Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Narîn Narîn
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Narîn Narîn

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

De lo yo yo yo yo...
lo rebeno hela rabe mi ji te ra nego ev çi dil e hey malxirabo gelo vê sibengê ev çito dil e ezê rabim li kêleka bejna zirav rûnêm
mi dî vê sibengê ji xwe ra derdê dilê rezîl ra dibêje
nizanim çima wisa dil bi kul e
Xwedê xirab bike ji xewa şîrîn rabiye serê şuştî porê şile ber bi kanya mala
cotek elbê toqatê avêtiye zendê zerbadayî
vê sibengê ji kêfê ra dimeşiya wey Rebiyo hoy lo dimilmile mi go gelî hevalo hogirno
gilî gazin û loma ji dilê minê rezîlê bê qewlê bê qirar mekin di dêrisê gunda da kewa gozel dilê wê birîndar e
gilî û gazin û loma ji dilê rezil mekin
ezê çi bikim dêrisê gunda da kawa mi ji xwe ra wa bê dil e lo
narî narî narî narî...
ax narî narî narî
De lo yo...
cote elbê toqatî avêtiye zendê zerbadayî
tu dêhna xwe bidê vê sibengê qolî zêra kutabû ber kofiyê gelî hevalno hogirno gilî gazin û loma ji dilê minê rezîl mekin hûn sêr bikin li vê qeçê li vê qedera xirab
gelo vê sibengê malxirabo li vê xanimê vê xatûnê mêrkotiyê
kî dîtî kî bînaye yeke fenanî kewa gozel e gogerçîn dosta merû be
dêrisê gunda da merû bi destê kewa gozel bigre
ji kedera dilê xwe yê rezil ra vê sibengê di qar û bêgarê xirab da gelo vê sibengê bê Rebî bibe ser hewiyê
eman eman eman...
ax narî narî narî

Êzê ji kedera dilê xwe ra rabim
hey Xwedê Rebiyo gelo ji derdê dilê rezîl ra hey rabim hey rabim rabim
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê
ezê malxirabo casûsê li dû kotiyê mêra bim
gelî gundî cînarno vê sibengê ez ji te ra sond bixwim
bi sonda qesemê bi navê Quranê, dîn û îmanê
vê sibengê fenanê malxirabo bendê li dû hebanê li ba bim
ez ji te ra sond bixwim vê sibengê kotiyê mêra li ku dayne
fenanî teyrê qereqûş li ser sera bim
Xaliqo Rebiyo vê sibengê bikujim
heya mîla ber şefekê nava taxima sing û berê kewa gozel e gogerçîn ra
ji kêfa dilê xwe ra rakevim
orta nîvro bi taştê vê sibengê bayê sibê ku lê tê
ji xewa şîrîn ji xwe ra rabim hey rabim hey rabim rabim
ey narî narî narî...
narî narî narî lo nar gidyano
sebrê gidî dêrisê gunda da vê sibengê bê xwedî ma lo bê xwedano
çav û biriyê reş û belek di qar û bêgariyê kotiyê mera da
heft salê wê temam bû ji xwe ra çawa bê kil mano.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.