Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Misafiro Were
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Misafiro Were

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Were wî were were...
ax were were were were were were
Lawiko dîno mi ji te ra nego were wî misafiro mi ji te ra nego were
kubaro mi ji te ra nego were were
hewar Xwedê gelo taxima sing û berê mi ji te ra bi kaxit û bi defter e
dev û lêvê mi keçikê tenik e, bi mijûlî, bi qisedan û bi xeber e
ez ji te ra sond bixwim tilî bêçiyê mi bi qelem e, bi defter e
lawo tu ji xwe ra qasekî rûnê hesabê xwe bibînê
navê min û xwu va binivîse gelo bide ser e
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê, bi navê Quranê, bi dîn û îmanê herçî kesê şûşa orta herdu dila herçar çava da bişkêni
ne ji ometa Mihemed Mistefa Pêxember e
were were were were...
lo misafiro were
Lawko dîno sibe ye ez gulîbira Xwedê rûnêm
ji derdê dunyalika derewîn ra bêjim berxê karê
ezê rûnêm ji xwe ra wax û wax û wax dikim ji sibê heyanî êvarê dilê mi keçikê te kirî sêvek ji sêvê serê darê
hey bêbexto der û cînar gundî malî
temam ji xwe ra herkes darê xwe davêjê
qismet û nesîbê kê be bi darê kê va were xwarê lawko dîno ezê bi te kim tu Rebî dihebînî
ev çi yek bû te anî serê mi keçikê
mi piçûkê, mi xişîmê, lo mi bêsitarê
were were ax were...
lo misafiro were

Lawko dîno mi ji te ra nego sibe ye vê sibengê ezê ji te ra bibêm lawko dîno ji kar û berxê
hela rabe di heft salî da mi dil te da bû
bira Rebî mirazê miradxwaza biqedanda, mirazê min û te va bi tevahî Xaliqê Alemê dergûşek lawîn ji lawikê mi ji mi ra peyda bikira minê jê ra bêşigek çêbikira ji dar û ji darê gûzê ji dara merxê ezê biçûma ser hosta bi şagirt
li bajara Diyarbekir çêbikira bida ber kutûkê lo li ber çerxê lawko dîno ezê rûniştama minê ji êvarê heya mîla ber şefekê jê ra lûrî bikira bigota canê berxê
werî werî were ax were...
lo misafiro were.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.