Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Mîvano
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Mîvano

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Lo lo lo...
lo lo misafiro
ezê bêjim mîvano mîvano... lo lo lo... misafiro bêbexto gelo vê sibengê te qelbreşo, lo dilgawiro
te çima îro ji êvara Xwedê da bi tan û niçê dunyalikê gelo vê sibengê cîgera mi şewitand, hundurê mi biro
ê lo lo lo...
lo lo lo misafiro
Gelî gundî cînarno sibe ye xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra misafirê me bihata mala bavê mi mîvanî
minê gelo vê sibengê şirika xizêmê berda ser dev û lêvê şekirî
ez ji te ra sond bixwin bi sonda qesemê
minê vê sibengê dewsa paşîvê da ji misafirê xwe ra şîr û şekir hev ra ani xwezila rehm biketa ber dilê dê û bavê mi da
emê bi destê keçka xwe bigirin wey Xwedê bidin vî mêvanê
eman eman eman...
lo lo misafiro
lo mîvano lo lo lo misafiro
Lo lo gidi misafiro mi ji te ra nego
tu ji bircê kelê berjêr were lo gidî were vira ezê bi destê misafirê mala bavê xwe bigirim
ji kêfê ra derbas bikim odeka misafira
wey Xwedê Rebiyo gilî gazin û loma ji dilê minê rezîl mekin ya ku hatî serê min û misafirê mala bavê mi keçikê
Xwedê Rebî bira neyê serê kevir û kuçika lo hirç û gura Xwedê Rebî gelo gili gazin û loma ji mi nekin ez dimirim dikim nakim misafirê mala bavê mi keçikê
ji wê nayê derva vira gelî gundî cînarno

ezê qasekî bi destê misafirê mala bavê xwe bigirim
herime civata musulmana heger biye ji xwe biye
gava ku nebiye ezê qaskî ji xwe ra berê xwe bidim nav civata van gawira eman eman eman eman misafiro
malxirabo te bidevdosto dilxayîno wey Xwedêyo lo dilgawiro
Ê lo lo lo...
lo lo misafiro
gelî gundî cînarno ji min nekin gilî wa bi gazine
ez ji we ra sond bixwim dilê min fenanê sêlek ji sêla hesine
gidîno vê sibengê fenanê daynî navê
vê sibengê ji xwe ra kîlokî donê bizine
malxirabo ji kedera dilê rezîl ra gelo ji xwe ra
agirek bidî ser da, yekî bine
eşqa dilê rezîl ra vê sibengê kes nikare
li kêleka misafirê mala bavê mi rûnê
jê ra bibêje yek mijûlî gidîno bi gotine
lo lo yo lo yo lo...
ax lo lo lo yo lo lo misafiro
malxirabo gelo te bidevdosto, dilxayîno, dilkeviro
eman eman eman eman eman misafiro.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.