Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mîrzongê Bira
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Mîrzongê Bira

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Erî lo lo de lê lê lê dayê rebenê şerekî li me çêbû qaleka li me qewimî li mêrga Mihê Çeto li hezê le dayê rebenê Xwedê xirab bike vê sibengê
tu bala xwe bidê ocaxkoro her çar malê li Sînaniyê
her çar malê me barkirin berê xwe dane welatê xerîb vê Sînaniyê
agirê kulê bikeve mala eşîra Bekiran vê sibengê malxirabo
her çar malê me barkirin berê xwe dane welatê Sînaniyê
agirê kulê bikeve Mala Bişarî Çeto Bişarî Ozê
komê xulama kafirê di Reşkota reîsê di Bekira çawa derbekî li bayê bezê
berdane bedena Mîrzongê bira delaliyê malê li me vekirin daw û dozê neyariyê
le he yî yî...
ax wey bavo wey bavo wey bavo wey birano
bê xêro bê wefano ûrt qeliyano
Erî lo lo de lê lê lê dayê rebenê şerekî li me çêbû qalekî li me qewimî li mêrga Mihê Çeto li kaniyê le dayê ji malê siwar bû Mîrzongê bira delaliyê malê
vê sibengê bi ser xwe da berda gulikê bendê û pûtê di qebzê
ne bi xana Xwedê bi Mala Bişarê Çeto Bişarê Ozê di komê xulama
kafirê di Reşkota reîsê di Bekira
çawa li hêşiya konê Erebî
gulekî bi dest berdane bedena Mîrzongê bira delaliyê malê keko îro ji êvara Xwedê da li bakî bezê le he yî yî...
wey bavo wey bavo wey bavo wey birano bê xêro bê wefano ûrt qeliyano.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.