Şarkı Sözleri
Eman were eman were...
hû wê hû wê eman were
Bê Rebiyo gelo mi ji te ra nego lo bê lome bî xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra vê sibengê
mirin hebî dilê rezîl kalbûn lo qe tunebî,
sebrê gelo vê sibengê malxirabo mala we cînarê mala me bî dema bi limêja serê sibê ra berê xwe didî kêf û seyrê
vê sibengê çavê mi bi qet û qametê te bikevî
danê esir ji nêçîrê difetilî çavêm li rêka te bî
gelî gundî cînarno xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra dêrisê gunda da mirin hebî bê dilê rezîl kalbûn qe tunebî
Lo lo kuro dîno ezê çûme zozanê jorîn nav ormanê lo li ber vî hejî keçkê dînê gelo dêrisê gunda da çuqa tu bedewî lê ewqa kej î gelî gundî cînarno ez ji we ra sond bixwim bi sonda qesemê
gava destê xwe davêjime nava zer memika
teze hêşîn bûne di ciyê xwe da fena hêjîr û hêjîrê bejî
sebrê dînê ezê bi te kim tu Rebî dihebînî
ez nexweşê bêhalim nava cî û nivîn û yataxê da me
çima tu qasekî bi ordama qazê bi meşa quling meşmeş bikî
reben ez im lê tu werî mala me jî,
lo lo kuro êtîmo di dêrisê gunda da bejna mi ne kin û le hû lo ne dirêj e bona eşqa dilê rezîl ezê nexweş im malxirabo minê ji Xwedê rica kiriye Xaliq Rebî minê ji Xwedê rica kiriye tu dêhna xwe bidê
fenanî tak rihana li dev geliya ber zinara hû yû lê şax davêje
hêtîm dîno hatina mala we qolay e
fesad û şeytanê min û te va pir gelek in
tirsim yekê here ji kotiyê miskînê heramê mêrê mi ra hû yû lo tev bibêje ax waho li min sebrê dînê.
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum