabo kofîkêla, gelo kofîxwara
Kuro delalîko ciwabekî ji qanûna teze hatiye
dibê bejnzirava, çepildirêja, kofîxwara ji kotiyê mêra distînin sed wehde li bedena mi ketibe
îro mi didin nefsa te bi tenê geleka didine çelengsiwara
tu were qasekê rûnê emê berê xwe bidine malê me xirabo
li mehelê jêrîn ji xwe ra rûnên li nava qîzan û bûka, van kubara
Ê de yoy yoy yoy...
go kubarê ezê îro çend salê mi temam bû
dikim nakim lo malê nakim
ezê rabim mala xwe ji vî welatê bar kim
ji xwe ra gelo temam rakim
berxa dilê mi gelo tu dêhna xwe bidê
êl û eşîra mala bavê xwe temamî tev xirab kim
di bextê te û Xwedê ketime van gotina teyê jehr ji mi ra gotiye
ezê dikim nakim dilê mi tehemûl nake
axîna dilê min giran e dilê mi gelo lo bawer nake
Kuro delaliko sibe ye
dilê mi li halê dilê mi kînekîn e
tu rabe qasekî destê xwe li nava destê mi bixîne
ji xwe ra mi birevîne bavê Meleka mala bavê Şex Wehyedîne
bextê te û Xwedê ketime mala Paliyê maleke mezin e Mala Meleka tim û tim cara miraz û mirazqedîn e
Wi de yoy yoy yoy...
sebra dilê mi sibe ye
dilê mi li halê dilê mi ji xwe ra dibêje lo wêl e wêl e berxa dilê mi sibe ye
serê mi dilê mi dibêje gelo dilê mi ji xwe ra wêlewêl e
tu dêhna xwe bidê gelo ezê bejna xwe ji te ra çêbikim
gelo simbêla mi xweş simbêl e
kotiyê mêrê te zengîn e
tirsim di dêrisê gunda da mi bikuje li dunyayê lo mi nehêle kuro delalîko tu rabe bi destê mi bigire
mi bavê nava Êla Şemela êleke giran e
Gelo vê sibengê koçerê Bêrtiya li biniyê ne
malxirabo gelo vê sibengê donzde eşîr e bîst û çar êl e
malxirabo ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê
heya irqa xwe neqelînin
min û te va nadin desta gelo lo me nahêlin
Keçê kulmalê sibe ye
dilê mi li halê dilê mi dibêje
ezê navê te nizanim dibêjim dînê
tu rabe bejna xwe girê bide
kofîka serê xwe çêbike
ezê herim pêşiya eniya kever lo tu bişidînî
emê bi destê hevdu bigirin çend rojeka dakevine Milazgirê
xwe bavên mala muxtarê Noredînê
eger biye ji xwe biye gava ku nebiye
emê ji xwe ra xwe berdin deşta Çuxurê
bavê ber bextê mala Seyda li Norşînê
berxa dilê mi vê sibengê hetanî dunya xwe ava be
kesekî tu cara me neda desta
aqûbeta min û te va bû aqûbeta Yûsiv û Zulêxayê Hesen û Belqîsayê, sebrê lo Mem û Zînê
ez ji te ra sond bixwim kotiyê mêrê te bira vê sibengê ji kerba bibehece
li ser bixwîne Quranê vê Yasînê
Kuro delalîko sibe ye mi ji te ra nego dilê mi ji dilanî dîn e
ez ji te ra sond bixwim cî û mekanê min û te va Şam û Heleb, Diyarbekir lo ca Mêrdîn e
tu rabi bi destê mi keçkê bigire ji xwe ra lo birevîne welatê xwerîbê mirazê mirazxwaza bira hasil bibe mirazê min û xwe va lo biqedîne
ez ji te ra sond bixwim dewrana dunyayê
kî bimire kî bimîne tu cara mineta lo mi jî nîne
de ho yoy yo yo...
yo li vê qederê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum