Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Navê Te Xatûn e
Şakiro
ŞARKI SÖZÜ

Navê Te Xatûn e

Şakiro
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ay de lê lê wî de lê lê de ax de lê lê
de lê lê lê...
Zerî domamê xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav, giradan û berxê vê timtêlê hela rabe şitavekê bide bejna zirav, dêmê gulî, yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî vê sibengê malxirabê
qasekî tûncika narincî bavê ber bendê vê kitanê
ji derdê dilê rezîl ra emê çend rojeka ji xwe ra bidin rexê vê simbêlê
lê lê zerî domamê navê te nizanim
bi navê şîrîn bang te dikim gelo navê te Xatûn e
şê û şê biskê di şê tûncika narincî ji êvara Xwedê da li ser eniya kever, dev û lêvê şekirî,
gelî gundî cînarno ji kêfê ra belav bûne
xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
tu bûka mala bavê mi ba, ji mi ra bibiya bermaliya teze
ez dizanim heya li heyatê sax bim
cî û mekanê mi hapis û hapisxan e, ca taşxûn e
berxê gidî vê sibengê îsal heft salê mi temam bû
dêrisê gunda da ne malikê aqilê xwe me
bi gotinê gotinçiya, bi salixê salixdara mezin û rûspiyê gundê me salix dane dibê heft salê me temam bû di dêrisê gunda da berxê
dilê min û te da di hev da bûne
tu dêhna xwe bide vê sibengê berxê tu rabe ramîsanekê li mi kerem ke li dev û lêvê şekirî, li yanaxê ehmedî, terzê di hakimî, şemlê di Erebî ez ji te ra sond bixwim heval û hogirê mi çûne rêwî ne
berxê tu bala xwe bidê gelo ji ava mûradê derbas bûne lê lê
wî de lê lê ax de lê lê
de lê lê lê...
lê lê Zerî domamê sibe ye tu bala xwe bidê vê sibengê bejna te zirav e ji tayê rihanê berxê gelo ji qamîşê dev golê da
ez çibkim welatê xerîb e dûr û deraz e qama mi nagêjê ez evdalê Xwedê bi ajberiyê gelo xwe berdim pê da

sebrê gilî gazin û loma ji dilê minê rezîlê bê qewlê bê qirar meke
tu bala xwe bidê mi dî kubara şîrîn kêleka xwe dabû kêleka kotiyê mêra bejna zirav da şitavê kofîka şeng girêda gidiyê
bira xwezila ji xêrê xweziyê di Xwedê ra
tu buka mala bavê mi ba, ji mi ra bibiya bermaliya teze gidiyê vê sibengê sed û yek sal ceza îdama mi biya
ezê bibûma girtîk ji girtîkê taşxanê da
minê çend saleka bikişanda qar û bêgarê di hepsê da gidî bira vê sibengê sed û yek sal û ceza îdama mi biya berxê minê bikişanda derd û kulê di hepsê da
mi sond xwariye terka bejna zirav nadim
heya serê mi nedine ber tawan û şudêda
can û bedenê minê nazik daneyne qebra reş û tarî qebr û qebristanê di qebrê da
lê lê wî de lê lê
ax de lê lê lê..
êrê Zerî domamê tu bala xwe bidê payîza welatê me Serhedê hatiye gelo derî cînar gundî malî tev dibînin tevdîr û tivdareka zivistanê berxê gidî tu bala xwe bidê bejna te zirav e ji tayê gulê ji şitla vê rihanê tu rabe vê sibengê malxirabê
go lawiko serê mi serê xêrnediya bû ez derketime serê çiyê
serê mi xalî nedibû ji mi jê ji dûmanê
daketim deştê çavê xwe venakim ji reşêşê gelo ji baranê
ez derketime banê qesrê
mi dî kubara şîrîn kêleka xwe dabû kêleka kotiyê mêra
gavê din da bejna zirav da şitavê
tu dêhna xwe bidê
tûncika narincî derdê dilê rezîl ra avêtiye ber bendê vê kitanê
şê û şê biskê di şê bejna zirav dabû dûzanê gelo vê sibengê girêdanê keçê kulmalê xwezil ji xêrê xweziyê di Xwedê ra tu bûka mala bavê mi ba ji mi ra bibiya bermaliya teze ezê ji te ra bibûma malxwê
bira sed û yek sal ceza îdama mi biya ezê bibûma girtîk ji girtîkê vê taşxanê na wele minê çend saleka bikişanda qar û bêgar û derd û kulê mapûsxanê berxê gidî mi sond xwarî dêrisê gunda da terka bejna zirav nadim heya serê mi nedine ber tawan û şidê da

can û bedenê mi nazik daneynin qebra reş û tarî qebr û qebristanê
lê lê sebrê go lawiko sibe ye em li dunyayê sê xwûşk in
navê min Esmer e, navê xwûşka ortê Dîlber e, navê dilketiya te Keser e
tu rabe qasekî li banê qesrê bisekine ezê bi işaretê desta,
bi awirê çava, bi qinyatê dila bang te bikim
tu Rebî dihebînî neskin zû bike were
qasekî li odeka misafira tenha ye rûnê
ezê ramûsenekî li dev û lêvê şekirî li te kerem bikim bêbexto mi bihîstiye tu diçe welatê xerîb û xerîbistanê bira di dilê te da nebe tu kul û tu derd û lo tu keser e gidiyo gelo dev û lêvê mi ji te ra bi gotin û xeber e
tilî bêçiyê mi qelem e, sing û berê mi bi kaxit û defter e qasekî ji derdê dilê rezîl ra tu rûnê deyn û borcê dewletê binivîse gidiyo adrêsa min û xwu va bide ser e
wî de lê lê ax de lê lê
de lê lê lê...
êrê berxê sibe ye gelo vê sibengê ezê ji rihana ne kin im ne dirêj im fenanî tay rihana dev geliya, ber zinara di dêrisê gunda da şax davêjim ez çibkim gelo ji heftsalî da mi dil te da bû berxê rûyê mi nagire ji te ra bibêjim ez ji eşqa dilê rezîl dêrisê gunda da kerr û gêj im
ez ji te ra sond bixwim herçî di heftsaliya xwe da
herçî gotinê ji derdê dila ra mi gotiye
yeqîn bizanibe temamî ji eşqa dilê xwe û te ra tev dibêjim
wî de lê lê ax de lê lê
de lê lê lê...
êrê Zerî domamê vê sibengê xelk bû aşiqê mal û hal û temelê dunyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê bejna zirav girêdan û timtêlê
tu dêhna xwe bidê vê sibengê tûncika narincî bavê rexê vê kitanê
tu bala xwe bidê vê sibengê gelî gundî cînarno
gilî gazin û loma ji dilê minê rezîl mekin
emê çend rojeka tûncika narincî bidin rexê vê simbêlê.

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.